DAXUYANÎYA ÇAPEMENÎYÊ
- Hevi Akademi
- Jul 20
- 2 min read
Înîsîyatîva Neteweyî Ya Kurdistanê
Di 18ê Tîrmeha 2026an da li Xerfelîya ser bi bajarê Îdirê/Reşqeleyê di dema konsêrta Koma Amed da destwerdana bi devkî û fîzîkî li dijî alaya neteweyî ya Kurdistanê rûda.
Di 18ê Tîrmeha 2026’an da, di dema konsêrta Koma Amed ya li bajaroka Xerfelîyê (ser bi Aralikê) komek ciwanên Kurd, wekî nîşana nasnameya neteweyî, dîrok û bîra hevpar a neteweya Kurd Alaya Rengîn bilind kir. Lê pêşkêşvanê li ser sehneyê yê ji alîyê DEM Partîyê va berpirs bû li ber girseyê ciwan wek hedef nîşan dan û bi îdîhayên nerast ên wekî “propagandaya siyasî tê kirin” axaftinên provokatîv kirin. Di wê demê da ji alîyê berpirsên DEM Partiyê va zexteke tund hate kirin da ku ala were daxistin û ciwanên Kurd rastî destwerdanên bi devkî û fîzîkî hatin. Berpirsên DEM Partîyê bi hinceta “ewlehîya qada konsertê û rêzikên bernameyê” daxistina alayê daxwaz kir.
Gava ev daxwaz nehat qebûlkirin û ciwanan ala danexist bi vê yekê jî neman û serî li destwerdana fîzîkî dan.
Alaya neteweyî ya Kurdistanê ne milkê tu partîyeke sîyasî ye. Ev ala sembola dîrok, çand, nasnameya neteweyî û bîra hevpar a neteweya Kurd e.
Ev nakokîyeke çawa ye ku berpirsên partîyeke xwe wekî parêzvanê mafên miletê Kurd dide xuyakirin dixwaze alaya miletê Kurd asteng bike, bike hedef û wekî “propagandaya sîyasî” bi nav bike û krîmînalîze bike.
Ev bêrêzî û sivikatîya li hember sembolên neteweyî yên miletê Kurd, her wisa bi azadîya derbirînê, pirengîya demokratîk va jî li hev nayê. Hewldana zordestî, bêhurmetî û kriminalîzekirina nirxên hevpar ên neteweyî bîra hevpar, nasnameya neteweyî û yekîtîya neteweya me dixe bin metirsîyê.
Ev destwerdana li dijî Ala Neteweyî ya Kurdistanê ne tenê li dijî me hatiye kirin. Ev helwest bêhurmetîyek e li hember hemû Kurdên vê alayê wekî sembola hevpar a neteweya xwe dibînin.
Ev bûyer nîşan dide ka li hember sembolên neteweyî destdirêjîyên çawa çêdibin û divê ji alîyê raya giştî va bi baldarî were nirxandin.
Bi vê derfetê em bang li raya giştî ya Kurd, aktorên sîyasî û hemû kes û alîyên xwedî berpirsyarî dikin:
Em her cure helwestên zordest û dijminane li hember nirx û sembolên hevpar ên miletê Kurd şermezar dikin. Em ji hemû kesên di vê bûyerê da berpirs dixwazin ku rêzê ji nirxên hevpar ên miletê me ra bigrin û li gorî prensîbên heqnasî, azadî û demokratîk tevbigerin.



Comments