top of page

Salvegera Peymana Lozanê


Di 24ê Tîrmeha 1923-an de Peymana Lozanê di navbera Brîtanya, Fransa, Tirkiyê, Îtalyayê, Yewnanistanê, Japonyayê, Romanyayê û Yugoslavyaya wê demê de hate îmzekirin. Ev peyman di dîroka Rojhilata Navîn de bû yek ji girîngtirîn peymanên siyasî yên sedsala bîstan.


Îsal sed û sê sal ji îmzekirina Peymana Lozanê derbas bûne. Li gorî me, ev peyman ji bo gelê Kurd û Kurdistanê encamên giran derxistiye û bûye sedem ku Kurdistan careke din di navbera çend dewletan de were dabeşkirin. Her wiha em bawer in ku soz û peymanên ku di wê demê de ji aliyê hêzên mezin ve hatin dayîn, nehatin bicîhkirin û hêviyên gelê Kurd pêk nehatin.


Gelê Kurd heta îro Peymana Lozanê wek çareseriya pirsgirêka xwe qebûl nekiriye. Ji ber vê yekê, em dibêjin ku pirsgirêka Kurd hîn jî çareseriya xwe ya dadperwer û mayînde nehatiye dîtin.


Di salvegera Peymana Lozanê de em helwesta xwe careke din eşkere dikin û dibêjin ku tenê bi yekîtî, hevahengî û xebata hevpar a partî, sazî û rêxistinên Kurdistanî dikare bingehek bihêz ji bo parastina mafên neteweyî û gihîştina armancên siyasî were avakirin.


Em bawer in ku, heke hêzên siyasî yên Kurdistanî nikaribin li ser stratejiyek hevpar li hev bikin, encamên siyasî yên Peymana Lozanê dê berdewam bibin û gihîştina statûyek siyasî ya dadperwer ji bo gelê Kurd dê zehmettir bibe.


Akademîya Hêvî

 
 
 

Recent Posts

See All
DAXUYANÎYA ÇAPEMENÎYÊ

Înîsîyatîva Neteweyî Ya Kurdistanê Di 18ê Tîrmeha 2026an da li Xerfelîya ser bi bajarê Îdirê/Reşqeleyê di dema konsêrta Koma Amed da destwerdana bi devkî û fîzîkî li dijî alaya neteweyî ya Kurdistanê

 
 
 

Comments

Rated 0 out of 5 stars.
No ratings yet

Add a rating
bottom of page