top of page

Akademîya Me

  • Kurdî zimaneke dewlemend û qedîm e. Divê her ciwanên Kurd bi zimanê xwe bixwîne û binivîsîne 

  • Çand, Huner û Wêje esasên milletbûyinê ne. Divê ciwanên Kurd li çand, huner û wêjeya xwe xwedî derkeve û wan bi dema teknolojiyê nûjen bike.

  • Divê ciwanên Kurd xwedî  hişmendiya hevakarî û kolektîf bin û giyanê Cemiyeta Xoybûnê jibîr nekin.

Akademiya Hêvî, di 25’ê Nîsan 2025an de ji aliyê ciwanên Kurd hatiye avakirin. Navê xwe ji “Komeleya Xwendekarên Kurd Hêvî” distînin û xwe wek berdewamiya wan dibînin. Her weha ew li hemû mîrateya Kurdistanê xwedî derdikevin û ji bona pêşeroja netewa Kurd xebatên xwe dimeşînin. 
Armanc û Xebata akademiya Hêvî ew e ku ;


Ciwanên Kurd fêrî nasname, çand, dîrok û zimanê xwe bibin da ku hişmendiya netewheziyê di nava civaka Kurd de bingeha xwe bigire. 

HINEK TAYBETMENDIYÊN DI NAVA KOMELEYA XWENDEKARÊN KURD HÊVÎ Û AKADEMIYA HÊVÎ DE.  

 

Komeleya Xendekarên Kurd Hêvî, komeleya yekem ya xwendekarên kurd e ku bi awakî eşkere û fermî hatiye ava kirin. Di damezrandina vê komeleyê de welatparêz û rewşênbîrên wê demê û bi taybetî, rola Hamzayê Mikisî çêbûye.

”Hêvî” di nav cîlê xwendekar, ciwan û navoseryên wê demê de bûye pirek berbiçav.


”Hêvî” komeleya yekem e, ku ji dervî sînorê Împeratoriya Osmanî, beşê xwe ava kiriye. Bi hevkariya xwendekarên kurd yên li welatên Ewropayê xwestiye bîrûbaweriyên neteweyî belav bikin û milletê Kurd bi ewropiyan bidin nasandin.
 
”Hêvî” di destpêka Şerê Cîhanê yê Yekem de bêzar maye ku xebata xwe rawetîne, lê piştî şer di sala 1919an de dîsa xwe ji nû ve vejandiye. Lê êdî armancên hê bêtir siyasî daye pêşiya xwe. Ji bo neteweyê Kurd bighêje mafên xwe yên netweyî, endamên ”Hêvî”yê êdî xwe amade kirine ku barên girantir bidin ser milên xwe.  
 
”Hêvî” bi weşandina hinek kovar, kitêb û belavokan, xwestiye ku di warê pêşdebirina ziman, hînbûn û şiyarkirina neteweyî de rolekê bilîzin.

”Hêvî” teva ku weke komeleyeke ciwan û xwendekarên hatiye damezrandin jî, hergav ji nêzîk ve bi siyaseta li ser pirsa kurd û Kurdistanê ve eleqeder bûye û bûye dergûşek gelek kadirên siyasî, rewşenbîr û nivîskarên pêşerojê. Ji vana Qedrî Cemîl paşa, Ekrem Cemîl Paşa, Mendûh Selîm, Kemal Fewzî, Teyîb Eliyê Xarpêtî, Dr. Fuat, Evdirehîm Rehmiyê Hekarî, Mihemed Mîhriyê Sineyî çend numûneyên berbiçav in. Hinek ji van kesan dûre pêşengî û hîmdariya rêxistinên kurdan kirine. Ji nav wan hinek kes jî di vê riya neteweyî de şehîd ketine, koçber bûne û neçar mane ku li derveyî welêt weke penaber bijîn…



Di sala 1922an de, ji ber siyaseta Mustefa Kemal Atatürk, Komeleya Xwendekarên Kurd Hêvî hatiye qedexekirin

NERÎNÊN PÊŞEROJÊ

Derse Hazır

Baye azadiyê ya li çiyayên bilind ê Kurdistanê difû, di dîrokê de tu carî bi temamî venemirand. Her nifş, "Hêvî"ya demê xwe afirand û vê bayê nefesekê nû da.

Îro Akademiya Hêvî, kêniya yekem a dîroka rojnameya Kurd li serdema dîjîtal mezin dike û dest bi rêwîtiya ronakbûneke nû dike. Bi berxwedana borî, hêviya îro û xewnên sibê, em nifşekê bi zanînê amade ji bo Kurdistaneke azad perwerde dikin.

Hêvî, navê hêviya ku ji dîroka me çêbûye di îroja me de ye û ronahiya ku ber bi sibê ve dirêj dibe ye. Niha dem e ku em bi hev re vê ronahiyê mezin bikin!

bottom of page