top of page
Search
Hemû Nivîs
Rewşa Kurdan li Azerbaycanê: Perspektîfa Dîrokî, Civakî û Çandî Hevpeyvînek Zanistî bi Rojnamevan Îbrahîm Elîyev re
Nivîskar : Rizgar ARYEN Ev gotar li ser bingeha hevpeyvînek ku bi rojnamevan û damezrînerê Navenda Kurd Media (Kurdish Media Center) Îbrahîm Elîyev re hatî kirin ve hatî amadekirin. Armanca vê xebatê ew e ku rewşa Kurdan li Azerbaycanê ji aliyên dîrokî, civakî, zimanî, çandî û siyasî ve were nirxandin. Di çarçoveya vê hevpeyvînê de, pirsên ku bi mijarên wekî bîra çandî, huner, bawerî, jiyana rojane, nasname, ziman, çand, kevneşopî, perwerdehî, siyaset, dîrok, erdnîgarî û jiya
Hevi Akademi
Apr 2121 min read


YEK SALÎYA AKADEMÎYA HÊVÎ PÎROZ BE
RAPORA AKADEMÎYA HÊVÎ YA SALANE 1)SEMÎNER Û BERNAMEYÊN ONLINE Di nava salekê de Akademîya Hêvî 24 Semîner û bernameyên online lidar xist. Semîner û bernameyên hatine lidar xistin 👇🏻 📌Modeenîte û netewe dewlet - Nezîr Akat 📌Di dema modernîteyê de asta teknolojîyê - Zanyar Altûn 📌Serhildanên Kurda û sîyaseta Kurd - Xidir Ûso 📌Sîyaseta neteweyî û rola ciwanan - Cano Amedî 📌Tevgera Azadî û Xalid Begê Cibrî - Tahsîn Sever 📌Serhildana Şêx Seîd’ê Kal - Seîd Veroj 📌59. Salve
Hevi Akademi
Apr 212 min read


KURDIM
Helbestvan: Dildar Pêşewa Kurdim wilo ku mirin jî nikare nasnameya min biqedîne, ez di mirinê de jî bi navê xwe dijîm.. Kurdim, ku mirin jî nikare min bi ji hebûna min veqetîne lewra nasnameya min Bi xwînê hatiye nivîsandin, Kurdim, dema dengê min hat qirkirin, ax bi xwe axivî çiya govaniya min Kir, ferîşteha mirinê qala kuştina min Şikefta qala têkoşina min kir, zinar û Latan jî parastina hebûna min kir.. Kurdim ne dawiya çîroka xwe me Ez destpêka wê me, her ku gotin Tu tu
Hevi Akademi
Apr 81 min read
TÊGEHA SOSYO-POLÎTÎK Û RÊBAZA AKADEMIYA HÊVÎ
Têgeha Sosyo-Polîtîk ew e ku behsa girêdana di navbêra qada civakî û qada sîyasî dike. Ev têgeh, nirx û hêjayîyên civakî îfade dike û di heman demê de jibo berjewendî û armancên civakî sîyasetek çareserîyê diafirîne. Tevna civakî, berdewamiya çandî û bîra kolektîf di nav xwe de dihewîne. Gava em li Kurdistanê dinerin, bi dabeşkirina erdnîgeriya Kurdistan, jibo ku serwerên mêtinkar, welatê Kurd bike perçakî welatê xwe, mixabin dest bi sîyaseta înkar û tunekirina Kurdan kirin.
Hevi Akademi
Mar 295 min read


KONFERANSA YEKÎTÎYA NETEWEYÎ YA KURDISTANÊ
Di 14’ê meha Adarê li Amedê bi rêxistin û kesayetên Kurdistanî re ji bona yekîtîya Kurdên Bakurê Kurdistanê konferansek hate lidar xistin. Berpirsiyarê Akademîya Hêvî Dilbirîn Tîrêj jî beşdarî vê konferansê bû û pêşnîyarên Akademîya Hêvî anî ser ziman. Em pêşnîyarên Akademîya Hêvî dixwazin weke nivîskî bi were parve bikin. “ Silav ji bo hemû kesên Kurdistanî... Ez endamê Akademiya Hêvî, Dilbirîn. Îro, bi li darxistina vê konferansê ku armanca wê ya sereke bidestxistina se
Hevi Akademi
Mar 254 min read
8’ê Adarê, Dîroka Roja Jinên Cîhanê
Nivîskar : Delal GUVEN Roja 8’ê Adar bi bûyerek trajîk a di destpêka sedsala 20’an de tê girêdan. Di sala 1911’an de li New York City, di fabrîkeyek de agirek mezin derket. Di wê fabrîkayê de bi piranî jinên ciwan ên karker dixebitîn. Şertên xebatê pir giran bûn. Dema ku agir dest pê kir, deriyên fabrîkayê hatibûn girtin. Xwediyên fabrîkayê ji bo ku karker dernekevin an jî tiştan nebin dizîn, deriyên derketinê koç kiribûn. Ji ber vê yekê, gelek jin nekarîn ji fabrîkayê derke
Hevi Akademi
Mar 82 min read


Têgiha Biratiya Gelan Ji Kû Derket
Nivîskar : Dilbirîn Bariş BOZKURT “Biratiya Gelan” ji bo me kurdan têgih ango sloganeke pir gengeşeyî ye. Kesên ku di siyaseta Bakurê Kurdistanê de dominant in, zêdetir —heta em dikarin bibêjin bi tenê ew— vê têgihê bi kar tînin. Aliyek ji kurdan, ji ber ku bi hestyarî girêdayî partiyan e, vê têgihê wekî pirsgirêkekê nabîne; heta di xwepêşandan û protestoyan de civaka kurd vê têgihê bêpirsiyarî (bêsual) bi kar tîne. Ez bawer im ger ewqas bi hestyarî bi partiyan ve girêdayî ne
Hevi Akademi
Mar 310 min read


ŞERÊ DI NAVBÊRA ÎRAN Û EMRÎKA Û REWŞA ROJHILATÊ KURDISTANÊ
Nivîskar: DÎYAR KURDÎ Di 28 SIBAT 2026an de li hemberî Îranê ji alîyê Emrîka û Îsraîl operasyonek berfireh hate destpêkirin. Ev operasyon ev demeke dîrêj e di rojeva cîhanê de bû. Emrîka piştî guherînên li Surî gelek cara hişyarî da rejîma Îranê û hayê wan çêkir ku heger li gorî xwestekên wan yên di derbarê sekinandina dewlemendkirina Ûranyûmê û Mûşekên Navokî yên Meddirêj de tevnegerin. ewê ji alîyê wan û Îsraîl ve li hemberî Îranê operasyonek berfireh pêkbînin. Piştî gelek
Hevi Akademi
Mar 25 min read


ŞAGIRTÊN AKADEMÎYA JOSEPH GOEBBELS Û MEDYA
Nivîskar : Cano AMEDÎ Ev demek e, ez li ser mijara medyaya netewî radiwestim û dixwazim balê bikşînim ser vê mijarê. Ev mijareke pir girîng e û di heman dem de, di warê exlaq, wîjdan û hiqûqê de birîndar e. Bandora teknîkên Goebbels û sîyaseta Dewleta Tirk li ser qada kurdî, ne tenê mijareke medyayî, di heman dem de kêşeyeke ewlehîya netewîye jî. Ji ber van sedeman, em mecburin ku bi hûrgilî li ser vê mijarê rawestin. Îro gava ku qala propagandaya reş dibe, navê Hîtler, Musso
Hevi Akademi
Feb 195 min read


BERXWEDANA 3 YÊ ÇILE 1984 AN
Nîvîskar : Cano AMEDÎ Îro salvegera berxwedana 3 Çile 1984 ya 42. ye. Îro roja ku hisên me yên bi êş û hêrsê ku derketiye asta herî bilind; nivşê civaka Kurdistanê yê herî jêhatî, çalak û xwedî armanc ku piştî berxwedana 5 Îlon 1980 carek din, li rûpelên dîrokê navê xwe nivîsand. Îro salvegera 42yan a berxwedana 3yê Çile ye ku li taxa Baxlara bajarê Amedê bi dirûşmên “Rûmeta mirovahiyê wê îşkenceyê têk bibe! Bimre mêtinkarî! Bijî berxwedana me!” bi yek dengî û bi yek dilî hat
Hevi Akademi
Jan 64 min read


Li Zîndana Amed Berxwedana 3. Çile 1984
Nivîskar : Xidir ÛSO Wek tê zanîn di dema tekoşîna çekdarî û Otonomîya Başûrê Kurdistanê, li perçê din û bi taybetî li Bakurê Kurdistanê jî tevgera Kurd di salên 1960`an bi avabûna PDKT û DDKO`yan, di salê 1970`yan avabûna weşanxane û partiyên Kurd yên serxwebûnxwaz tevgera Kurd bû girse û pêşde ket. Ji bo ku armanca dewleta Tirk asîmîlasyon û tunekirina miletê Kurd bû, ev rêxistinî, xebat û çalakiya tevgera Kurd, dewleta Tirk xist nava tirs û fikaran. Dewleta tirk, ji bo piş
Hevi Akademi
Jan 44 min read


LI KURDISTANÊ PÎROZBAHIYA SERSALÊ
Nivîskar: XIDIR ÛSO Êvara sersalê, (13.01.) herkes li gorî rewşa xwe tevdîra xwe dike: Xwarin, fêkî û şêranîyên xwe amade dikin. Li her mal gund û bajarî, heval û hogir, lêzim û zeyî li hev vedihewin; bi saz û sazende, bi dengbêj û stran, bi lîstik, şano hirboqî, bi pêkenok, zalve û qerfan sersala xwe pîroz dikin. Li her şênîyê Kurdistanê, xortên jêhatî, şeg û bi huner xwe didin hev, dest bi amadeyî û provayên şano û dîyalogên pêşandana pîrozbahîya sersalê dikin. Sersal ji b
Hevi Akademi
Dec 30, 20255 min read


RÊXISTIN, ÇANDA RÊXISTINÊ Û XEBATA KOLEKTÎF
Nivîskar : Diyar KURDÎ RÊXISTIN Ger meriv endamê welat û neteweyek kolonî be, ew netew di bin esaret, asîmîlasyon û helandina tunekirinê de be, wek her endamekî wê civakê, meriv jî rasterê hêsîr e û di bin wê tade û esaretê de ye. Wê gevê mîna her endamekî wê civakê yê xwedî berpirsiyarî, divê ez hebûna xwe, zimanê, xwe, çanda xwe, welat û civaka xwe biparêzim. Jibo ku em her yek bi serê xwe nikarin doza welatekî çareser bikin, pirsgirêk ya civakekê ye, wê gavê em mecbûr in k
Hevi Akademi
Dec 29, 20256 min read


CIL Û BERGÊN NETEWÎ YÊN KURDÎ: NASNAME, BÎR, BERXWEDAN Û BERDEWAMÎ
Nivîskar : Rizgar ARYEN Destpêk Di naskirina neteweyekê de, sînorên erdnîgarî, dewlet an jî belgeyên fermî tenê şertên sînorî ne. Tişta ku neteweyan bi rastî didome û bi demê re diparêze, bîra civakî û şertên veguhastina wê ne. Ev bîr carinan di zimanê de tê xuyang kirin, carinan di muzîkê de û carinan jî di cil û bergê de. Cil û bergên netewî yên Kurdî ne tenê şêwazeke lixwekirinê ne. Ew encama şertên dîrokî, erdnîgarî, bawerî, civakî û berxwedanê ne. Ji ber vê yekê, ew nika
Hevi Akademi
Dec 21, 20254 min read


KONFERANSA NAVNETEWÎ
Nivîskar : Diyar Kurdî Roja Şemî, 13ê Kanûna Paşîn 2025 Konferansek Navtewî bi navê “Ewê pêşeroja Rojava çi be” Ji aliyê Enstîtûya Kurdî ya Parîsê ve hate lidarxistin. 13.12.2025 Roja Şemiyê li bajarê Parîsê bi navê “Quel avenir pour Rojava (Ewê pêşeroja Rojava çi be)” konferansek hate lidarxistin. Ev konferans ji aliyê Enstituya Kurdî ya Parîsê ve hate lidarxistin . Konferans ji du beşa pêk hat. Beşa yekemîn bi navê “Sûriye salek piştî hilweşîna dîktatoriya Baasê” hate lidar
Hevi Akademi
Dec 14, 20252 min read


XWE-ZA LANDIKA MIROVAHIYÊ YE
Nivîskar: RIZGAR ARYEN Dînê herî kevn Xwe-za perestî ye. Çawa ku her kesekî heye dayikek, dayika me kurdan jî Xwe-za ye, ewî nav li me kir û bo me gote kurd. Îro em dibêjin Navê mirov, şerefa mirov e lê hin serdem hebûne ku navê pir tiştan hebûne lê mirov bê nav bûne. Em spasdarê wan bê navan in ku piştre dest bi nav danîna hev jî kirine û bi navên xwe va mezin bûne û beşe Neteweyên cîhanê derketine holê. Navê mirov şerefa mirov e û mirov tenê bi navên xwe dibin xwedî nasnam
Hevi Akademi
Dec 11, 20255 min read


NETEW DEWLET
Nivîskar : Nezîr AKAT Me di civîna xwe ya yekem de proseya avakirina Netew-dewletê anîbû zimên. Ji serdema keşîfên mezin wek Emerîkayê, şerê Ewropayê yê sîh salî ku bi bawerîya min bingehê Netew-dewletê li Ewropayê amade kirîye, herweha pêvajoya avakirina serxwebûna Emerîkayê û şoreşa Fransayê anîbû zimên. Li Hêvî Akademîyê binêre. Pêvajoya Ronesansê ku di sedsala 14-15an de û serdema Ronahîyê ya 16-17an li ewropayê û li rojavayê cîhanê proseya netawayetî bihêztir kir. Mafê t
Hevi Akademi
Nov 27, 202513 min read


Eşkerekirina sîstema serweriya tirk û helwesta Kurd
Nivîskar: Xidir ÛSO Heta em wek Kurd xwe bispêrin yasayên tirk, bi dilê xwe beşdarî dezgeh û sazîyên serwerîya dewleta tirk bibin, berjewendîyên xwe yên kesane di ser berjewendîyên neteweyî re bigirin, li dij vê dewleta zordar nebin xwedîyê helwestek netewî, tenê emê bibin pergalê meşrûkirina serwerîya vê dewletê. Komara tirk, ji alî brokrat û leşkerên ordîya Osmanî, bi destûr û alîkarîya Îngîlîz û Fransizan hat avakirin. Rêvebirên vê komarê, ji bo ku bi giranî dewşirme bûn;
Hevi Akademi
Oct 28, 20254 min read


Erka tevgera Kurd yekîtîya netewî ye
Nivîskar : Hamdusena DEMÎREL Dused sal e ku miletê kurd tekoşîna azadiya Kurdistanê dide. Di vê demê de, miletê me di bin zordarîya dagirkeran de gelek zehmetî kişandiye. Li dadgehên dagirkeran, di bin darê zorê û di bin darazên bêrehm ên dozgêr û dadwerên xwînmij de, miletê kurd bi dengekî bilind tekoşîna doza Kurdistanê ragihandiye. Ev doz, ne bi lêdan û îşkenceyên giran, ne jî bi dengê gule û topbaranên ku tu carî ji kolanên welatê me kêm nebûye, nekarîbûye were temirandin
Hevi Akademi
Oct 28, 20252 min read


Hewraman: Mertala Şîn a Çiyan
Nivîskar : Zanyar ALTÛN Li ser sînga asê ya çiyayên Zagrosê, li wir warê kevnar ê Hewramanê mîna tacekê rûniştiye. Malên wê yên ji kevir, mîna peyvên destaneke bêdawî, li ser milên hev hildikişin ezmên. Di nav vê rengê gewr û qehweyî yê ax û zinar de, sirrek biriqandî heye ku mîna çavekî asîmanî dibiriqe: Şîna kûr a derî û pencereyan. Ev ne tenê boyaxek e ku ji bo bedewiyê hatiye lêxistin; ev rengek e ku ji kûrahiya bîra mirovahiyê, ji dilê mîtolojiyê û ji giyanê xwezaya Kur
Hevi Akademi
Oct 25, 20252 min read


bottom of page
