8’ê Adarê, Dîroka Roja Jinên Cîhanê
- Hevi Akademi
- Mar 8
- 2 min read

Nivîskar : Delal GUVEN
Roja 8’ê Adar bi bûyerek trajîk a di destpêka sedsala 20’an de tê girêdan.
Di sala 1911’an de li New York City, di fabrîkeyek de agirek mezin derket.
Di wê fabrîkayê de bi piranî jinên ciwan ên karker dixebitîn.
Şertên xebatê pir giran bûn.
Dema ku agir dest pê kir, deriyên fabrîkayê hatibûn girtin.
Xwediyên fabrîkayê ji bo ku karker dernekevin an jî tiştan nebin dizîn, deriyên derketinê koç kiribûn.
Ji ber vê yekê, gelek jin nekarîn ji fabrîkayê derkevin.
Hin ji wan di nav agir de mirin, hin jî ji paceyan xwe avêtin da ku xwe ji agir rizgar bikin.
Di vê trajediyê de 126 karkerên jin jiyana xwe winda kirin.
Ev bûyer li Amerîkayê û li cîhanê şokek mezin çêkir.
Ji wê demê ve, têkoşîna jinan û karkeran li cîhanê bêtir xurt bû.
Dema em dîrokê binêrin… hîn jî dîtin ku jin, li her welatê… ji bo maf û azadiya xwe têkoşîn kirin.
Ji bo ku bi nîqaş û têkoşîna wan… em dikarin nîşan bidin çawa jin… di her dem de hêz û rûmet heye.
Lê dema em li ser Roja Jinê diaxivin, em divê jî bîr bînin ku jinên Kurd jî di dîroka xwe de têkoşînek dirêj kirine.
Di Kurdistanê de jin ne tenê di malê de, lê di berxwedan û azadiyê de jî rolek girîng girtine.
Têkoşîna Jinên Kurd û Bedelan
Di dîroka Kurdistanê de, jinên me ne tenê di mal û malbat de xebitînek dirêj nekirin. Ew di berxwedan, azadi û mafê xwe de jî rolê girîng girtine.
Ji bedelên mezin re xilas nebûn; hin ji wan jiyana xwe li dijî zulm û tawan dan, hin jî azadî û rûmetê xwe bi hêzdarî û cesaret parastin.
Ew hem di nav civakê de, hem di siyaseta gelê xwe de şehîd û sembol bûn.
Leyla Qasim, Dayîka Salihe û Dayîka Zerîfe tenê nimûneyên wê hêza berxwedanê ne.
Di sala 2014’an de, jinên YPJê li dijî têkoşîna IŞÎDê berdan û xwe li ber dijwariyan berdan, wekî nişanê ku têkoşîna jinan her dem bidawî nabe.
Ev dîrok û bedelan nîşan didin ku jin, bi hêz û rûmet, dikarin her dijwarî berdin û xwe avakirin. Her jin dikare di xwendinê, çand û zanistê de xwe pêşve bibîne, azadî û rûmetê xwe bi kar û têkoşînê biçîne. Ji vê re, rojên me yên îro jî dikarin ji dîroka xwe fêr bibin, xewnên xwe bi hêz û îradeyê bigirin, û di her qadê de berxwedanê xwe nîşan bidin.



Comments