top of page
Search

Dîrok
Salvegera Peymana Lozanê
Di 24ê Tîrmeha 1923-an de Peymana Lozanê di navbera Brîtanya, Fransa, Tirkiyê, Îtalyayê, Yewnanistanê, Japonyayê, Romanyayê û Yugoslavyaya wê demê de hate îmzekirin. Ev peyman di dîroka Rojhilata Navîn de bû yek ji girîngtirîn peymanên siyasî yên sedsala bîstan. Îsal sed û sê sal ji îmzekirina Peymana Lozanê derbas bûne. Li gorî me, ev peyman ji bo gelê Kurd û Kurdistanê encamên giran derxistiye û bûye sedem ku Kurdistan careke din di navbera çend dewletan de were dabeşkirin.
Hevi Akademi
Jul 241 min read


Bîranîna serok û qehremanên neteweyî, zindîkirinadîrokê, dilsoziya doza wan û berpirsiyariya pêşerojê
Nivîskar: Nezîr AKAT Ji doh hetanî îro dagîrkerên Kurdistanê serhildan û serokên Kurdan bi tohmetan tawanbar kirine. Ji aîyekî din jî, kes û tevgerên bi navê kurdan tevgeran, serhildan, serok û qehremanên kurdan bi heman tohmetan tawanbar dikin. Lê ew ji neyaran bêtir bîra Kurdî bêrûmet dikin, Herdû alî jî bi heman sedemên lihevkirî, tunekirina hafizeya neteweyî ji xwe re kirine armanc. Berevajî vê, cîyê şanazîyê ye ku îro trvgera Kurdistanî xwedî li paşeroja xwe ya neteweyî

Nezîr AKAT
Jul 224 min read
Celadet Elî Bedirxan (1893–1951)
Îro 75emîn salvegera koça dawî ya zimanzan, nivîskar û damezrînerê alfabeya Kurdî ya latînî, Mîr Celadet Elî Bedirxan e. Ew di 26'ê Nîsana 1893'an de li Stenbolê ji dayik bû û di 15'ê Tîrmeha 1951'an de li Şamê koça dawî kir. Di jiyana xwe de ew yek ji kesayetiyên herî girîng ên ziman û çanda Kurd bû. Jiyana wî Celadet ji zarokatiyê ve di şertên siyasî û derbideriyê de mezin bû. Di dema ciwaniya xwe de neçar ma ku ji welat dûr bikeve û li cihên cuda bijî. Di salên 1930'an de
Hevi Akademi
Jul 152 min read


Dr. Ebdulrehman Qasimlo (1930–1989)
Dr. Ebdulrehman Qasimlo di 22'ê Kanûna Pêşîn 1930'an de li Urmiyê ji dayik bû. Her çend ji malbatek dewlemend bû, lê ji zarokatiya xwe ve bi êş û giraniya jiyana gelê Kurd hestiyar bû. Di 15 saliya xwe de beşdarî çalakiyên siyasî bû û di sala 1945'an de di damezrandina Yekîtiya Ciwanên Demokratên Kurdistana Îranê de rol girt. Piştî têkçûna Komara Kurdistanê ya Mihabadê, xebata xwe ya siyasî bi awayekî veşartî domand û bû endamê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê. Ji wê demê û
Hevi Akademi
Jul 132 min read


Berî niha bi 64 sal berê weke îro Serok Mesûd Barzanî bû Pêşmerge !
Nivîskar: Dîyar Kurdî Di sala 1946 an li Mahabadê di bin sîya alaya Kurdistanê çavê xwe li jîyanê vekir… Nêvîyê jiyana wî di nava şer de derbas bû kalikên wî li hemberî osmanî û îngîlîzan şer kir ew jî nêvîyê emrê xwe bi şerê li hemberî xulamê wan re derbas kir. Di nava pergala cîhanê ya du alîyan -Sovveyet û Rojavayîyan- de ew şerê hebûn û tunebûnê da meşandin. Cîh hat xwest bawerî Sovyetê bike lê dizanîbû bê Yekîtîya Sovyetan li Mahabadê çi anîne serê Kurda ! bê çare ma… cî

Dîyar KURDÎ
May 202 min read


Têgiha Biratiya Gelan Ji Kû Derket
Nivîskar : Dilbirîn Bariş BOZKURT “Biratiya Gelan” ji bo me kurdan têgih ango sloganeke pir gengeşeyî ye. Kesên ku di siyaseta Bakurê Kurdistanê de dominant in, zêdetir —heta em dikarin bibêjin bi tenê ew— vê têgihê bi kar tînin. Aliyek ji kurdan, ji ber ku bi hestyarî girêdayî partiyan e, vê têgihê wekî pirsgirêkekê nabîne; heta di xwepêşandan û protestoyan de civaka kurd vê têgihê bêpirsiyarî (bêsual) bi kar tîne. Ez bawer im ger ewqas bi hestyarî bi partiyan ve girêdayî ne

Dilbirîn TÎRÊJ
Mar 310 min read


BERXWEDANA 3 YÊ ÇILE 1984 AN
Nîvîskar : Cano AMEDÎ Îro salvegera berxwedana 3 Çile 1984 ya 42. ye. Îro roja ku hisên me yên bi êş û hêrsê ku derketiye asta herî bilind; nivşê civaka Kurdistanê yê herî jêhatî, çalak û xwedî armanc ku piştî berxwedana 5 Îlon 1980 carek din, li rûpelên dîrokê navê xwe nivîsand. Îro salvegera 42yan a berxwedana 3yê Çile ye ku li taxa Baxlara bajarê Amedê bi dirûşmên “Rûmeta mirovahiyê wê îşkenceyê têk bibe! Bimre mêtinkarî! Bijî berxwedana me!” bi yek dengî û bi yek dilî hat

Cano AMEDÎ
Jan 64 min read


Li Zîndana Amed Berxwedana 3. Çile 1984
Nivîskar : Xidir ÛSO Wek tê zanîn di dema tekoşîna çekdarî û Otonomîya Başûrê Kurdistanê, li perçê din û bi taybetî li Bakurê Kurdistanê jî tevgera Kurd di salên 1960`an bi avabûna PDKT û DDKO`yan, di salê 1970`yan avabûna weşanxane û partiyên Kurd yên serxwebûnxwaz tevgera Kurd bû girse û pêşde ket. Ji bo ku armanca dewleta Tirk asîmîlasyon û tunekirina miletê Kurd bû, ev rêxistinî, xebat û çalakiya tevgera Kurd, dewleta Tirk xist nava tirs û fikaran. Dewleta tirk, ji bo piş

Xidir ÛSO
Jan 44 min read


LI KURDISTANÊ PÎROZBAHIYA SERSALÊ
Nivîskar: XIDIR ÛSO Êvara sersalê, (13.01.) herkes li gorî rewşa xwe tevdîra xwe dike: Xwarin, fêkî û şêranîyên xwe amade dikin. Li her mal gund û bajarî, heval û hogir, lêzim û zeyî li hev vedihewin; bi saz û sazende, bi dengbêj û stran, bi lîstik, şano hirboqî, bi pêkenok, zalve û qerfan sersala xwe pîroz dikin. Li her şênîyê Kurdistanê, xortên jêhatî, şeg û bi huner xwe didin hev, dest bi amadeyî û provayên şano û dîyalogên pêşandana pîrozbahîya sersalê dikin. Sersal ji b

Xidir ÛSO
Dec 30, 20255 min read


CIL Û BERGÊN NETEWÎ YÊN KURDÎ: NASNAME, BÎR, BERXWEDAN Û BERDEWAMÎ
Nivîskar : Rizgar ARYEN Destpêk Di naskirina neteweyekê de, sînorên erdnîgarî, dewlet an jî belgeyên fermî tenê şertên sînorî ne. Tişta ku neteweyan bi rastî didome û bi demê re diparêze, bîra civakî û şertên veguhastina wê ne. Ev bîr carinan di zimanê de tê xuyang kirin, carinan di muzîkê de û carinan jî di cil û bergê de. Cil û bergên netewî yên Kurdî ne tenê şêwazeke lixwekirinê ne. Ew encama şertên dîrokî, erdnîgarî, bawerî, civakî û berxwedanê ne. Ji ber vê yekê, ew nika

Rizgar ARYEN
Dec 21, 20254 min read


XWE-ZA LANDIKA MIROVAHIYÊ YE
Nivîskar: RIZGAR ARYEN Dînê herî kevn Xwe-za perestî ye. Çawa ku her kesekî heye dayikek, dayika me kurdan jî Xwe-za ye, ewî nav li me kir û bo me gote kurd. Îro em dibêjin Navê mirov, şerefa mirov e lê hin serdem hebûne ku navê pir tiştan hebûne lê mirov bê nav bûne. Em spasdarê wan bê navan in ku piştre dest bi nav danîna hev jî kirine û bi navên xwe va mezin bûne û beşe Neteweyên cîhanê derketine holê. Navê mirov şerefa mirov e û mirov tenê bi navên xwe dibin xwedî nasnam

Rizgar ARYEN
Dec 11, 20255 min read


Dr. Ebdulrehman Qasimlo
Dr. Ebdulrehman Qasimlo, rêberê bîrdar û nemir ê miletê Kurd e. Dengê ku li Viyanayê hat bêdengkirin, ne tenê dengê mirovekî bû; ew dengê daxwazên aştiyane û rewa yên Kurdistanê bû. Bîranîna wî, ne tenê nihêrîna rabirdûyê ye; ew têkoşîna ji bo statuya gelê Kurd berdewamkirin û li hemberî dewletên dagirker ên ku nasnameya me înkar dikin bi serbilindî rawestandin e. Em, ji cihê ku Qasimlo lê ket, rabûn. Xeyalên wî, wê bibin rastiya me. Dr. Qasimlo, kevirê bingehîn ê têkoşîna ne
Hevi Akademi
Jul 13, 20251 min read


Hemid Gezginci
Rêheval Hemid Gezginci, di sala 1954 de li gundê Girherîn yê bi ser navenda Mêrdîn ji dayik bû. Piştre mala wî li Qosar ji xwe re xanî kirîn û li wir bi cîh bûn. Hemîd kurê malek xizan ku bi sazbendîya dawetan debara xwe dikir. Bavê wî Mihemed sazbendekî hosta û jêhatî bû. Hemû lawên xwe jî fêrî hunera xwe kir. Hemîd kurê wî yê mezîn bû. Bi hunera saz lêdan û sitranên Kurdî bavê xwe jî derbas kir. Di nava gel de wek Hemîdo dihat naskirin. Hemîdo, bi gelemperî bi heqê xwe li d
Hevi Akademi
Jun 28, 20252 min read


BINGEHA AKADEMÎYA HÊVÎ HIŞBENDÎYEK KOLEKTÎF Û HEVBEŞ E
NIVÎSKAR : DÎYAR KURDÎ Akademîya Hêvî armanc dike kû hemû ciwanên Kurd li dora hişmendîyek neteweyî bicivin û bikarîbin xwe bi xwe...
Hevi Akademi
Jun 5, 20252 min read
SERMÎNERA SERHİLDANÊ KURDA Û SÎYASETA KURD
DESTPÊKA SEDSALA 20AN REWŞA KURDAN Di sedsala 19an de Împaratoriya Osmanî dest bi merkezîbûna Împaratorîyê kir. Ji bo ku dawî li xweserîya mîrîtî û eşeretên Kurd anî, gelek serhildan û berxwedan çêbûn.* Ji bo kontrola dewletê li ser eşîretan, ji salên 1890an de dewleta Osmanî, ji aliyekî Mektebên Eşîreta vekir û ji alî din jî bi taybetî ji eşîretên Kurd Alayên Hemîdî avakir. Di heman dem de li Ewropa Rojava sermîyandarî kemilî bû û li destxistina bazaran digeriyan. Bi alîkari

Xidir ÛSO
May 24, 202513 min read


bottom of page
