top of page
Search

Çand
Rewşa Kurdan li Azerbaycanê: Perspektîfa Dîrokî, Civakî û Çandî Hevpeyvînek Zanistî bi Rojnamevan Îbrahîm Elîyev re
Nivîskar : Rizgar ARYEN Ev gotar li ser bingeha hevpeyvînek ku bi rojnamevan û damezrînerê Navenda Kurd Media (Kurdish Media Center) Îbrahîm Elîyev re hatî kirin ve hatî amadekirin. Armanca vê xebatê ew e ku rewşa Kurdan li Azerbaycanê ji aliyên dîrokî, civakî, zimanî, çandî û siyasî ve were nirxandin. Di çarçoveya vê hevpeyvînê de, pirsên ku bi mijarên wekî bîra çandî, huner, bawerî, jiyana rojane, nasname, ziman, çand, kevneşopî, perwerdehî, siyaset, dîrok, erdnîgarî û jiya

Rizgar ARYEN
Apr 2121 min read


LI KURDISTANÊ PÎROZBAHIYA SERSALÊ
Nivîskar: XIDIR ÛSO Êvara sersalê, (13.01.) herkes li gorî rewşa xwe tevdîra xwe dike: Xwarin, fêkî û şêranîyên xwe amade dikin. Li her mal gund û bajarî, heval û hogir, lêzim û zeyî li hev vedihewin; bi saz û sazende, bi dengbêj û stran, bi lîstik, şano hirboqî, bi pêkenok, zalve û qerfan sersala xwe pîroz dikin. Li her şênîyê Kurdistanê, xortên jêhatî, şeg û bi huner xwe didin hev, dest bi amadeyî û provayên şano û dîyalogên pêşandana pîrozbahîya sersalê dikin. Sersal ji b

Xidir ÛSO
Dec 30, 20255 min read


CIL Û BERGÊN NETEWÎ YÊN KURDÎ: NASNAME, BÎR, BERXWEDAN Û BERDEWAMÎ
Nivîskar : Rizgar ARYEN Destpêk Di naskirina neteweyekê de, sînorên erdnîgarî, dewlet an jî belgeyên fermî tenê şertên sînorî ne. Tişta ku neteweyan bi rastî didome û bi demê re diparêze, bîra civakî û şertên veguhastina wê ne. Ev bîr carinan di zimanê de tê xuyang kirin, carinan di muzîkê de û carinan jî di cil û bergê de. Cil û bergên netewî yên Kurdî ne tenê şêwazeke lixwekirinê ne. Ew encama şertên dîrokî, erdnîgarî, bawerî, civakî û berxwedanê ne. Ji ber vê yekê, ew nika

Rizgar ARYEN
Dec 21, 20254 min read


XWE-ZA LANDIKA MIROVAHIYÊ YE
Nivîskar: RIZGAR ARYEN Dînê herî kevn Xwe-za perestî ye. Çawa ku her kesekî heye dayikek, dayika me kurdan jî Xwe-za ye, ewî nav li me kir û bo me gote kurd. Îro em dibêjin Navê mirov, şerefa mirov e lê hin serdem hebûne ku navê pir tiştan hebûne lê mirov bê nav bûne. Em spasdarê wan bê navan in ku piştre dest bi nav danîna hev jî kirine û bi navên xwe va mezin bûne û beşe Neteweyên cîhanê derketine holê. Navê mirov şerefa mirov e û mirov tenê bi navên xwe dibin xwedî nasnam

Rizgar ARYEN
Dec 11, 20255 min read


Hewraman: Mertala Şîn a Çiyan
Nivîskar : Zanyar ALTÛN Li ser sînga asê ya çiyayên Zagrosê, li wir warê kevnar ê Hewramanê mîna tacekê rûniştiye. Malên wê yên ji kevir, mîna peyvên destaneke bêdawî, li ser milên hev hildikişin ezmên. Di nav vê rengê gewr û qehweyî yê ax û zinar de, sirrek biriqandî heye ku mîna çavekî asîmanî dibiriqe: Şîna kûr a derî û pencereyan. Ev ne tenê boyaxek e ku ji bo bedewiyê hatiye lêxistin; ev rengek e ku ji kûrahiya bîra mirovahiyê, ji dilê mîtolojiyê û ji giyanê xwezaya Kur

Zanyar ALTUN
Oct 25, 20252 min read


Qewmê Pezkovî: Çîroka Gelê Kurd, Kûrahiya Dîrokê û Rihê Çiyayên Pîroz
Nivsîkar: Welat KÖSTEKÇÎ Destpêk: Wateya Qewmê Gava ku em behsa gelê Kurd dikin, em bi gelên herî kevnar ên Mezopotamya û Rojhilata Navîn re rû bi rû dimînin. Jiyana Kurdan, çand û dîroka wan her dem bi çiyayên bilind û asê yên wekî Zagros û Toros ve girêdayî ye. Ev girêdan, ne tenê cografîk e, lê di heman demê de felsefî û ruhî ye. Lewma, navê Qewmê Pezkovî ji bo wan navdêreke hêja ye. Pezkovî, ajalek e ku li lûtkeyên herî dijwar dijî, xwe ji her cure xetereyê diparêze û
Hevi Akademi
Oct 19, 20253 min read


"Zagros: Çiyayê Ku Roj Hildidê — The Mountain That Birthed the Sun"
Nivsîkar : Zanyar ALTUN "Zimanê Erdê: Çawa Zimanê Kurdî ji Piştê Zagrosê Derket" Di destpêkê de, ne tîp hebû, ne pirtûka rêzimanê, ne sînor hebû. Tenê agir, ax, tov, av û roj hebûn. Û li cihê ku ew hev dikirin, jiyan derket - paşê bîr, û paşê ziman. Ev cihê hevdîtinê navê wê Zagros bû: ne tenê rêzika çiyayan, lê hişmendî. "Za-Gr-Ros" - çiya ku rojê dide dayîn. Bi Kurdî em dikarin bibêjin, "Çiyayê ku roj hildidê," an jî bi zimanê helbest: "rêzika ku li wir ronahî tê dayîn." J

Zanyar ALTUN
Jul 22, 20254 min read


bottom of page
