top of page

Divê siyasetmedar çawa bin?

  • Writer: Hevi Akademi
    Hevi Akademi
  • Jul 23
  • 2 min read
ree

Nivîskar : Bûbê Eser


Siyasetmedar ew kes in ku ji bona azadî û serxwebûna gelê xwe bê ku berjewendiya sexsî bifikirin, kar û xebatê dikin e.

Siyasetmedar ew kes in ku ji bona azadiya gelê xwe, bi fikir û ramanên xwe, bi cesaret û bi zanabûna xwe li pêş in.

Siyasetmedar ew kes in ku bêhn fireh û dûr bînin.

Siyasetmedar ew kes in ku hevalên xwe di nêviyê rê de nahêlin û bi karên berradayî re mijûl nabin.

Siyasetmedar ew in ku bi nerîn û dîtinên xwe, pêşiya xebatên siyasî vedik in, endamên xwe zana dike. Ji bona azadî û serxwebûna gelê xwe bê westan di nava kar dene.

Siyasetmedar ew kesên ku bikaribin, nivîskar û rewşenbîrên xwe guhdarî bikin û di qada xebatê de, li ser nivîs, gotin û pêşniyarên wan rawestin.

Siyasetmedar ew in ku berjewendiya gelê xwe bi ser her tiştekî xwe re girtin e.

Siyasetmedar ew in ku bikaribin astengî û problemên nava endaman çareser bikin û xweşbîniyê di nava wan de geş bikin.

Siyasetmedar ew in ku bi xebat û hewlên xwe, ji bona tevgerek xurtir pêşiya ciwanan vekin ku ew di rêvebiriya partiyê de cih bigirin û ji ciwanan re bibin alîkar da ku ew azad û rehet xebatê bikin e.

Siyasetmedar ew in ku ji bona çalakbûn û berpirsî girtina jinan xebatê dikin e.

Siyasetmmedar ew in ku, ji endamên xwe zanetir û wêrektir bin.

Mirov dikare vê zêdetir jî bike, kêmaniyên hatibin ji bîr kirin xwendevan bi xw dikarin lê zêde bike.

Lê divê neyê ji bîrkirin ku ciwan hebûna neteweya xwe ne. Bi ked û xebatên wan yên xweser, dikarin miletê xwe ê bindest bighêjînin azadiya wî û welatê xwe ê azadkirî jî avadan bikin

 
 
 

Komentáře

Hodnoceno 0 z 5 hvězdiček.
Zatím žádné hodnocení

Přidejte hodnocení
bottom of page