Erka tevgera Kurd yekîtîya netewî ye
- Hevi Akademi
- Oct 28
- 2 min read

Nivîskar : Hamdusena DEMÎREL
Dused sal e ku miletê kurd tekoşîna azadiya Kurdistanê dide. Di vê demê de, miletê me di bin zordarîya dagirkeran de gelek zehmetî kişandiye. Li dadgehên dagirkeran, di bin darê zorê û di bin darazên bêrehm ên dozgêr û dadwerên xwînmij de, miletê kurd bi dengekî bilind tekoşîna doza Kurdistanê ragihandiye. Ev doz, ne bi lêdan û îşkenceyên giran, ne jî bi dengê gule û topbaranên ku tu carî ji kolanên welatê me kêm nebûye, nekarîbûye were temirandin. Ne dadgehên îstîklalê, ne derbeyên leşkerî, ne torosên sipî, ne jî celladên rûpoş yên li ser zirxpoşan nekarîbûne meşaleya tekoşîna azadiyê ji destê miletê me bistînin.
Miletê kurd, ne di demên dijwar de, ne jî di şertên herî zor de serî li ber dagirkeran netewandiye. Di bin zilm, zordarî, jenosîd, êrîşên kîmyewî û kiryarên nemirovane de, li her beşekî berbi azadiya xwe ve meşiyaye. Bi fedakarîyeke bêhempa û bi xweragiriyeke rasteqîn, durişma azadiyê her dem qîrîyaye.
Lê ev fedakarî û berdêlên mezin ji bo çi bûn? Bersiv zelal e: ji bo serxwebûn û azadiyê. Azadiya ku em dused sal e di berde berdêlên giran didin, ew e ku em jî wek miletên din, li ser axa xwe, di bin sîwana ala xwe de, bêyî gef û tehdîtên hêzên serdest, bêyî îşkence û cezayên curbecur, bi rûmet bijîn.
Mixabin, dewleta dagirker û hevkarên wê, "judenratên kurd", bi navê “paradîgma,”"Tirkiyeya bê teror," "pêvajoya aştiyê" an jî "civaka demokratîk," hewl didin ku statukoya heyî biparêzin û miletê kurd ji maf û azadîyê bêpar bihêlin, bihelînin û di nava pelê dîrokê de wenda bikin.
Di vê rewşa dijwar de, barekî giran dikeve ser milê tevger, rêxistin û partiyên Kurdistanî. Li bakurê Kurdistanê kurd, bi gelemperî tenê karîbûne "celladê xwe" hilbijêrin. Bi xapandin û manîpulasyona xayinên kurd, zaroyên kurd hatine xapandin, ji dêbla meşa rizgarîyê, bêhayî xwe li dijî berjewendîyê miletê xwe hatiye bikaranîn, da ku statukoya heyî were parastin. Ev xiyaneta bi plan, bi awayekî sîstematîk, hêza tekoşîn û rizgarîya miletê kurd lawaz kiriye, zanîn û armanca wî ya netewî û dîrokî şolî kiriye, di nava miletê kurd de dabeşî û bêhêvîtî çêkiriye.
Ji bo çareserîya vê rewşê, divê tevger, rêxistin û partiyên Kurdistanî cudahiyên xwe bidin aliyekî û di bin sîwaneke millî de kom bibin. Ev sîwana millî ji bo bersivdana daxwazên rewa yên miletê kurd û rizgarkirina wî ji xefka dewleta dagirker û “judenratên” kurd pêwîstiyeke bingehîn e. Avakirina sîwaneke millî ne tenê stratejiyeke siyasî, lê di heman demê de erkekî exlaqî ye. Bi vê yekîtiyê, miletê kurd dikare li hember manîpulasyonên dewletê û hevkarên wê bisekine, da ku fedakariyên wî vala neçin û tekoşîna wî ya ji bo azadiyê bi ser bikeve.




Comments