Hemid Gezginci
- Hevi Akademi
- Jun 28
- 2 min read

Rêheval Hemid Gezginci, di sala 1954 de li gundê Girherîn yê bi ser navenda Mêrdîn ji dayik bû. Piştre mala wî li Qosar ji xwe re xanî kirîn û li wir bi cîh bûn. Hemîd kurê malek xizan ku bi sazbendîya dawetan debara xwe dikir. Bavê wî Mihemed sazbendekî hosta û jêhatî bû. Hemû lawên xwe jî fêrî hunera xwe kir. Hemîd kurê wî yê mezîn bû. Bi hunera saz lêdan û sitranên Kurdî bavê xwe jî derbas kir. Di nava gel de wek Hemîdo dihat naskirin. Hemîdo, bi gelemperî bi heqê xwe li dawetan li saz dixist. Bi qezenca sazê xwe zewicî, debara xwe û ya mala bavê xwe dikir.
Sempatîya rêheval Hemîdo her tim ji doza Kurdistan re hebû. Lê ji bo ku dibistan nexwendibû û wer bi karê hunerî mijûl bû, zêde ji sîyasetê fam nedikir. Di sala 1977 an pêwendîya wî bi hin endamê PDKT/KUK re çêbû û piştre bû alîgirekî vê rêxistinê yê bi biryar. Gelek caran bi endamên KUK re li gundan karê propaganda û ajîtasyonê dimeşand. Beşdarî civîn, xebata perwerdehî û çalakîyên Komelê dibû. Hemîdo, dest bi sitranên netewî û sîyasî yê şoreşgêrî kir, êdî ne wek sazbendekî dawetan, mîna hunermendekî sîyasî bala gel kişand û hat hezkirin. Li herêmê Hemîdo wek bilbilê Kurdistanê hat naskirin. Wî bi sazê xwe, êdî him debara xwe dikir û him jî pê propaganda netewî dikir.
Rêheval Hemîdo, di şerê KUK û PKK de wek mîlîtanekî KUK helwest girt. Him ew bi xwe û him bi girtina ser mala wî, ji alî PKK ve çar-pênc cara hat gullebarandin. Lê ji wan êrîşan sax filitî.
Berî hatina cunta faşîst ya 12 Îlon, di 28.04.980 hevalê Hemîdo ji endamtîya KUK hat girtin û 5 sala di zîndana Amed ya 5 Nolî de ma. Çendîn îşkence lê kirin jî Hemîdo li tu hevalê xwe mukur nehat. Li hember hemû îşkence û zordarîyan, di hemû serhildan û berxwedanan de Hemîdo li zîndana Amed bi mêrxasî li berxwe da. Di demê berxwadanê de, wek herkesî li berxwe dida û gelek caran Hemîdo jî avêtên Qawîşa ku ji 40 hucreyan pêk dihat. Her êvar ji bo moral bide berxwedarên hucrê, Hemîdo bi wî dengê xwe yê wek zengil, sitran û merşên netewî digot! Hemîdo li zîdanê fêrî xwendin û nivîsandinê jî bû. Êdî sitranên xwe wî çêdikir û dinivîsand. Di 27.02.1984 ji zîndana Amed hat berdan.
Piştî ku rêheval Hemîdo ji zîndanê hat berdan, derbasî Binxetê bû û demekê li Başûrêrojavayê Kurdistanê ma. Ji ber egerê debara malbata xwe bi şûnde vegerîya û dîsa li şahî û dawetan karê hunermendîyê meşand. Lê ji bo ku sitranên netewî û sîyasî digot, ji alî hêzên dewletê yên paramîlîter wek JÎTEM û HÎzbullah çend caran gef lê hat xwarin. Carekê jî bi daran ew xistin koma. Lê wî dev ji helwesta xwe ya netewî berneda; loma di roja 28 Îlon 1993 de ew qetil kirin. Ew şehîdekî Kurdistan e û dê herdem di tekoşîna gelê Kurd de bijî.
(JI PIRTÛKA NASNAMEYA ŞEHÎDAN / WEŞANÊN NIŞTIMAN )
Comments