top of page

KONFERANSA YEKÎTÎYA NETEWEYÎ YA KURDISTANÊ


Di 14’ê meha Adarê li Amedê bi rêxistin û kesayetên Kurdistanî re ji bona yekîtîya Kurdên Bakurê Kurdistanê konferansek hate lidar xistin. Berpirsiyarê Akademîya Hêvî Dilbirîn Tîrêj jî beşdarî vê konferansê bû û pêşnîyarên Akademîya Hêvî anî ser ziman.

 

Em pêşnîyarên Akademîya Hêvî dixwazin weke nivîskî bi were parve bikin.

 

“ Silav ji bo hemû kesên Kurdistanî...

Ez endamê Akademiya Hêvî, Dilbirîn.

Îro, bi li darxistina vê konferansê ku armanca wê ya sereke bidestxistina

self-determînasyonê û her wiha yekitiya neteweyî ye, gelekî kêfxweş im û ji ber wesfê wê yê

dîrokî gelekî kelecanî me.

Hatina cem hev a partî, rêxistin û kesayetên serbixwe yên doza Kurdistanî, her çiqas karekî

derengmayî be jî, her wiha karekî dîrokî û erka xebatkarên vê dozê ye. Divê ji niha pê ve

pêwîstiyên yêkîtî û xebatên Kurdistanî ya bi yekrêzî neyên paşxistin.

Cîhan di nav lêgerîna nîzameke nû ya navdewletî de ye. Divê miletê Kurd jî êdî di nav

cîhanê de wekî fermiyeta serbixwe cihê xwe bigire, xwebirêve bibe û xwe temsîl bike.

Her wiha civaka me ya Bakurê Kurdistanê di nav guherîneke mezin de ye. Ev guherîn ji

pêvajoya hewldana dewletê ya teslîmgirtina miletê Kurd dest pê kiriye; bi krîz û bûyerên

Rojavayê Kurdistanê, bi rexne û bertekên tund û giran berdewam dike.

Em bi tevahî baş dizanin ku raperîna li Rojhilatê Kurdistanê nêzîk e. Ew ê bandora xwe li

ser me jî bihêle û bibe beşek ji guherîna civaka Bakur.

Bi pêşketina teknolojiyê û bi hêsanbûna gihîştina agahiyan, êdî civak her tiştî zelaltir dibîne û

dinirxîne.

Daxwazên civakê bi zelalî derdikevin pêş. Divê daxwazên miletê Kurd li hewa nemînin û

berpirsyariyeke dîrokî ji bo van daxwazan bê girtin.

Ez îro wekî ciwanekî serxwebûnxwaz û wekî endamekî Akademiya Hêvî – ku bi tevahî ji

ciwanên serxwebûnxwaz pêk tê – ji bo ku di doza Kurdistanê de berpirsyariyê bigirim hatim

vê konferansê.

Têkoşîn û parastina doza neteweyî heta asta rizgariyê, bi giştî berpirsyariya ciwanên Kurd e.

Divê di serî de ciwanên Kurd bi hişmendiya şoreşgerî bên birêxistinkirin. Mixabin partiyên

me yên Kurdistanî ji bo valahiya birêxistinkirina ciwanan, bi gelemperî çareseriyek nedîtine.

Di van 3-4 salên dawî de, ciwanên Kurd bi grûp û fraksiyonên perçe perçe xwe bi xwe

birêxistin kirine. Ev ciwanên xwebirêxistinkirî bi tevahî ji kesên serxwebûnxwaz pêk tên.

Bi hebûna teknolojiyê, em li her derê cîhanê grûp û rêxistinên bênavend ên Kurdan dibînin.

Her yek ji aliyekîve xebatên Kurdistanî dimeşîne, lê ji ber ku ev xebat belavbûyî ne, nagihîjin

armanca xwe.

Li vir em dibînin ku hişmendiya yekîtî û kollektîvîzmê di nav me Kurdistaniyan de kêm e. Lê

îro, kombûna vê civatê ji bo dagirtina vê valahiyê derfeteke pir mezin e. Em bawer dikin ku

em ê destê Kurdistanî û hişmendiya neteweperwerî bi hev re xurt bikin.

Bingeha bidestxistina destkeftiyan, xwebirêxistinkirin e; bi taybetî jî birêxistinkirina ciwanan

e.

Em wekî Akademiya Hêvî ku xwe wekî rêxistineke sosyopolîtîk pênase dikin, wisa difikirin ku

divê ciwanên Kurd di her warê jiyanê de bi hişmendiya neteweyî xwe bi rêxistin bikin.

Bi dagirkeriya sîstematîk tê xwestin ku civaka me bê rizîkirin. Vê şêwazê ji ciwanan dest pê

dikin: bi madeyên hişbir, karên bêexlaqî û bi krîzên aborî dixwazin ciwanan ji rastiya xwe bi

taybetî ji radtiya ber çavan dûr bixin. Xwebirêxistinkirina ciwanan li vir girîngiya xwe nîşan

dide.

Her çiqas di çareserkirina meseleya Kurdistanê de siyaset xebateke zêde bixwaze jî, divê

her ciwanekî Kurd di warekî civakî de bi hişmendiyeke sosyopolîtîk xwe bi rêxistin bike.

Ji çand û hunerê heta werzîşê,

ji ziman û wêjeyê heta dîrok û lêkolînê,

ji saziyên xêrxwaziyê heta ekolojîyê

Rêxistiniyên civaka sivîl yên jinan heta îmkan û pêwîstiya herî mezin ya serdemê teknolojiyê;

divê her ciwanekî Kurd xwe bi şeweyekî sosyopolîtîk ya netewperwer birêxistin bikin.

Divê em wek milletê Kurd êdî hemû fikr û îdeolojiyan bi şêweyekî kollektîf di bin siya

netewperweriya Kurd de kom bikin, şerker û tekoşerên îdeolojî û paradîgmayên berevajî li

pey xwe bihêlin.

Zemîna vî karî tenê bi girtina berpirsyariyê pêkan e. Êdî dema wê ye ku em teoriyên xwe di

pratîkê de di sahayê de bi kar bînin.

Li ser vê esasê em dibêjin: "JI NIHA VE XEBAT Û RÊXISTINIYA BEŞÊN CIVAKÎ!"

Ez hêvî dikim ku ji vê konferansê encameke serkeftî ji bo miletê Kurd derkeve.

Hêviya min ew e ku ev konferans roj bi roj ber bi pratîka kollektîf here û ji îro pê ve ne tenê

aliyên siyasî, her wiha aliyên civaka sivîl û hunermend jî bêtir beşdar bibin.

Divê em tu beşên civakî vala nehêlin!

Divê di her warê jiyanê de rêxistiniyeke şoreşgerî bi hişmendiyekî kollektîf bê avakirin û ev

rêxistin di her qada têkoşînê de amade bin.

Civak ji teoriyan zêdetir, li pey pratîkê ye. Divê ji îro şûnde teoriyên me ji herdemê xûrttir û bi

hevre pratîkê xwe ji herkesî zêdetur bi kar bînin.

Bi vê minasebetê vê gotinê jî dûbare dikim.

JI NIHA VE XEBAT Û RÊXISTINIYA BEŞÊN CIVAKÎ!

Di rêya rizgariya neteweyî de ji herkesî re serkeftinê dixwazim.

Bijî Yekîtiya Neteweyî!

Bijî û her bijî Kurdistan!”

 
 
 

Comments

Rated 0 out of 5 stars.
No ratings yet

Add a rating
bottom of page