Modela Rêxistinîyê Ya Li Ser Bingeha Beşan
- Hevi Akademi
- Sep 28
- 2 min read

Nivîskar : Dîyar Kurdî
Formên rêxistinîyê di serkeftina tevgerên civakî û siyasî de roleke girîng dilîzin. Di dîrokê de, gelek tevger xwe sipartine avahîyên navendî û mekanîzmayên biryardan û bicîhanînê timî ji alîyê navenda hatiye kirin. Lê belê, ev rêbaz carinan di qada pratîkê de dikare bibe sedema qelsbûna dînamîzma heyî û karên tê kirin paşve bimîne. Heremên ku însîyatîf nestîne timî li hêvîya biryarên navendê dimînin û mixabin di vir de burokrasîyek vala derdikeve holê. Ji ber vê yekê, em modelek rêxistinîyê ya li ser bingeha “Beşan” wekî alternatîfek ji bo modelên rêxistinî yên klasîk pêşniyar dikin.
Prensîba bingehîn a modela rêxistinîyê ya li ser bingeha beşan ew e ku pêvajoyên biryardan û bicîhanînê li ser bingeha înîsiyatîfên beşan ewê bê meşandin. ne di bin kontrola yek-navendî !
Di vê çarçoveyê de:
Avabûna beşan : her beşek ewê herî kêm ji sê endaman pêk were û ev beşana di nava xwe de ewê armancên xwe bi xwe dîyar bikin.
Rola navendê: Navend ne desthilatdarîyeke ku rasterast destwerdanê li ser beşan bike. Ew bêtir avahiyek e ku hevrêziyê di nava beşan de peyda bike û herêmên pîlot destnîşan bike da ku bikarîbe stratejiya giştî biafirîne.
Têkilî û hevakarî :
Di nava beşan û navendê de ewê timî têkilî hebin. Ewê di nava danûstandina fikran de bin. Bi vê ewê navend di nava beşan de kordînasyonê ava bike.
Qadên çalakiyên beşan dikarin li gorî hewcedarî û şert û mercên herêma xwe xebatên cûda bimeşînin. Wek nimûne, her beşek dikari di warên wekî jîngeh, çand, perwerde, an jî hevgirtina civakî de werin damezrandin. Di vê nuqteyê de, her beş sembol û navê xwe dikare bi xwe diyar bike ku hem xwezaya xebata xwe û hem jî hişmendiya neteweyî nîşan bide.
Wek mînek :
rêxistineke bi navê "Beşa Hezkiriyên Xwezayê ya Qazî Mihemed" dikare hem çalakiyên parastina xwezayê û ji nû ve daristançêkirinê pêk bîne û hem jî bi dîtina sembol û nirxên neteweyî dikare hişmendiya kolektîf xurt bike. Bi vî awayî, xebata pratîkî ne tenê aliyek fonksiyonel lê di heman demê de aliyek îdeolojîk jî bi dest dixe.
Modela rêxistinî ya li ser bingeha beşan avahiyek nerm pêşkêş dike ku hem hêza hevrêzkirinê ya avahiya navendî diparêze û hem jî înîsiyatîfa herêmî bi pêşve dixe. Ev model ji sînorkirinên rêbazên rêxistinî yên kevneşopî derbas dibe û wekî alternatîfek dînamîktir, beşdartir û li gorî qadê adapteyî derdikeve pêş. Bi taybetî, damezrandina beşan li deverên cûrbecûr, hem çareserkirina hewcedariyên civakî tên wê deverê û hem jî pêşxistina hişmendiya neteweyî di nav gel de jûn xûrtir ewê bike.




Comments