top of page

Rewşa Kurdan li Azerbaycanê: Perspektîfa Dîrokî, Civakî û Çandî Hevpeyvînek Zanistî bi Rojnamevan Îbrahîm Elîyev re

Updated: Apr 22


Nivîskar : Rizgar ARYEN


Ev gotar li ser bingeha hevpeyvînek ku bi rojnamevan û damezrînerê Navenda Kurd Media (Kurdish Media Center) Îbrahîm Elîyev re hatî kirin ve hatî amadekirin. Armanca vê xebatê ew e ku rewşa Kurdan li Azerbaycanê ji aliyên dîrokî, civakî, zimanî, çandî û siyasî ve were nirxandin.

Di çarçoveya vê hevpeyvînê de, pirsên ku bi mijarên wekî bîra çandî, huner, bawerî, jiyana rojane, nasname, ziman, çand, kevneşopî, perwerdehî, siyaset, dîrok, erdnîgarî û jiyana civakî re têkildar in hatine pêşkêş kirin û bersivên berfireh hatine wergirtin.

Spasdariya xwe ji Îbrahîm Elîyev û ji Kurdish Media Center re diyar dikim û serkeftin û domandina çalakiyên wan dixwazim. 




Mijara koka etnîk û dîrokî ya Neteweyên ku li herêma Qafqasê dijîn, bi taybetî jî rewşa kurdan li herêmên ku niha di nav sînorên Azerbaycanê de ne, di nav dîroknasî û etnolojiyê de mijarekî girîng û her dem jî tê nîqaşkirin e.

Di hin xebatên dîrokî de hatiye nîşandan ku nifûsa kurdan li Qafqasê bi giranî ji encama koçên serdema navîn û destpêka serdema nûjen hatiye ava kirin. Lê belê, hin lêkolînerên din vê nêrînê ne temam dibînin û dibêjin ku hebûna kurdan ya li herêmê digihîje demên kevnar û serdema niştecih bûna wan a herêmê nayête zanîn. 

Ji ber vê yekê pêdivî heye ku hem çavkaniyên dîrokî, hem jî lêkolînên etnolojîk û arkeolojîk bi hev re werin nirxandin.


Di van demên dawî de Pirsêkî balkêş heye ku tê pirsîn ; Azerbaycan Welatê Kîjan nijadê Ye?


Berî ku ev pirs were nirxandin,  xala girîng ev e ku têgîna “Azerbaycan” ji aliyê etîmolojîk ve ji hin aliyên xwe re bi gelên iranziman re têkiliyê nîşan dide.

Di heman demê de têgîna “Kurdistana Sor ” ku di serdema Sovyetan de hatiye bikaranîn, bi giranî encama siyaseta herêmî û berjewendiyên siyasî yên Rûsyaya Sovyet  bû.

Di serdema Sovyetan de hin dîrokzan nêrînek pêşkêş kirin ku li gorî wê kurd li Qafqasê bi giranî di encama koçên serdema navîn de hatine bicihkirin. Li gorî vê nêrînê, eşîrên kurd piştî sedsala XI-an di serdema Selçûqiyan de ber bi bakur ve tevgeriyan  û li herêmên Qarabax, Zengezûr û Naxçîvan bicih bûn.

Paşê jî di serdema Sefewiyan de, ji bo xurtkirina sînorên dewletê, hin eşîrên Kurd li başûrê Qafqasê hatin bicîhkirin.

Di sedsala XIX-an de, piştî dagirkirina Qafqasê ji aliyê Împeratoriya Rûsyayê, di serjimêriyên fermî de gelek gund û niştecîhiyên Kurdan hatin qeyd kirin.

Di nav kesên ku vê nêrînê diparêzin de ev nav tên zanîn:

- Vladimir Minorsky

- Vasili Nikitin

- Ziya Bünyadov

- Robert Hewsen

Lê belê, hin lêkolîner dibêjin ku ev nêrîn ne temam e. Li gorî wan, koç di zêdebûna nifûsa kurdan de rol lîstibe jî,  hebûna wan li herêmê tenê bi vê faktorê nayê şirovekirin.

Di hezarsala yekem a berî zayînê de, Medyayî û hin eşîrên ku bi wan re têkildar bûn ji çiyayên Zagros ber bi bakur ve heta herêmên başûrê Qafqasê belav bûbûn.

Di çavkaniyên antîk de navên civakên çiyayî yên wek Karduxî û Kirtî têne dîtin. Gelek lêkolîner van koman wekî bav û kalên Kurdan dinirxînin.

Di nav lêkolînerên ku vê nêrînê diparêzin de ev nav tên zanîn:

- Mehrdad Izady

- Garnik Asatryan

- Martin van Bruinessen

- Wadie Jwaideh


Dema em li hêla dîrokî û etîmolojîya Azerbeycanê dinêrin dibînin ku Azerbeycan ne welatê nijadekî ye. 

Azerbeycan navê netewe civakên kevnar in ku li vê herêmî ku bi baweriya Agirî ( azerî) bûnê hevgirtî bûne û vê navê ji dewleta Azerbeycanê pir pir zêde mezintir e. Navê Azerbeycanê dîrokek û rihekî di xwe de dihewîne. 

Bi vê awayî navê Azerî, ne navê ziman û neteweyek e bes navê şirîkî Azeriyên Tatî, Azeriyên talişî, Azeriyên mazenî, Azeriyên kurd û hwd bûye..

Sosyolojîya Azerbeycana îroyîn, sosyolojiyek çêkirî ye ku encama siyaseta Sovyetan e. 

Ji bo çawa danîna vê bingehê û rewşa Kurd û pismamên Kurdan wekî Tat û Talişan ya îroyîn baş fêm bikin me hin pirsan pêşkêşî  rêzdar ELİYEV kirin û wî pirsên me bi hûrgilî bersivand. 

Bo vê mijarê bê fêm kirin çiqas pirs û bersiv hebin jî kêm dimînin lê hêvî dikim bi van pirs û bersivan xwînerên vê nivîsê zêdetir bala xwe bidine li ser Kurdên Azerbaycanê û li pey pirs û bersivên nû bikevin. 


Hevpeyvîn bi Îbrahîm ELÎYEV re 


Pirs 1 – Rizgar ARYEN 


Ku bi perspektîfa dîrokî bête nihêrîn, li Azerbaycanê kîjan bajar hene ku hûn wan wek bajarên ku bi dîroka Kurdan re girêdayî ne dihesibînin?


Bersiv – Îbrahîm ELÎYEV 


Di çarçoveya dîrokî de, gelek bajar hene ku bi hebûna Kurdan re têne girêdan. Di nav wan de bi taybetî ev bajar tên naskirin: Gence, Berde, Beyleqan, Laçîn û Naxçîvan. Her weha, hemû herêmên ku di navbera çemên Kûr û Araz de ne, ji demên kevnar ve wek cihên ku kurd lê dijîn hatine naskirin.


Pirs 2 – Rizgar ARYEN 


Ji bilî van bajarên dîrokî, gelo bajarên din jî hene ku her çend di dîrokê de wek bajarên kKurdan nehatine naskirin jî, lê îro Kurd li van bajaran de dijîn?


Bersiv – Îbrahîm ELÎYEV 


Erê, îro kurd li tevahiya bajarên Azerbaycanê dijîn. Ev belavbûna demografîk bi taybetî ji du sedeman derketine holê:


1) Sirgûna Kurdên misilman ji Ermenistanê.


2)Dagirkirina Qarabaxê û koçên ku di encama şerê herêmî de qewimîn.


Nişe : Bi taybetî Kurd niha li bajarên Baku, Sumqayit, Îsmayîllî, Şekî û Xaçmaz de zêdetir dijîn.


Pirs 3 – Rizgar ARYEN 


Li bajarên dîrokî yên ku kurd lê dijîn, bi taybetî li herêmên ku di navbera çemên Kûr û Araz de ne, gelo avahiyên dîrokî hene ku ji demên kevnar heta roja îro ma ne?


Bersiv – Îbrahîm ELÎYEV 



Di avahiyên ku heta roja îro gihîştine de nivîsarên ku bi zimanê Kurdî hatine nivîsandin nehatine tespît kirin. 

Nivîsên li ser Avahiyên serdema navîn  bi zimanên Erebî û Farisî ne. 


Di çavkaniyên dîrokî de jî tê diyarkirin ku deriyê bakurê bajarê Bərdəyê bi navê “Bab el-Ekrad” (Deriyê Kurdan) tê zanîn. Lê belê ev avahî heta roja me nehatiye parastin û winda bûye.

Di rayona Cebrayîlê de, li ser çemê Arasê, pira dîrokî ya bi navê Xudafêrîn (Xuda Afêrîn) heye ku Bakur û Başûrê Azerbaycanê bi hev ve girê dide. Ev pir di serdema mîrektiya Kurdî ya Şeddadiyan de, bi taybetî di dema hukumdariya Fazl ibn Mihemed de, hatîye avakirin. Armanca avakirina wê jî hêsankirina hatin û çûna siyasî û bazirganî di navbera Şeddadiyan û Rewwadiyan de bû.

Di bajarê Bərdəyê de jî tirbeyek heye ku bi navê Qelayê Nûşabeyê tê naskirin. Li gorî taybetmendiyên mimariyê, ev tirbe dişibe, tirbeyên Başûrê Kurdistanê. Lê belê lêkolînên dîrokî nîşan didin ku ev avahî di serdema mîrektiya Îlxaniyan (Elxanî) de, ku eslê xwe mongol bû, hatîye çêkirin.

Di Axderê de jî kompleksa dêra bi navê Xudaveng heye. Ermeniyan ev kompleks bi navê Dadivank didin nasandin û hewl didin ku wê wekî mîrasa xwe nîşan bidin. Lê belê Azerbaycan dibêje ku ev kompleks ji Albaniya Qafqazê (Caucasian Albania) tê. Ev îdîa li ser bingehê wê rastiyê ye ku heta sala 1836-an dêra Ermenî û dêra Albanî ji hev cuda bûn. Di sala 1836-an de jî bi biryara Çaristana Rûsyayê, katalîkosluya Alban-Udi betal hat kirin û bi katalîkosluya Ermeniyan ve hat girêdan.

Her çend Albaniyan gelêkî qafqazî bûn jî, di serdema Albaniya Qafqazê de li herêmên di navbera çemên Kur û Arasê de civakên Kurd ên bi zimanê îranî jî dijiyan. Navê kompleksê Xudaveng, û navên hin avahiyên li hundirê kompleksê wekî dêra Arzuxatun û dêra Hesen, hin nîşaneyên zimanî û dîrokî pêşkêş dikin ku ev avahî dikarin bi Xristiyanên Kurd re têkildar bin. Di çavkaniyên dîrokî de jî Arzuxatun wekî “keça Knyazê Mezin yê Kurd” tê nasandin. Mîrnişîna Xaçînê ya xiristiyan heta sedsala XIX-an hebû û paşê di nav civaka Ermeniyan de di pêvajoyekê Ermenîkirinê de ket.

Avahiya herî kevn a kompleksê bazîlika bû. Lê belê ev bazîlika niha di rewşeke xirab de ye, û hin çavkanî diyar dikin ku hin beşên wê ji aliyê ermeniyan ve hatine hilweşandin. Her weha, di hin deveran de nivîsarên kevn ên dêrê jî hatine qeşandin û winda kirin.

Dêra Axoxlan jî yek ji avahiyên dîrokî yên herêmê ye ku li Laçînê ye. Navê wê bi zimanê azerî Ağoğlan, bi zimanê ermenî Sisernavank tê gotin. Di Kurdî de peyva siserak ji bo kêrkesa serspî (akbaba) tê bikaranîn. Ev çivîk xwarina xwe bi taybetî ji laşan digire. Di baweriyên kevn ên Zerdeştî de, mirî di kuleyên bêdengiyê de li cihên bilind dihatin danîn; li wir laşê wî ji bo çivîkan dihate qurban kirin û paşê hestîyên Mahî dihatin binaxkirin. 

Di demên destpêkê yên Xirîstiyantiyê de gelek dêr li ser perestgehên kevn ên Mîtrayê (xwedayê rojê) hatine avakirin. Ev dêr jî di nav wan avahiyên pêşîn de tê hesibandin. Tê gumankirin ku berê li vê deverê perestgehek li cihê bilind hebûye; paşê li ser wê dêrê hatîye avakirin û navê wê Sisernavank (yanî perestgeha Siserak) hatîye dayîn.

Her weha tê gotin ku Qiz Qalası ya li Bakû yê di serdema Zerdeştî de fonksiyona kuleya bêdengiyê hebûye. Ji bilî vê, li Bakû, Qusar, Tiflîs û Îrevanê jî âteşgah (perestgehên agirê zerdeştî) hatine tespît kirin.

Di herêmên di navbera Kur û Arasê de piraniya toponîman (navên cihên dîrokî) bi bingehê Kurdî-Farsî ne. Ji ber vê yekê, ger li ser vê herêmê lêkolînên zanistî yên kûr û sistematîk werin kirin, dibe ku gelek rastî û belgeyên dîrokî yên nû derkevin holê.



Pirs 4 - Rizgar ARYEN 


Li Azerbaycanê li hember ziman û çanda kurdî kîjan astengî an jî avantaj hene?

Gelo Kurd di jiyana xwe ya rojane de bi Kurdî diaxivin, dinivîsin û dixwînin? Kurd bi zarokên xwe re bi zimanê Azerî diaxivin an bi Kurdî? Wekî ku tê zanîn, li Azerbaycanê zimanê fermî tenê zimanê Azerî ye.  ji bo zimanê Kurdî û zimanên din mafên perwerdehiya bijartî hene?


Îbrahîm ELÎYEV 


Li Azerbaycanê li hember ziman û çanda Kurdî astengiyek taybetî tune ye; Berevajî wê, hin şertên erênî jî hene. Lê belê piraniya mirovan zimanê xwe ji bîr kirine û eleqeya wan a li ser zimanê Kurdî kêm bûye. Ji bo ku zimanek li ser xwe bimîne , pêwîst e ku ew ziman di jiyana rojane de kar bike. Ji ber ne bikar anîna zimanê Kurdî , fêrbûna wê jî wekî pêwîstî nayê dîtin. Her çend hin ciwanên Kurd, wekî min, hewl didin ku zimanê Kurdî ji destpêkê ve fêr bibin jî  kesên wisa pir kêm in.

Ji ber vê yekê serxwebûna Kurdistanê girîng e; Heke Kurd xwedan dewlet bin û zimanê wan fermî be wê demê  fêrbûna zimanê Kurdî dibe pêwîstî. Pêvajoya asimilasyonê bi vî awayî dimeşe. Li Azerbaycanê Kurd, Talîş, Tat, Lezgî û Avar bi awayekî wek hev di vê pêvajoyê de ne. Ew bi ber urbanîzasyonê ve diçin bajarên mezin û zimanên xwe ji bîr dikin.

Piştî deportasyona Ermenistanê û şerê Qarabaxê , gelek Kurd neçar man ku koç bikin herêmên din. Li wan deveran de zimanê Kurdî pir caran tenê di nav malên xwe de bikaranîn. Bi vî awayî nifşa ciwanan êdî eleqeya xwe ya li ser fêrbûna zimanê Kurdî winda kirin , an jî nifşa kevn ev ziman ji nifşa nû re nedan elimandin. Di heman demê de zewacên tevlihev jî çêbûn. Her weha meseleya PKK li Tirkiyeyê û bandora medyayê ya Tirkiyeyê li ser civaka Azerbaycanê jî bû sedem ku hin Kurd di hin mijaran de xwe ji Kurdî û Kurdbûnê dûr bixin û bi ehtiyat tevbigerin.

Kurdên ku zimanê Kurdî diparêzin bi Kurdî diaxivin, dinivîsin û dixwînin hene Lê belê li Azerbaycanê hemû Kurd bi Kurdî nizanin.

Tê texmîn kirin ku %99 ji Kurdên herêmî zimanê kurdî nizanin. Ev Kurdên herêmî piraniya wan ji mezheba şîa ne. Kurdên şîa di nav civaka Tirkên şîa de bi demê re tevlihev bûne û ketine  pêvajoyekê Tirkîbûnê. Di serdema Çaristana Rûsyayê de, bi vekirina dibistanên Rus-Tatar, ev pêvajoya asimilasyonê hê zêdetir bilez bû. Sedema vê yekê ew bû ku Çaristana Rûsyayê ditirsî ku

Bi hebûna Îranzimanên wekû Kurd, Tat û Talişan, herêmên ku ji Îranê dagir kirîye ji dest bide. Li gor çara Rûsya yê van neteweyan zimanên xwe fêr bibin, dê bibin xwedî hişmendî ya neteweyî jî û bi xurt bûna vê hişmendîyê di pêşerojê de bibe sedem ku ev herêm vegerin Îranê.

Ji bo nimûne, Kurdên me herî kêm 300–400 sal in ji axiftina zimanê Kurdî dûr in ; Ew tenê dizanin ku eslê wan Kurd e. Bi vî awayî, gelek kes li herêmê tenê dizanin ku Kurd in, lê ji derbarê ziman, çand an dîroka xwe de agahiyên din nizanin. Di hin malbatan de jî ev bîranîn hêdî hêdî winda dibe. Rastiya dîrokî pir caran tenê di arşîvan de ma ne. Li gorî hin têgihiştinên lêkolînî, piraniya kesên ku îro xwe wekî Azerbaycanî didin nasîn de, ji aliyê dîrokî ve ji Kurd, Talîş û Tat ên asimîle bûyî pêk têne. Tê gotin ku hin testên genetîkî jî vê rastiyê piştrast dikin.

Di aliyekî din de, Kurdên koçber ku paşê hatine herêmê, zimanê Kurdî baş dizanin û bi serbestî diaxivin. Ew piraniya wan ji mezheba sunnî ne. Berevajî Kurdên şîa, wan struktura eşîrî (aşîret) parastîye. Ev yek jî bûye sedem ku ew ji asimilasyonê xwe biparêzin. Her weha, piraniya Kurdên sunnî bi Kurdên şîa yên asimîle bûyî re jî zewac nekirine; ev jî wekî stratejiyekê ji bo parastina nasnameya xwe tê şîrove kirin. Ev Kurd di dema şerên dawî yên Osmanî-Rûsî de ji Kurdistanê hatine Azerbaycanê û di herêmê de nû têne hesibandin. Piraniya wan ji herêma Serhedê ya Kurdistanê ne.

Her çend hin Kurd zimanê kurdî baş dizanin û diaxivin jî, gelek caran bi zarokên xwe re bi zimanê Azerî diaxivin. Ev jî ji bo pêvajoya asimilasyonê gelek xeternak tê hesibandin û dikare wê zêdetir bilez bike.

Li Azerbaycanê zimanê fermî Azerî ye. Lê belê ji bo zimanên civakên din jî dersên bijartî di dibistanan de hene. Dersên bijartî yên zimanê Kurdî li dibistanên dewletê yên gundê Dərəkəndê (rayona Şərur) û gundê Qədilî (rayona Samux) ji bo xwendekarên polên I–IV têne dayîn.


Pirs 5 - Rizgar ARYEN 


Li Azerbaycanê rêxistin an komeleyên Kurdî hene ku ji bo xurtkirina yekîtî û hevgirtina civaka kurdî dixebitin, bi taybetî jî ji bo ku zimanê Kurdî wekî dersa bijartî were teşwîq kirin û bikaranîna zimanê Kurdî ji bo veguheztina wê ji nifşa nû re were berdewam kirin?


Bersiv - İbrahim ELİYEV


Li Azerbaycanê bi awayekî fermî tenê komeleyek Kurdî heye. Ew jî Navenda Çanda Kurdî ya “Ronahî” yê ye ku ji aliyê dewletê ve hatîye damezrandin.

Ez jî tenê bi awayekî kesane çalakî dikim; ger şert û mercên minê maddî pêş bijevin, ez ê bi hêza xwe hewl bidim ku hin tiştan pêk bînim.


Pirs 6 - Rizgar ARYEN 


“Ev komeleya Kurdî ji bo xurtkirina yekîtî û hevgirtina civaka Kurd, bi taybetî jî ji bo teşwîqkirina zimanê kurdî wekî dersa bijartî û piştgirîkirina veguheztina zimanê kurdî ji bo nifşên pêşerojê bi rêya bikaranîna wê çalakî hene gelo? Heke hene,  ev çalakî bes in? Heke tune ne, sedemên wê çi ne?”


Bersiv -  Îbrahîm ELÎYEV 


Erê, hin çalakî hene. Lê belê ev çalakî  ne bes in. Sedema sereke nebûna piştgiriya maddî ye. Dewlet, her çend ku ev navend bi xwe damezrandibe jî, piştgiriya maddî nade. Wek nimûne, ev komele  vê salê ji ber nebûna hêza aborî pêşangeha Newrozê jî saz nekir. Rewşa maddî bi rastî pir qels e û hema bê alîkarî ye.

Her weha dewlet destûr nade ku komeleya duyemîn were damezrandin. Li gorî rêziknameyên heyî, ji bo her neteweyekê tenê  komeleyêk fermî tê pejirandin. Ev jî dibe sedem ku asta reqabetê û çalakiyê di nav rêxistinan de kêm bibe.


Pirs 7 - Rizgar ARYEN 


“Rewşa giştî ya Kurdên Azerbaycanê di serdema Sovyetan de çêtir bû an jî îro çêtir e?”


Bersiv - Îbrahîm ELÎYEV 


Rewşa îro çêtir e. Di serdema Sovyetan de, Moskova li ser vê warê gelek qedexe û sînor danîbû. Wek nimûne, radyoya Kurdî tenê li Ermenistanê dikaribû hebûna xwe bidomîne; li Azerbaycanê ji bo wê destûr nehatibû dayîn. Wekî vê yekê, rojnameya Kurdî jî diviya tenê li wir were weşandin. Her weha, rêxistin û saziyên Kurdî jî di heman çarçoveyê de li Ermenistanê bi sînor hatibûn birêxistinkirin.

Lê piştî hilweşîna Sovyetan, rewş hinekî guherî. Dewleta Azerbaycanê bi xwe rêxistineke çandî ya Kurdî damezrand û hewl da ku civaka Kurdî di çarçoveya vê rêxistinê de were birêxistinkirin.



Pirs 8 - Rizgar ARYEN 


Dizanim ku li Azerbaycanê tenê zareveya Kurmancî tê axavtin bes dîsa jî dixwazim bipirsim bo kesên ji zareveya herêmê haydar ninin. Li Azerbaycanê ji xeynî zareveya Kurmancî,  zaraveyên zimanê Kurdî yên din jî têne axiftin? 

Ger Erê be, Hûn dikarin bi kurtî agahiyekê li ser bin-varyant, devok û şîweyên van zareveyan bidin? Her weha, di dîroka herêmê de kîjan eşîr û tayfeyên Kurdî hebûn û rewşa wan a îroyîn çawa ne?


Bersiv - Îbrahîm ELÎYEV 


Li Azerbaycanê Kurd bi giştî bi Zareveya Kurmancî ya zimanê Kurdî diaxivin. Zimanê Talîşî ku ji aliyê talîşan ve tê axaftin jî, li gorî hin taybetmendiyên zimanî,  nêzîkî zareveya Zazakî ye. Her weha, zimanê Tatî jî ji talîşî zêdetir nêzî zimanê kurdî ye. 

Zareveya Kurmancî ya ku li Azerbaycanê tê axaftin ji Kurmanciya ku li herêma Serhedê ya Kurdistanê tê axaftin hinekî cuda ye. Ev şêwaza Kurmanciyê zêdetir dişibe  devoka  herêma Maraş–Elbistanê û her weha li Xorasanê têne axaftin. Di heman demê de, di hin taybetmendiyên fonetîk û leksîkî de nêzî zimanên Talîşî û Tatî ye jî.

Wek nimûne, hin peyv di van ziman û zareveyan de bi vî awayî têne bikaranîn:

Azerî: kənd

Tirkî: köy

Kurdî (Kurdistan): gund

Kurdî (Azerbaycan): ti

Talîşî: di

Tatî: di

Her weha di hin rewşan de dengê “e” bi dengê “o” tê guhertin; wek nimûne peyva “xweş” di hin devokan de wekî “xoş” tê telafuz kirin.

Lê belê, ji ber ku gelek kurdên herêmî di pêvajoya asimilasyonê de ketine, ev şêwaza zimanê Kurdî li Azerbaycanê di rewşeke winda-bûnê de ye.

Di aliyekî din de, Kurdên ku ji herêma Serhedê ya Kurdistanê hatine Azerbaycanê, bi devoka Serhedê diaxivin. Ew di nav civaka Kurdî de yên ku zimanê kurdî herî zêde diparêzin têne hesibandin.

Ji aliyê rêxistina eşîrî ve, Kurdên sunnî bi giştî ji îtîhada eşîrî ya Celalî û Brukî ne. Di heman demê de, Kurdên şîa jî ji gelek tayfeyên cuda pêk tên; di nav wan de tayfeyên wekî Hacîsamli, Zîlanî, Kolanî, Şotlanî û yên din hene. Hejmara wan gelek e û em navê hemûyan binivîsînin gelek dirêj dibe. Hin ji van tayfeyan di pêvajoya demdirêj de bûne tirkî axiv û îro xwe wekî tirk didin nasîn. 

Her weha, hin tayfeyên kurdî yên navdar ku berî hatina Îslamê jî hebûn, bi demê re nasnameya xwe ya etnîkî winda kirine.

Bi kurtasî, di şertên dîrokî û civakî de, tê gotin ku kurdên sunnî pir caran ji aliyê koçberiyê ve hatine herêmê, lê kurdên şîa zêdetir wekî tayfeyên herêmî û kevnar têne hesibandin.


Pirs 9- Rizgar ARYEN 


Ez dizanim ku civaka Azerbaycanê, ji bilî bandora Îslamê, li ser bingeha hin baweriyên kevnar ên Mitraîzmê jî hatiye ava kirin û xwedî kevneşopiyeke civakî ye ku îro bi xwe jî hin rojên taybet hene ku bi şaxa mîtrayî ve girêdayî ne û li Azerbaycanê têne pîroz kirin.

Gelo Hûn dikarin li ser van rojên taybet de agahiyên berdest bo me bînin ziman? 

Kurd jî di nav van pîrozbahiyan de cihê xwe digrin? Di nav Kurdên herêmê de kes hene ku hin baweriyên Mitraîstî diparêzin an jî Kurdên sunnî û şîa hîn jî hin rojên taybet ên Mitraîstî pîroz dikin?


Bersiv - Îbrahîm ELÎYEV 


Di têxistên qaya-yê yên Gəmiqaya de gelek nîşanên rojê têne dîtin. Di têxistên qaya-yê yên Qobustanê de jî mirovên ku cejnê Rojê pîroz dikin û di heman demê de yallî diazin têne nîşandan. Her weha, di nexşên qaya-yê yên Kelebecerê de jî dîmenek heye ku tê de hespek ji bo Rojê wekî qurban tê serjêkirin.

Di demên kevn de mirov bi Rojê sond dixwarin. Lê îro ev kevneşopî pir zêde nema ye. Baweriyên agirperestiyê jî di bingehê xwe de ji perestiya Rojê têne. Newroz û gelek baweriyên din jî bi vê kevneşopiyê re têkildar in.

Wek nimûne, agirê tonqolê ku di Newrozê de tê şewitandin tu caran bi qest nayê vemirandin; vemirandina wî bi avê wekî guneh tê hesibandin. Her weha, nanê ku ji agir derketiye divê neyê bi lez û germî qut kirin; ev jî di nav hin baweriyên kevnar de wekî tiştek nebaş têne dîtin. Ev cûre bawerî li gelek deverên Azerbaycanê hîn jî têne parastin.

Newroz li hemû Azerbaycanê ji demên pir kevn ve, heta berî hatina Îslamê, tê pîroz kirin. Îro jî ev cejn bûyereke fermî ye û di vê demê de tatîlên dewletî têne dayîn. Heta gelek caran ev cejn ji cejnên îslamî yên wekî Ramazan û Qurbanê zêdetir bi berfirehî tê pîroz kirin.

Di Azerbaycanê de hemû unsur û rîtuelên Newrozê xwedî wate û sembolîzmek taybet in.


Pirs 10 - Rizgar ARYEN 


Li nav kurdên Azerbaycanê de cudahiyên siyasî û dînî hene ku bandor li yekîtî û hevgirtina wan bikin?


Bersiv - Îbrahîm ELÎYEV 


Na, di nav kurdên Azerbaycanê de ti cudahiyek siyasî an dînî ya ku bandor li yekîtî û hevgirtina wan bike tune ye.


Pirs 11 - Rizgar ARYEN 


Li Azerbaycanê têkiliyên navbera Kurdan û komên etnîk ên din çawa ne?


Bersiv - Îbrahîm ELÎYEV 


Têkilîyên Kurd û kom ên etnîkî yên din Her tim baş bûne. Li Azerbaycanê ne pêkan e ku Kurd ji komên din, an jî komên din ji Kurdan bi awayekî  were cihê kirin. Ne em ji yên din têne cihêkirin û ne jî yên din ji me têne cihêkirin. Kurd her tim li Azerbaycanê wekî sembola mêraniyê û wêrekiyê hatine nîşandan.

Mirov her tim dibêjin ku hevalên Kurd pir baş in. Kurd hem bi Tirk, hem bi Talîş, hem bi Lezgî û bi giştî bi hemû neteweyan re xwedî têkiliyên  baş in. Em wekî yek dest û yek nûçik in. 

Car caran dema ku hin kesên nîjadperest ji Tirkiyê li ser medya civakî şîroveyên ne baş ku bin parveyan dikin, Talîş, Tirk, Tat tev me diparêzin û li hember wan piştgirîyê didin me.


Pirs 12- Rizgar ARYEN 


Têgihiştina civaka Azerbaycanê di serdema Sovyetan de çawa bû?  Encamên erênî û nerênî yên wê hene? Û bandorên wê di sosiolojiya îroyîn a Azerbaycanê de hîn jî didomin?


Bersiv - Îbrahîm ELÎYEV :



Dagirkeriya Sovyetê hem encamên erênî û hem jî nerênî bi xwe re anîye. Ji aliyê erênî ve, Azerbaycan ber bi civakek sekuler ve hatiye guhertin.  Azerbaycan wek hin welatên Rojhilata Navîn ên wek Îran û Tirkiyê bi hişmendiya olî nîne , û di welêt de mizgeft kêm in , ev bi taybetî encama pêlên represîf ên tund ên Sovyetan e. Di wê demê de têkoşînek li hemberî olê  hate kirin û di encamê de sizayên îdam û sirgûnê destpê kirin. Piştî Sovyetan jî di Azerbaycana serbixwe de ber bi awayekî giştî radîkalîzma dînî nehatiye pejirandin.

Her weha, ji aliyê erênî ve, Sovyet di pêvajoya avakirina dewlet û çanda nûjen de jî rolek girîng lîst. Gelek bingeha saziyî û civakî yên îroyîn di serdema Sovyetan de hatine danîn.

Ji aliyê nerênî ve, siyaseta wan li hember Kurd, Talîş û Tatan encamên neyînî afirand. Pêvajoya Tirkbûna civakê hê zêdetir xurt bû. Ji bo gelên bi zimanên Îranî re piştgirî û siyaseta dewletî ya têr nehat kirin. Bandorên vê rewşê hîn jî di hin aliyên civakî û zimanî de didomin.


Pirs 13 - Rizgar ARYEN 


Gelo zarokên Kurd li Azerbaycanê bi nasnameya xwe ya kurdî kêfxweş û bi hesta serbilindiyê mezin dibin?


Bersiv - Îbrahîm ELÎYEV 


Her kesên  bi Kurd bûna xwe haydar in , bi vê nasnameyê  serbilind in... Ev mijar bi taybetî mijareke xeysiyetê ye. Mirovên bê xeysiyet bi gelemperî xwe inkar dikin.


Pirs 14-Rizgar ARYEN 


Nasnameya kurdî ji bo we tê çi wateyê ?


Bersiv - Îbrahîm ELÎYEV 


Li Azerbaycanê Nasnameya Kurdî Ji bo Kesên biyanî zêdetir tê wateya mêraniyê. Ji bo min jî Kurdbûn sembola mêraniyê, wijdanê û simbola maf û rastiyê ye.


Pirs 15- Rizgar ARYEN 


Guhertinên sînor ên piştî hilweşîna Sovyetan di pêvajoya paş-Sovyetan de çawa bandor li Kurdan kirin?


Bersiv - Îbrahîm ELÎYEV 


Piştî hilweşîna Sovyetan, hemû Kurdên misilman ên li Ermenistanê neçar man ku koç bikin û werin Azerbaycanê. Her weha, bi dagirkirina Qarabaxê, Kurdên ku li wir dijiyan jî wek penaber ber bi herêmên din ve hatin veguhestin.

Ji aliyekî din ve, Kurdên Êzidî li Ermenistanê man û li wir domandina jiyana xwe kirin.


Pirs 16- Rizgar ARYEN 


Di serdema Sovyetan de Kurd li kîjan herêman dijiyan?


Bersiv - Îbrahîm ELÎYEV 


Di serdema Sovyetan de jî rewş ji îro pir cuda nebû. Hemû herêmên ku îro jî Kurd lê dijîn, bi rewşa xwe di serdema Sovyetan de jî heman bûn. 

Bi taybetî dema navên Kəlbəcər û Laçîn têne gotin, di hişê mirovan de Kurd têne bîranîn. Her çend di hin navçeyên din de jî Kurd hebûn, lê li van herêman ew bi kom û bi cihêkî zêdetir kompak dijiyan.

Her weha tê gotin ku di navbera 1923 û 1930-an de li vê herêmê yekîtiyeke xwe-rêveber (muxtariyet) jî hebû.


Pirs 17- Rizgar ARYEN 


Mezînên we li ser serdema Sovyetan diaxivin?


Bersiv - Îbrahîm ELÎYEV 


Erê, lê pir caran ji aliyê sedemên aborî ve diaxivin. Piştî serdema Sovyetan, derketina têgihiştinên wek karsaziya kesane û dewlemendbûnê jiyana mirov zehmettir kir.

Di serdema Sovyetan de ji ber ku her tişt giştî bû, aborî bi giştî ji aliyê dewletê ve dihate birêvebirin. Aboriya azad tune bû.


Pirs 18- Rizgar ARYEN 


Di serdema Sovyetan de daxwaza avakirina dewleteke Kurdî hebû?



Bersiv - Îbrahîm ELÎYEV 


Li Azerbaycanê ti caran daxwaza avakirina dewleteke Kurdî tune bûye. Ji ber ku Azerbaycan wek  welatê me yê dîrokî  tê dîtin. Berî hatina Tirk û pêvajoya Tirkbûnê, li vê herêmê gelên bi zimanên Îranî, di nav wan de Kurd jî, wek gelên sereke û birêveber hebûn.

Muxtariyeta Kurdistanê ya ku di navbera 1923–1930 de hebû, ji aliyê Moskowê ve bi sedemên siyasî hatibû danîn û her bi sedemên siyasî jî paşê hate rakirin.


Pirs 19 - Rizgar ARYEN 


Li Azerbaycanê weşanên radyoyê û televîzyonê bi zimanê kurdî hene?



Bersiv - Îbrahîm ELÎYEV 


Di Radyoya Navneteweyî (xizmeta navneteweyî ya Radyoya Dewleta Azerbaycanê) de, rojên duşem û çarşemê saet 11:30 (bi dema Baku) de weşanek bi zimanê Kurdî tê pêşkêş kirin. Her weha, bernameyên televîzyonê yên ku bi taybetî ji Kurdan re hatine veqetandin pir kêm û bi awayekî kêmcar têne pêşkêş kirin.


Pirs 20- Rizgar ARYEN 


Li Azerbaycanê weşangeriyên bi zimanê Kurdî hene? Wêjeya devkî û nivîskî ya Kurdî di çi rewşê de ye?


Bersiv - Îbrahîm ELÎYEV 


Na, li Azerbaycanê weşangeriyên (nəşriyyatên) bi zimanê Kurdî tune ne. Kitêbên Kurdî tenê heke kesek bixwaze, dikare bi lêçûna xwe ya kesane çap bike. Lê belê ji aliyê civakê ve eleqeya li vê warê pir kêm e û kesên ku bi vê karê re mijûl dibin jî gelek kêm in.

Bi giştî di civaka Azerbaycanê de jî xwendina kitêban gelek kêm e.


Pirs 21 - Rizgar ARYEN 


Ji bilî zimanê Kurdî û zimanê Azerî, we qet neçar maye ku bi zimanekî din biaxivin?


Bersiv - Îbrahîm Elîyev


Kesên ku zimanê Azerî dizanin, pir ji wan zimanê Rûsî jî dizanin û helbet carna diaxivin jî. 



Pirs 22 - Rizgar ARYEN 


Li Azerbaycanê di nav ciwan û pîran de cil û bergên neteweyî yên Kurdî têne lixwekirin?


Bersiv - Îbrahîm ELÎYEV 


Na, di serdema îroyîn de li Azerbaycanê cil û bergên neteweyî bi giştî wek cilên kevn têne dîtin. Di civakê de li xwe kirina wan gelek kêm e.

Cil û bergên neteweyî yên Kurdan ên li Azerbaycanê zêdetir li çanda Qafqasê ve girêdayî ne, ne li Rojhilata Navîn. Ji ber vê yekê, ew ji cil û bergên ku li Mezopotamyayê têne dîtin hinekî cûda ne.

Bi giştî, cil û bergên neteweyî yên Azerbaycanê di heman demê de wek cil û bergên neteweyî yên Kurdên Azerbaycanê jî têne hesibandin.



Pirs 23 - Rizgar ARYEN 


Li Azerbaycanê çanda xwarinê ya kevneşopî ya Kurdî di çi rewşê de ye?


Bersiv - Îbrahîm ELÎYEV 


Xwarinên Azerbaycanê bi giştî wek xwarina Kurdên Azerbaycanê jî tê hesibandin. Li vir xwarineke taybet a ku bi awayekî eşkere wek “xwarina Kurdî” were çê kirin tune ye.

Di nav Kurdên ku ji  Kurdistanê hatine vir de jî dibe ku hin xwarinên ku li wir hene û bi hatina wan ya li vir, bi xwe re bînin û li vir jî  hebin, lê min bi xwe rastî  xwarinên Kurdî yên herêmên Kurdistanê têne xwarin li vir nedîtiye. Hebin jî li nav malan de derneketine sûkan. 



Pirs 24- Rizgar ARYEN 


Di Parlamentoya Azerbaycanê de çend partiyên siyasî hene û ideolojiyên wan ên bingehîn çi ne?


Bersiv - Îbrahîm ELÎYEV 


Di derbarê hejmara partiyên siyasî de ez agahdariya rast û berfireh nikarim bidim,

Lê partiya herî bihêz û herî bi bandor partiya, "Partiya Nû ya Azerbaycanê (Yeni Azərbaycan Partiyası)" ye. Ev partî ji sala 1993-an ve di desthilatdariyê de ye.

Ideolojiya wê jî bi giştî wek “Azerbaycanî bûnî ” tê naskirin.



Pirs 25- Rizgar ARYEN 


Aboriya Azerbaycanê baş e? Rola Kurdan di aborîya Azerbaycanê de çawa ye?



Bersiv - Îbrahîm ELÎYEV 


Erê, li Azerbaycanê gelek Kurd hene ku bi karsaziyê mijûl in û dewlemend in. Lê di heman demê de Kurdên ku di şert û mercên navîn û hejar de dijîn jî hene.



Pirs 26 - Rizgar ARYEN 


Li civaka Kurdên Azerbaycanê de rewşa xwendin, nivîsandin û perwerdehiyê çawa ye?


Bersiv - Îbrahîm ELÎYEV 


Li Azerbaycanê ne tenê di nav Kurdan de, lê bi giştî di nav hemû hemwelatiyan de asta xwendin û nivîsandin û perwerdehiyê pir bilind e û ji 99% zêdetir e. Ev rewş bi taybetî bi siyaseta perwerdehiya mecbûrî ya serdema Sovyetan ve girêdayî ye.

Bi berawirdî bi Tirkiye û Îranê re, ev asta perwerdehiyê di encama pergala perwerdehiya giştî ya Sovyetan de bi awayekî berfireh pêk hatiye.



Pirs 27- Rizgar ARYEN 


Rola jinên Kurd di civakê de çawa ye?


Bersiv - Îbrahîm ELÎYEV 


Li Azerbaycanê, li gorî mentaliyeta Qafqasî, jin bi giştî di cihên giştî de  zêde nayên dîtin. Wek nimûne, di civakek de mêr û jin bi gelemperî ji hev cuda rûdinin; di hin rewşan de jin cixare jî nakşînin. 

Lê belê bi giştî jin di hemû sazî, dezgeh û rêveberiyan de dixebitin. Mafên wan ji aliyê qanûnî ve azad û parastî ne.



Pirs 28 - Rizgar ARYEN 


Piştî hilweşîna Sovyetan, mayîna Kurdên misilman li Azerbaycanê û Kurdên Êzidî li Ermenistanê bandor li navbera Kurdan kir? Ev rewş ji aliyê siyaseta Ermenistan–Azerbaycanê ve cudahiyan afirand? Heke erê be, asta vê cudahiyê çiqas e û  di serdema Sovyetan de jî heman siyaseta cuda ketina Kurdan ya ji hev hebû?


Bersiv - Îbrahîm ELÎYEV 


Erê, bi xwezayî ev rewş cudahiyan çêkir. Kurdên misilman, Kurdên Êzidî bi wê yekê tawanbar dikin ku ew di dema qirîn û deportasyonên li dijî wan de bêdeng man. Wekî din, Kurdên Êzidî jî paşê di bûyerên Şengalê (2014) de Kurdên Misilman bi heman awayî tawanbar kirin ku ew jî bêdeng man.

Ev rewş bi awayekî giştî bandor li têkiliyên navbera van koman kiriye û hin cudahiyên hestyarî û civakî jî afirandiye.



Pirs 29 - Rizgar ARYEN 


Di serdema Sovyetan de perwerdehiya dînî hatibû sînor kirin?


Bersiv - Îbrahîm ELÎYEV 


Perwerdehiya dînî bi xwe tune bû. Bingeha îdeolojiya Sovyetan ateîzm bû. Di gund û navçeyan de jî Civakên Bêxwedayî (Allahsızlar Cəmiyyəti) hebûn. Kesên ku endamê van  civakan bûn, li dijî dîn propagandayê dikirin û li ser “zirarên dînê” agahdariyê belav dikirin. Her weha, ew kes rewşên têkildar bi meyldariyên dînî jî radigihandin dewletê.



Pirs 30 - Rizgar ARYEN 


Kurdên Azerbaycanê civakeke bajarî ne, an jî zêdetir di gundan de dijîn û bi çandiniyê û heywandariyê ve mijûl in?


Bersiv -  Îbrahîm ELÎYEV 


Zêdetir li gundan de dijîn.



Pirs 31 - Rizgar ARYEN 


Di serdema Sovyetan de şair û nivîskarên Kurd têne naskirin?


Bersiv - Îbrahîm ELÎYEV 



Erê. Di serdema Sovyetan de di Başûrê Qafqasê de gelek nivîskar dihatin nasîn. Ev rewş ne tenê li Azerbaycanê,  li Gurcistan û Ermenistanê de jî hebû.

Wek nimûne, li Azerbaycanê dikarim navê Ehmedê Hêponî mînak bidim.


Pirs 32- Rizgar ARYEN 


Nêzîkatiyek di navbera Kurdên Azerbaycanê  bi herêmên Kurdistana bakur, başûr, rojava û rojhilatê ve heye gelo? 

Çûyîn û hatina wan a van herêman an jî lêkolînên wan li ser Kurdên van herêman hene? 


Bersiv - Îbrahîm ELÎYEV 


Kurdên Azerbaycanê hemû bûyerên ku di her çar parçeyên Kurdistanê de diqewimin dişopînin. 

Ev rewş berî serdema dîjîtalîzasyonê jî hebû. 

Kurdên li vir bi rêya rojname û televîzyonan ji pêşketinên li wir agahdar dibûn. Îro her Kurdê Azerbaycanê ji pêşketinên siyasî yên ku li Kurdistanê diqewimin agahdar e. 

 Lê mixabin li herêmên Kurdistanê de Kurdên Azerbaycanê pir nayên naskirin. Em we pir baş nas dikin lê em bixwe nayên nasîn.


Pirs 33 - Rizgar ARYEN 


Li gor dizanim di navbera Başûrê Kurdistanê û Azerbeycanê de li hev kirinên xweş diqewimin, bi kurtasî dikarin qala rewşa Azerbeycanê û herêma Kurdistanê bikin? 


Bersiv - Îbrahîm ELÎYEV 


Di navbera Rêvebiriya Herêma Kurdistanê û Komara Azerbaycanê de têkiliyên pir baş hene, hem siyasî hem jî bazirganî. Mînak, di du mehanê yekem ên sala 2026an de nûnerên dewletê du caran hevdîtin pêkanîn. 

Ev hejmarek girîng e. Salên 2024 û 2025 an de jî ji aliyê hevdîtin û muxataban ve salên girîng bûn. Hatina Neçirvan Barzanî bo Bakûyê pir rêzdar û girîng bû. Bêguman ev tişt jî bandor li me dike. Azerbaycan êdî dest pê dike ku Rêvebiriya Herêma Kurdistanê wek aktoreke girîng di Rojhilata Navîn de qebûl bike. Em ji pêvajoyên ku li Rojhilata Navîn diqewimin agahdar in. Hin caran ji dûr ve şopandin ji bo pêşbîniyeke çêtir dikare bikêr be.


Pirs 34 - Rizgar ARYEN


Wekî destpêkê, dubare Spasiya we dikim bo bersivên we yên hêja. Rêzdar ELİYEV Gotina we ya dawiyê çîye? Piştî vê axiftina me ya ji pirs û bersivan pêktên hûn wekî gotinên dawiyê dixwazin çi bibêjin?


Bersiv - Îbrahîm ELÎYEV



Ez Cejna Çarşema Sor a Kurdên Êzidî pîroz dikim û hêvî dikim ku rojên xerab ên neteweya me li paş bimînin. Em di demekê wisa da ne  ku cîhan bi şer û felaketan re rû bi rû dimîne, ez ji bo neteweyên Azerbaycanê û Kurdistanê her tiştê herî baş dixwazim. Em êrîşên hewayî yên li ser Kurdistanê dişopînin. Xwedê civaka Kurdistanê ji hemû neheqî û xiyanetan biparêze.

 
 
 

Recent Posts

See All
KURDIM

Helbestvan: Dildar Pêşewa Kurdim wilo ku mirin jî nikare nasnameya min biqedîne, ez di mirinê de jî bi navê xwe dijîm.. Kurdim, ku mirin jî nikare min bi ji hebûna min veqetîne lewra nasnameya min B

 
 
 

Comments

Rated 0 out of 5 stars.
No ratings yet

Add a rating
bottom of page