Berî niha bi 64 sal berê weke îro Serok Mesûd Barzanî bû Pêşmerge !
- Hevi Akademi
- May 20
- 2 min read

Nivîskar: Dîyar Kurdî
Di sala 1946 an li Mahabadê di bin sîya alaya Kurdistanê çavê xwe li jîyanê vekir… Nêvîyê jiyana wî di nava şer de derbas bû kalikên wî li hemberî osmanî û îngîlîzan şer kir ew jî nêvîyê emrê xwe bi şerê li hemberî xulamê wan re derbas kir.
Di nava pergala cîhanê ya du alîyan -Sovveyet û Rojavayîyan- de ew şerê hebûn û tunebûnê da meşandin. Cîh hat xwest bawerî Sovyetê bike lê dizanîbû bê Yekîtîya Sovyetan li Mahabadê çi anîne serê Kurda ! bê çare ma… cîh hat xwest bawerîya xwe bi Emrîka bîne lê cardi dizanîbû di peymana Cezayîrê de cardi çi felek anî serê wan ! bê çare ma û cardi bê çare ma.. tenê di destê wî de alîkarîya xwedayê wî û bawerîya milletê wî mabû… ji xwe “Qiyada Muwaqet” hunera vê bawerîyê bû. Heger ev bawerî tunebûya ewê “Qiyada Muwakat” nehata avakirin heger nehata avakirin îro ewê Başûrê Kurdistana me jî tunebûya…
Di cîhanê de kêm mînak hene ku netewek tenê bi derfetên xwe û bi piştgirîya civaka xwe li hemberî cîhanê şerekî hebûn û tunebûnê meşandibe hebe. Erê şerê Kurda ne tenê şerê Tirkî, Irak, Surî û îranê bû lê di heman demê de şerekî li hemberî cîhanê bû. Cîhan bi Sykes -Pîcot, Lozan û hemû projeyên xwe ên qirêk ên weke xwe gemar ji Kurdan re tunebûnê rewa dîtibûn.
Ne cezayîr, ne Filîstîn, ne Hindîstan û ne jî ti welatîkî di serdema xwe de bindest bi qasî Kurdan tuşî înkar û tunebûnê nehatiye. Yên milletê Kurd ne tenê axa wan her weha bi rêya asîmîlasyonê xwestine mejîyê wan jî dagir bikin. Ev e ya zorê daye me…. Lê li gorî hemû zehmetîyan jî îro Başûrê Kurdistan û şoreşa Barzanîyan weke xençerekê li ser dilê pergala înkara Kurdan ketiye. Pergala înkara Kurdan îro hatiye hilweşandin êdî dem dema hebûna Kurdan e



Comments