top of page

Peyamberê Rizgariyê

10 minutes ago
3 min read


Peyamek anî bi navê Xwedayê Mezin peyamê ku di naveroka xwe de azadî hildigirt ji tirsê ber bi baweriyê,ji bendewariyê ber bi serbilindiyê, ji kolebûnê ber bi mirovahiyê


Di nav vê peyamê de felsefeya Mûsa derdikeve holê.Xwedê yek e û Ev gotin tenê daxuyaniyek li ser yekîtiya Xwedê nîne ew di heman demê de daxuyaniyek li dijî her cure zordariyê ye.



Heke Xwedê yek e, mirovekî din nikarê xwe wekî xwediyê giyana te ragihîne lewra em ne milkê ti kesî ne ne jî ji bo kole bûnê hatine ser rûyê dinê.?


Ji ber wê ti hêz nikare xwe bixe şûna Xwedê û ti mirov nikarê dîl bigire azadiyê?


Û mirovê ku ji tirsê rizgar dibe, baweriyê dibîne û mirovê ku ji bendewariyê jî rizgar dibe, serbilindiyê hildigire,


Û mirovê ku ji kole bûnê rizgar dibe, Cewherê xwe ji nû ve dibîne.


Û peyama Mûsa ji vê pirsê dest pê dike mirov ji kê re serî ditewîne? Û ji bo çi kole bûnê dipejirîne..


Ez bi vê pirsê hatim ser hişê xwe

Û min got ma hîn didome ramana Fir'ewn, û min got kî ma îro kî ketîye dewsa wî?


Kî îro dixwaze xwe wekî xwediyê mirovan nîşan bide?


Kî dixwaze tirsê bike zimanê rêvebirina mirovan?


Kî dixwaze mirovan ewqas bendewar bike da ku nikari bin li ser lingên xwe bisekinin


Îro navê Firewn ne tenê navê mirovekî ye, ew kirin raman


Ramaneke ku dibêje

Ez dikarim li ser te biryar bidim ji ber ku tu hewcedarê min î?


Û îro ew raman û pergal didome

ew di xof û tirsê me de didome

Di jiyan û rikdarî me de ye ew

Ketiye nava her derê me de..


Carinan zincîrên wî di hişê me de û carinan jî di kiryarê me de


Ji ber vê yekê pirsa Mûsa hîn jî li ber me ye tu ji kê re serî ditewînî?


heke Xwedê yek e,

ma çima em hîn destûr didin mirovan ku xwe wekî xwediyê mirovan bibînin?


Ma çima mirov hîn jî ji mirovekî din ditirse?


Ma çima mirov hîn jî li benda kesekî din e ku azadiya wî bide wî?


Ji ber vê yekê Mûsa ji mere ne tenê dibêje Firewn kî ye?


ji me dipirse Tu çima Firewn dipejirîne..


Piştî vê pirsê rizgarî dest pê dike


Lê ne dema ku em dibêjin em

Ez êdî kole bûnê wekî çarenûs

Napejirînim.


Ji ber ku Firewn di dema de bi

Navekî nû raman û pergala xwe

Didomî ne


Lê navê Mûsa hîn jî rênîşan e

ji bo kesên azadî dixwazin.


Mûsa li vir dibe remza ku mirov li ber zordariyê radibe û dibêje


Na ji bo tirsê, na ji bo kole bûnê


Na ji bo wî ramanê ku mirovek dikare xwe bixe şûna Xwedê û li ser wî biryara bide..


Ji ber vê yekê, peyama Mûsa ne tenê peyama rêwîtiyekê ye


ew peyama vegerandina, rizgariyê ye, û rizgarî li cewherê xwe vegerandine..


Û ew vegerandin ne tenê vegerandina raboriyê ye


Lê ji bo ku em bipirsin Firewn îro tu li ku derê dibînî?


Û herî girîngtir. Tu li ku derê

ramana Firewn di hundirê xwe de hildigire..


Çimkî azadiya rastîn ne ewe ku em Firewn ji ser textê wî dadixin


azadiya rastîn ew e ku em êdî textê Firewn di hundirê xwe de

Ava nekin?


Û wê gavê em li cewherê xwe

Vedigerin û texta hildiweşînin


Û tirsê jî wekî çarenûsa xwe

Napejirînin..



Û Wê gavê Mûsa dîsa zindî dibe.


Û wê gavê rêya rizgariyê dîsa dest pê dike.


Û mebesta Xweda jî rêya xwe

Temam dike?

Recent Posts

See All

Comments

Rated 0 out of 5 stars.
No ratings yet

Add a rating
bottom of page