Li Bazara Vê Serdemê
- Dildar Pêşewa

- 17 hours ago
- 2 min read
Li bazara vê serdemê,her kes tiştek difroşe,hin dilê xwe didin ber bazarê hin jî xewn û temenê xwe..?
Li bazara vê serdemê min gelek
Tiştê ecêb dîtin min dît ku li vir mirov ne tenê tiştê xwe difiroşe,
lê carinan xwe jî dide ber bazarê.
Li vê bazarê pirs jî hene lê bersivên wan nayên firotin
ji ber ku kes ne ji rastiyê re bazirgan e,hemû ji berjewendiyê re ne.?
Li vê bazarê bawerî kêm e lêbelê
Beyî hevdû tiştekî nakin, min dît ku rastî li qorziyekê bi tenê rawestiya ye kes nêzîkî wê nabe
Ji ber ku nirxê wê giran bû..
Min jî dest avêt ber kîsê xwe,
lê tiştek nebû piştre min ji xwe re got dibe ku ez jî di vê bazarê de dewlemend bim ji ber ku hîn
tiştek heye ku ez nikarim bifroşim, xwebûna xwe?
Û ji wê bazarê derketim ne ji ber ku tiştek nekirîm lê ji ber ku min fêm kir
Di serdemekê de ku her kes dixwaze tiştek ji te bikire, parastina xwe carinan mezintirîn berhem e.
Min dît ku hin kes hêviyên xwe
bi destê kesên din ve girê didin,
û paşê ji wan dipirsin çima ez azad nînim?
Hin kes jî hene jiyana xwe dikin pêşangeha mirovan her gav li benda pejirandinê ne wekî ku hebûna wan hewceyê destpêkekê ji derva be.
Û herî ecêb ew bû ku hin kes
dixwestin rastiyê bifroşin lê berî ku rastî bigihîje bazarê wan ew bi navê rastiyê gelek caran hati bûn firotin.?
Ma mirov bi qasî ku tiştên xwe difroşe xwe jî difroşe?pirsa herî girîng ev e
Gava hemû tiştên mirovan
bi nirxekê tên pîvan,
kî dê nirxa mirovan bipîve?
Ji dûr ve dengê bazarê hîn tê
Bifroşe biguherîne xwe nîşan bide bibe wekî em dixwazin.
Ez lê digeriyam lê vê carê
ne li bazarê Li hundirê xwe.
Ji ber ku azadiya herî dawî ya mirov ew e ku,di nav bazara her
tiştî de, xwe neke berhemê bazarê, berhema herî mezin
Xwebûne were ser hişê xwe
Ku te ew jî firot ti nirxê te nabîne
Li vê serdema xwefiroş.?


Comments