DAWÎYA ÎRAN HAT !
- Hevi Akademi
- Jun 13
- 2 min read

NIVÎSKAR : MAZLÛM HANGUL
Raperîn û serhildana Rojhelatî Kurdîstan wê demekî nêzde dest pê bike. Dawî ya Îran a dagirker hat. Kurdên me yên rojhelat jî bi kelecanî û coşekî mezin amade ne û em jî amade ne. Netewperwerên hêja hêza medyaya civakî pir girînge kerema xwe Rojeva me bila Rojhelat be. Li nav dinyayê aktîvîzm û şoreşa Kurdan pêwîste were bihîstin. Ew yek gelekî giringe, jixwe medya ya dinyayê li dest ABD û Îsraîl ê ye û wê alîkarîya me bikin ku Rojhelatî Kurdîstan û Belûçîstan bikeve rojeva cîhanê.
Kurdên Bakûr li Kurdên Rojhelat û Belûçî nas nakin, li derheqê partîyên rojhelat jî gelekî baş ne zana ne. Ji ber wê yekê jî hewceye em bidin nasîn. Pêwîste Kurdên bakûr dema berê xwe dan Rojhelat bila biçin tev pêşmergeyên PAK bibin. PJAK her binî çiqas Kurdewarî be jî, bi serê xwe de bin kontrola Îranê ye hêzekî Îranê ye, dixwazin bila Îran perçe nebe. Jixwe rola wê li rojhelatê zêde nîne lê valahîyekî mezin wê çêbibe ji ber wê yekê jî pêwîste ewê valahîyê hêzên Serxwebûnxwaz tijî bikin.
Îsraîl êdî nasene wê dawîya tesîsên îran yê nûkleer bîne, Xumeynî yê xwînxwar û Hikûmeta Îranê wê bikeve. Hêzên rojava yê dinyayê jî, ABD pêşî hemû wê alîkarî bikin. Koalîsyon zûda ne karê xwe dikir hemî amadekarî yê xwe amade kir.
Ew bûyerên ku çê dibin wê bibe sedama Daîş carekî din derkeve holê û Haşdî Şabî li Iraqê ser navên Şîî ya li hemberî Sunnî ya û Kurdan derkeve. Başûr û Rojava yê Kurdîstan jî wê midaxaleyî Daîş û Haşdî Şabî bikin. Azerbaycan û Tirkîye wê ser Azerî û PKK’ê çawa rojava, başûr, dagir kir wê rojhelat jî bixwaze bike binê kontrola xwe. Na ocalan heft bavê ocalan jî were nikare çekên destên SDG bike binê kontrola HTŞ ji ber wê yekê jî ew pêjavajo ya wê têk biçe, şerê PKK û Devleta tirk wê xwe bidomîne, çawa ABD Îsraîl pêş dide ku Daîş hêza xwe mezin dike û belav dibe, paşî midaxale dike ji ser navê Daîşe Hemî planên xwe dike devrê de.
Ew mesele jî eynî ye, bi rastî serê pêşî heya niha jî texmînî ya min ser vê yekê bû, heya PKK rojhelat jî neke binê kontrola Tirkîyê çekên xwe bernade. Hewceye em dinya û xetên dinyayê Armanca hêzên mezin û armanca hemî dewlet û partîya bizanibin, hezar silav Tîma Şoreşgerên Netewperwer. Hezar silav Qazî Mihemed û Dr. Qasimşo. Hezar silav pêşêngên netewperwerên Kurd û şehîdên Şoreşa Kurdîstan.




Comments