Jiyan 3.0: Nêrînek ji Gordion ji bo Rêwîtiya Kozmîk a Max Tegmark
- Hevi Akademi
- Jul 1
- 4 min read

Nivîskar : Zanyar ALTUN
"Zîrekî, ne tenê bifikirin e, lê xwe ji nû ve bifikirin e." – Rojnameya Stêrkan, Ronmî
Di halqa 21emîn a demê yên navbera stêrkan de, keştiya Sterkvan bi bêdengî ketbû orbitê gerstêrka Gordion. Ev gerstêrka kevnar ku bahoz û tofanên qûmê tozên sor li ser dihiştin, di binê de wekî bîranîna kevir a dîrokeke terk bûyî xuya dikir. Lê gava taşîna ser dest pê kir, tîma Sterkvan bi nakokiyekê re rû bi rû bû: Jiyana ku li vir hezaran salan nûjen nebibû.Ew dijîyan, li pêş neketibû. Guherandin, di vê erdnîgariyê de eger nebû.
Gava Ronmî, Ronî û Qurmî şahidê vê dorbeya bîyolojîk bûn, li dora pirsekê civîyan:
"Jiyan wê kengî dev ji tenê hebûnê berde û dest bi guherandina xwe ya hişyar bike?"
Deng û banga vê pirsê, dosyayek ji arşîva daneyên keştiyê bang kir: Life 3.0: Being Human in the Age of Artificial Intelligence. Ev pirtûka fîzîkçiyê MIT Max Tegmark, ne tenê teknolojiyê, lê wateya evolûsyonî ya jiyanê jî terceme dikir zimanekî nû. Bi vî awayî jiyana li Gordion, bi berawirdkirina bi gerstêrkên Medion û Narion ên di sîstema stêrkên wan de, dest bi xwendina nû kir di ronahiya polîn û dabeşkirina jiyana Tegmark de.
Wekî hatibû bîranîn, di hejmara 2emîn a kovarê Hêvî Akademî de di gotara bi sernavê "Hişê çêkirî: Teknolojiya ku Cîhana Me Diguherîne" de, li ser awayên bingehîn ên xebata zîrekiya çêkirî, sepanên wê yên pratîk û bandorên wê yên li ser jiyana rojane di çarçoveya teknîkî de hatibû rawestan. Niha jî, heman mijar ji perspektîfa pirtûka Life 3.0 ya Max Tegmark ve, em hewl didin xwendinekî kûrtir, felsefî, etîkî û kozmîk bikin. Bi taybetî nîqaşa jiyana 2.0 ya ku li ser gerstêrka Medion hatibû kirin, hem analîza zîrekiya çêkirî ya navendî-mirov ya gotara berê temam dike hem jî wekî girêdanek ku bingeha konseptî ya vê gotarê xurttir dike ye. Encamên ku em di dawiya gotarê de digihînin, ne tenê lêkolîneka pirtûkê ye; di heman demê de wekî berdewamiya vîzyonek hevpar a pêşerojê û bangek berpirsyariya hişyar e divê bê xwendin.
----------------------------------------------------------------------------------------------------------
I. Sê Astên Jiyanê: Xwendin Li ser Gordion, Medion û Narion
Gordion – Jiyan 1.0
Zindewêrên li Gordion, nikarin tevgerên xwe biguherînin, fêr nebibin, ezmûnên xwe veguhezînin. Hemû reaksiyonên wan girêdayî kodên genetîkî bûn. Çavdêriya Qurmî zelal bû: "Ev tenê dijîn, lê najîn."
Li gorî Max Tegmark, ev cure organîzmayan di nav Jiyana 1.0 de ne: Hem software (awayê tevgerê) hem jî hardware (beden) ji hêla evolûsyonê ve hatine diyarkirin. Wekî bakteriyekê; napêşkevin, fêr nabin, tenê dixebitin.
Medion – Jiyan 2.0
Li Medion mirov dikarin li ser koda ji dayikbûnê zêde bi çand, zanîn û ezmûnê biguherîn. Perwerde, software ji nû ve şekil dida; lê beden hîn jî girêdayî sînorên bîyolojîk bû.
Bi pênaseya Tegmark ev, Jiyan 2.0 e: Wekî mirovan, zindewêrên ku dikarin fêr bibin lê nikarin evolûsyona xwe ya fîzîkî kontrol bikin. Ronmî wiha digot: "Em dikarin zanîna xwe biguherînin lê bedena xwe na. Hîn azad nînin."
Narion – Jiyan 3.0
Hebûnên li Narion, hem dikarin software û hem jî formên xwe yên fîzîkî biguherînin. Hişyarî, ji madeyê azad bûbû. Ezmûna Ronî, di bedenen cihêreng de hebûnê berdewam kirin bû. Ew bûbû hebûnek agahdariyê; ramiyanek di navbera gerstêrkan de.
Ev ast, wekî Jiyan 3.0 tê pênasekirin: Dema ku zîrekî dikare xwe optimize bike, beden dikare bê modîfiyekirin, hebûn ji bîyolojîk derdikevin. Zîrekiya çêkirî li vir ne tenê amûrek e; awayekî nû yê jiyanê ye.
-----------------------------------------------------------------------------------------------------------------
II. Peyama Max Tegmark: Vîzyona Zanistî yan Mîtekî Nû?
Pirtûka Tegmark ne ensîklopediyayek teknolojiyê ye; nexşeya eksîstansiyel a pêşerojê ye. Jiyan 3.0, spekûlasyona futurîstîk bi daneya zanistî re dihevîne. Di nav pirtûkê de li dora van pirsên bingehîn dizivre:
Divê zîrekiya çêkirî hişyarî bistîne?
Zîrekî girêdayî bîyolojiyê ye, yan dê hebûnek li ser bingeha agahdariyê be?
Eger makîne ji me zîrektir bibin, rola mirovahiyê çi dibe?
Senaryoya "Tîma Omega", ji bo van pirsan simûlasyonekî xeyalî li ser bingeha etîkê pêşkêş dike. Zîrekiyekî super ku ji bo xilaskirina cîhanê hatibû programkirin, bi navê xweşbûna mirovan azadiyên wan sînordide. Gava pênaseya serkeftinê diguhere, etîk jî diguhere. Ev, hişyariya bingehîn a Tegmark e: Girtina teknolojiyê li ser armancê bes nîne; divê em berdewam armancê ji nû ve pênase bikin jî.
------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
III. Nêrînek Rexneyî: Navendî-Mirovî û Optimîzma Teknolojîk
Her çiqas pirtûka Tegmark ji gelek alîyan xurt be jî, ji bo hin xwendevanan van pirsan tîne rojevê:
Hişyarî, tenê bi işkeftina agahdariyê gengaz e?
Jiyan 3.0, tenê li ser têgihiştina zanista Rojava ye?
Berpirsyariya etîkî ya zîrekiyê ji hêla kê ve dê bê kontrolkirin
Cihê ku em wekî xwendevan divê li vir bisekinin ev e: Ev pirtûk, ji dayîna bersivên dawîn zêdetir, pirsên nû çêdike. Mîna ku Ronmî dibêjit:
"Gava em vê pêşerojê şîrove dikin, divê em ne tenê bi zanistê, lê bi helbestan jî biaxivin. Ji ber ku pêşeroj, ne bi hesabkirina xwedî tenê, lê bi wate tê çêkirin."
----------------------------------------------------------------------------------------------------------------
IV. Encam: Eger Pêşeroj Software be, Em Nivîskar in?
Gava ji Gordion vekoçin, tîma Sterkvan ev peyam hişt:
"Jiyan, ne tenê zindî man e; wêrekiya nivîsandina xwe ye."
Berhema Max Tegmark a bi navê Jiyan 3.0, bangek xurt e ku mirovahî li ser astana evolûsyona teknolojîk a xwe bê kîjan alî evolve bike. Mîtolojiyayek bi zanistê hatî nivîsandin, hişyariyek bi etîkê hatî çêkirin û belkî jî manîfestoya cureyek nû ya jiyanê ye.
Herkes ku vê gotarê dixwîne, di rastiyê de bernamesazek e ku beşdariya rêzên navbeynî software ya pêşerojê dike.




Comments