top of page

Xancerê Kurdî: Mistîka Stêran û Efsaneya Berxwedanê

Updated: Oct 7



ree

Nivîskar: Zanyar ALTUN


Gotarek Zanistî-Edebî li ser Sembolnasiya Çanda Kurdî


Sembola Bê Wext

Sal 2125, 21ê Adarê, roja xwedê dayîn - rojek li gersteka Teşîyon prime li cîhana bi navê Hevêdan tê gazî kirin. Ew cîhan ne wek cîhanên din e. Vê cîhana li dora du stêrkan digere - stêrkê bi hev girêdayî - yek jê şîn, ya din zêr. Wexta Hevêdan tê navbera van her du stêrkan, aliyê wê dibe roja efsûnî, ya din jî dibe roja zêrîn. Wê demê da şev çê nabe li vir. Her salê Adarê da ev roj e - mirovên wê cîhanê jî wê rojê da dibêjin roja "xwedê dayîn", wek roja ku li Kurdistanê bi navê Newrozê tê nasîn.

ree

Ronî her salê wê rojê da diçe binê Dara Jiyanê û li wê derê ew û hevalan hev dibinin, bi hevra agir lê didin û li ber agir govend dilîzin, çîrok dibêjin, laýistikên cuda cuda dilîzin û wê rojê bi kef û kelecan derbas dikin bi hevra. Sibehê zû dîsa rabu ku xwe amade bike ji rojê ra. Bi kelecan bû, zû xwarina xwe xwar û derket çû ber darê. Wext li aliyê stêrka zêrîn, berê êvarê bû. Li ew roj jî, ber ku her du stêrk bi hevra ronahî didan cîhanê, ne dibû tarî û hemû mirovahî wê rojê heta sibehê li derva derbas dikir.


Ronî wexta ku gihîşt ber darê, li wê derê tiştekî nû dît - hevîk derzî (derzîya serê teşîyê). Lê ew tişt li vê cîhanê tûnebû. Cara yekem tiştek ewha dî. Xwe negirt, bazda çû ba Numî. Numî van tiştan zanî bo, liser her dem lêkolîn dikir. Heza wê ji tişten nû ra hebû. Çewa gihîşt ba Numî, Numî şaş ma lê nihêrt û jê pirsî: "Ev çi hal e? Tu çima bazda yî? Te xwe di xweydanê da heştiye?"


Ronî bêdeng wê derzîya ku li binê dara jiyanê dîtibû nîşanê Numî da. Numî kelecanî bû bi hez. Got: "Ey, te ew derzî jî ku derî dît! Ev tiştekî xwedayî ye li vê cîhanê tuneye!" Wê demê parî kelecana Ronî danî û pirsîya: "Ev çiye?" Numî deng nekir. Got: "Hadî em biçin ba Ronmî. Ezê paşê bînim ziman li anha. Gere em herîn ba Ronmî..." Derketin.


Mîr li mala xwe li ber çemê Gordenê, di binê darekî mazî da rûniştiye. Pirtûkek di desta da ye û li sembolên wê mêze dike. Di hundirê mejîyê xwe da jî xancer xiyal dikir. "Wê kengî wê xancerî bî dîya?" - pirsa ku di serê wî da digeriyan her dem. Wê demê peyamgerdunê da peyamek jê ra hat. Serî pêşî pir dil nekir, lê binêrê jî dîsa go ya tiştekî balkêş be. Ji ber wî peyamgerdun jî bêrîka xwe derxist. Di peyamê da wiha dinivîsî:


"Li cîhana dinyayê wê mezadê bi lîdar xistin û di wê mezadê da wê xancerek jî heye. Çewa wêneyên xancerê dî jî cî firîya! Ew ewê xancerê mîrê Kurd e - xancera ku li ser efsaneyan hatine nivîsandin, xancerek li ser klam hatîne gotin, xancerek ku qejîrê dîwên reş tê nasandin li derê ye. Ez gerê wî bi dest bixim, çi dibe bira bibe!"


Bi lez xwe amade kir û sterkvanê xwe siwar bû, berê xwe da rê. Riya wî dirêj bû - 21 rojî roniya rojê dûrî Hevêdan bû. Li sterkvan dikaribu ji tirê rojê zûtir rê biçiya.


Mezada Efsûnî

Roj li cîhana dinyayê, 21ê Adarê 2125 - cihek li ber çemê Dîclê di bin sîya Zagrosê da. Li aliyekê Dîcle, li aliyê din Ferat diherikit. Roj rojê nû ya serê salê bû - 21ê Adarê di Salnameyê Kurdî da serê salê bû û weka Hevêdan rojek pîroz bû!

ree

Di vê roja pîroz da vê mezadê ve peyam sînyalek pîroz bû. Mîr di mejîya wî da ew derbas dî bû û bi kelecan bû. Bi rastî ewka ber xwe ne dîda li îcar, weka ku qet ne kedê jî ra pir dirêj hat. Çewa xwe ji xiyalê xilas kir, dî ku waye gihîştiye nezîkê stêrka dinyayê. Xwe amade kir ji bo cîhanê. Sterkvan çû ber derê mezadê. Danî, bi lez derbasî cihê eyawana mezadê bû.


Çewa derbas bû mezadê jî dest pê kiribû. Cara yekem yek peykerek li ser dikê bû. Peyker hat firotin. Piştî peykerê bangbêja duyemîn hat kirin û ew xancer bû. Xancer hat ser dikê. Çewa ku Mîr xancerê dî, dilê wî wek çî derkeve û here xancerê helmêz bike. Zû zû avet lê, gerê kelecana xwe danîya alî.


Mezadvan nirxa destpêkê got: "1 milyon dolar!" Mîr dest bilind kir: "1,250!" Li dawîya ewanê jiinek dest bilind kir û "1.5 milyon" got. (Eme paşê wê nas bikin - Stî.) Yekê din dest bilind kir: "1.750 milyon." Mîr dîsa wê negirt: "2 milyon." Stî wî dî û got: "3 milyon." Wisa berxweda dora 20 deqan. Nirx li ser nirx zêde bû. Ya dawîyê Stî got: "21 milyon!" Teva nirxdarê ewanê şaşman û kes li serê zêde nekir. Mîr jî di xwe da lê wî jî nikaribu lê zêde bike - baca wî têr nedikir.

ree

Piştî nirxdanê Stî hat ba Mîr û jê pirsî: "Tu çima ewka vê xancerê dixwazî?" (Stî jî demek dirêj da ye li benda vê xancerê bû, weka Mîr.) Mîr got: "Ez çend salê li benda vê wextê me û li vê xancerê digerîm. Tu cihek nema li ku ez neçûm. Di fezayê da gerriyam û îro li veder min dît. Li min bi dest nexist, mixabim. Vê xancerê li ser pêşbînî (kehanet) min bihîst û ji demê heta niha jî di xeyala min da ye."


Stî jî bi kelecan ket gotinê û got: "Belê, belê! Min jî şev kiribû û ez jî ji bo wê hatim vê derê." (Bextêwan bi heva hatibû girêdayî, lê ew jê bê hay bûn. Bext wan li ber çemê Dîclê di bin sîya Zagrosê da gîyand hevdu.) Piştira Stî jî xatir xwest û got: "Ez gerê herîm." Û bê gotin derket ji derîyê da. Mîr jî da dû û wê li ber sterkvanê wê qefalt û wî jî xwe avêt sterkvane. Bi hevra berê xwe dan mala Stî.


Derîyê Nav Cîhanan

Mala Stî li serê çiyayê Zagrosê li ber çemê Gordenê bû. Li serê girê bû. Çemê Gordenê di binî da diherikit. Dora çemê da cure bi cure darê fêkî hebûn. Her der hêşînahî bû. Dengên ajalan ji dûrî da wek klamek dihat - weka bihuşta wê derê bû.

ree

Stî çewa gihîşt ber mala xwe, ji sterkvanê da avêt û di ber malê da derbasî ewanê bû. Ji wê derê derbasî xala (odaya) karmendîyê bû û xancerê danî ser masê. Çû ji sepana dîrokê pirtûkek anî, xwarê danî ser masê. Mîr jî derbasî xalê bû û li ber masê rûnişt. Pirtûkê vekir. Pirtûkek kem bû û pelên wê vala bûn. Bi tenê çend sembol tê da hebûn. Yek ji wan sembolan xancer bû. Çewa şêweyê dît sekînî...


Di şêweyê da sê perçe hebûn. Yek ji wan şêweyan (şikil) stêra 21 yek tîr, ya duyemîn derzî, ya sêyemîn xancer bû. Le tu nivîs tê da tûnebû. Çewa çavê wî çû ser derzî, ji ber xwe va bi dengekî bilind got: "Ez zanim derzî li kê deriye!" Stî bihîst û bi kelecan lê nihêrt. Mîr wê demê destê xwe avêt peyamgerdunê (amûrek (cîhaz) ku mirov dikare bikeve têkilîyê bi cîhanên ku li dora gerstêrka din digerin) ji bêrîka xwe derxist û peyam şîyand ji Ronî ra.


Ronî jî wê demê li Hevêdan li cihê karsazîya Ronmî bû. Ew û Ronmî û Numî bi hevra li serê lêkolîn kiribûn, lê tiştek baş nedî bûn. Paşê bi hevra berê xwe da bûn kada binê Dara Jiyanê ji bo pîroz kirina roja "xwedê dayîn". Di kadê da tijî mirovên(fezayî) cure bi cure bûn. Her yek jiyan bi cilên cîhana xwe, xwe girêda bûn û hatibûn qadê. Dengê muzîkê çar alî belav dibû. Çewa gihîştin ber Dara Jiyanê, dengê peyamgerdunê hat. Qoyê wî û pê çiya xwe li saetê xwe kir. Peyam li ser dîmenê (ekranê) derket. Peyam ji Mîr hatî bû û di peyamê da ji Ronî ra dibe: "Jê derzî bîne, were cîhana dinyayê. Em li benda te ne, bi lez û bez!"


Ronî xwendinê qedand, li ser Numî û Ronmî fetilî û got: "Em gerên herîn dinyayê. Mîr gazî me dike." Li ser wê Numî got: "Baş e, em biçin." Berê xwe ji kadê guherandin û çûn ber sterkvanê. (Dilê Ronî tîne bû jî, lê Mîr gazî kiribû - wê tiştekî hêsan be neçe nabe.) Li siwar bûn û berê xwe dan dinyayê. Hatîn cihê mala Stî.


Stî û Mîr li ber derî li benda wan bûn. Bi hevra derbasî xala karmendîyê bûn. Mîr pirsî ji Ronî: "Ka te derzî anî?" Ronî bi lez derxist û danî ser masê.

ree

Her sê sembol jî amade bûn, lê wê çawa bi hev girê dana wê nizanîbûn. Ji Ronî pirsîyan. Ronî bi kenekî xurt got: "Hun mirov, tiştên ji we ra neçare ne! Ji bo min bi tenê laýistik e." Derbasî ber masê bû. Pêşîyê xancerê ji serê derxist, danî alî. Paşê derzî û sembola stêrkê derxist, li serî xist. Dawîya da jî derzîyê di navbera valahîya sembola stêrkê û xancerê da derbas kir û her sêya bi hevra girê da û da destê Mîr.


Mîr û Stî çewa bi destê xwedan hevdu û xancere girtin, alavek rengîn jî derket. Mîr û Stî Çavê xwe girt û xancerê alavî blindî hewa kir. Sembola jiyanê xîz kir. Çewa sembol xêlas bû, li ber wan derîyek vebû. Ew demê dinyayê da derîyek hatî vekirin - vê derî derîyê navbera cîhanan bû. Bi rengî şîn efsûnî dibirikî. Hemû şaş bûn - xancerek çawa dikare cîhanan ji hev bi qelîşe!

ree

Numî deng kir: "Hadî lezkin! Wê derî bê girtin." Tev bi hevra di derîyê da derbas bûn. Li piştê wan dengê çemê Gordenê, li pêşîya wan cîhaneka bi tevahî nezanî...

 ------------------------------------------------------------------------------------------

#Linka Filme anîmasyone gotare li jêre keremkin temaşe bikin.

 
 
 

Comments

Rated 0 out of 5 stars.
No ratings yet

Add a rating
bottom of page