top of page

MİLLET PERWERÎYA MİLLETÊN BINDEST


ree

DR. ŞIVAN (SAIT KIRMIZITOPRAK)


Mixabin e ku, hin nivîskar û entellektuel (rewşenbir, minewer), ferqê milletperwerîya burjuwazî ya serdest û ya milletên bindest nikarin seh bikin. Li gora mantiqê şema klasîkî, hemû raman û harekên milletperwerî dixin yek turik û bêdanûstandina dîalektîkî û bê anelîzek kur u zanistî, bi qenatek pêşîn îddîa dikin û dibêjin : “hemû milletperwerîya cîhanê şoven e û zidê harekeyên sosyal e…”bilakis milletperwerîya milletên bindest bi xwe di mihtevayek pêşverûyî, demoqratîk û sosyalî de ye. Ji ber ku li dijî perçiqandina emperyalîzm û zorkerîya milletên koledar radibe. Lê çi heye ku, di navera tekoşin û şerên azadî de, hemû milletperwerîyên bindest, nikarin bikevin qalibek pêşverûyî, dimoqrat û sosyal. Mesela, em bigirin şerê 1920-1923 yê Yewnan. Her wekî heqîqetek tarîxî ye , li dijî emperyalîstên Ewropa, Milletê Tirk û Kurd, bi hev re dest avêt çekan û rabûn. Piştî derxistina emperyalîstên xiristîyan (file) û rizgarkirina Anatolî, bi şûna ku, li ser birat, wekhevî û yekîtîya Titk û Kurd ; dewletek dimoqratîk, sosyal û federe çêbibûya îqtîdara sîyasî li Enqara, di 1924 pê ve ket destên cûntayên faşîst û nîjadperest. Diktatorê leşkerî û nemîndeyên turanperestan Mustafa Kemal û hevalên wî hema ji ew roj û vir ve dest avêt asimilekirin ( bişawtin, helandin, ji hortê rakirina tarîx, kultur, folklor, edebî, ziman, hemî bihayên rûçikên Kurd û îstîsmara îqtîsadîya bin û ser erdê Kurdistan) û hilveşandina Milletê Kurd.

Gotinek zanistî û heqîqetek tarîxî ye ku, ji ewê rojê û vir ve bi destên Mistefa Kemal û hrvalên wî yên Tirkperest û Turanperest ; milletperwerîya Tirk hemû cewher û asasên pêşverûyî, dimoqratîk, sosyal û meşrû winda kir. Û bû wek milletperwerîyek faşîst, nîjadperest, kevnare, şoven, emperyalîst…

Li Iraqê jî ji bilî hin ferqên taybetî; berberîya milletê Kurd û Ereb, hedî hêdî ket galiba yê Mistefa Kemal. Nemaza , ji 1936 an pê ve û di qextê Reşît Alî û Hikmet Silêyman de, îqtîdara sîyasî wek texlîdê Kemal û Hîtler, li ser milletê Kurd, zext û perçiwandineka şowenî û faşîstî tetbîq(tenfîz) kir.

Eşkera dixuye ku, milletperwerîya Kurd; li dijî faşîzm , dijî dîktatorîya leşkerî, dijî perçiqandina millî, sosyal û ekonomîkî (iqtîsadî) û dijî asîmîle kirina milletê Kurd pêk pêk hatiye. Û roj bi roj Kurdîtîya me, di nav herken milliyên me yên hindur û yên cîhanê de pêşve çû bû xwedî şexsîyetek pêşverûyî, dimoqratîk û bi her awayî meşru.

Tarîx şahide ku, hemî harekên milletê Kurdên bi çek, harekên gundîyên Kurdistanî ne.

Ji ber kû gundîyên me bi rengekî aktîf, ketine nav meydana şer. Û piştî şikestina her harekeyê Kurd, bi milyonan ve gundî, cotkar, pale, gavan, şivan û karkerên Kurd

an hatine kuştin û an jî hatine surgîn (mefî) kirin. Heçi malbatên mezin û giregirên Kurdan, ji bilî çend camêr û malbatên millî, em van jê vala dibinin. Herwekî me li jor jî got, milletperwerî û tekoşîna şerê azadî ; ne karê şêx, beg, axa, serok aşîr û dewlemendên mezin e. Herwekî şorişa Kurdistanê, Kurdistana Îraq, bi eşkera nîşan dide, di der dirêjahîya hareketên me yên bi çek de, tebaqeya mal mezin û dewlemendên Kurdan, bi piranî bûne şirîkên dijmin yanî bûne caş. Ji bona kû ev tebeqa, tebaqeyek çaxê navîr e, kevn e, ji raman û armancên milletperwerîyê re tucaran nêzîk nabe û heta fam jî nake. Em dûbare bikin ku, tebeqeya axa, beg û şêxên mezin li dijî hereketa li ser milletperwerî xwedî çi hiş û tevger nîne.



ÇAVKANÎ : PIRTÛKA SELAHATTIN ALI ARIK /DR ŞIVAN / RÛPEL 519.

 
 
 

Comments

Rated 0 out of 5 stars.
No ratings yet

Add a rating
bottom of page