KURDIM
- Hevi Akademi
- Apr 8
- 1 min read
Helbestvan: Dildar Pêşewa
Kurdim wilo ku mirin jî nikare nasnameya min biqedîne, ez di mirinê de jî bi navê xwe dijîm..
Kurdim,
ku mirin jî nikare min bi ji hebûna min veqetîne lewra nasnameya min
Bi xwînê hatiye nivîsandin,
Kurdim,
dema dengê min hat qirkirin,
ax bi xwe axivî çiya govaniya min
Kir, ferîşteha mirinê qala kuştina min
Şikefta qala têkoşina min kir, zinar û
Latan jî parastina hebûna min kir..
Kurdim ne dawiya çîroka xwe me
Ez destpêka wê me, her ku gotin
Tu tuneyî ez ji axê rabûm gotim ez
Li vir im..
Kurdim di nav birîna de bi xwe dihesim ji rabirdû ye bipirsin, ji
Dîrokê bipirsin, ji Nemrûda bipirsin
Ew dizanin di nav agir de jî ji wan
Natirsim, lewra ez ji mirinê jî mezintir im..
Kurdim ji sipartecus wêrek tir im
Ji fars tirk û ereban mezintir im
Herin ji wan bipirsin ew gelekî ji min ditirsin..
Kurdim herin ji serdema neolîtîkê bipirsin ew dizanê ez im destpêka
Hemû mirovahiyê ew dizanin ez im
Destpêka şaristaniyê, min gîyana
Xwe daye hemû cîhanê..
Kurdim herin ji keştiya Nûh bipirsin
Ew dizanê ez Kî me, herin ji Zerdeşt
Bipirsin ew dizanê ez hevparê agirê
Wî me, û bawermendê yek ezdayî ne
Kurdim herin ji Enkîdûya bipirsin ew
Dizanê em ji ya xwe venagerin
Û herin ji Dehaqa bipirsin ew dizanê
Kawa tucarî ji kesî natirsin..
Herin ji yezdan bipirsin ew dizanê
Em ji wî pêve serê xwe ji kesî re
Natewin û ew dizanê em ji mirinê
Natirsin..?

Comments