Mîna Qazî (Dayê Xanîm)
- Hevi Akademi
- Oct 23
- 2 min read

Nivîskar : Orhan Ozturk
Di nav dîroka Kurdistanê de, hinek nav hene ku zêde têne xwendin û nayên ji bîrkirin . Lê hinek nav hene ku, ne tenê di dîrok ê de, lê di dilên jin û ciwanan de jî dimînin. Yek ji wan navan Mîna Qazî ye jina kurd a bi hêz, bi dilşadî û bi bawerîya xwe, rêyek nû ji bo jinên Kurd vekir.
Mîna Qazî di sala 1908’an de li Mehabadê hatiye dinyayê. Di wê demê de, jin tenê wekî kesekî malê tê dîtin, ne wekî kesekî ku dikaribe beşdarî siyaseta welatê xwe bibe . Lê Mîna ne wisa bû . Ew jiyana xwe da dixwest ku jin jî bibin deng û destê şoreşê.
Bi Qazî Mihemed re zewicî û bû heval a,rêberê Komara Kurdî ya Mehabadê. Lê Mîna ne tenê jin a Qazî Mihemed bû; ew ji hêla kurdan de wekî heval, wekî şirîk û wekî Dayîkêkî dihat nasîn. Di sala 1945’an de Yekîtiya Jinan ya Kurdistanê damezrand û Serokatîya wê kir. rêxistinek ku armanca wê azadiya jin û perwerdehiya wan bû.
Ji Mîna Qazî re “Dayê Xanim”tê gotin. Ne tenê ji ber ku ew jin bû, lê ji ber ku wê xwe, ji bo hemû Kurdistanê wekî dayîkek da nîşan dan. Di demên ku zordarî û siyaseta firoşkarî li ser jinan bû, ew ê dest bi xebat kir û got:
“Jin jî dikarin şoreşê bikin, lê berî şoreşê divê ji xwe bawer bikin.”
Piştî ku Komara Mehabadê hate şikestin û Qazî Mihemed hate Şehîd kirin , gellek kesan dest li ber xwe hildan . Lê Mîna Qazî berxwedana xwe her tim berdewam kir û winda nebû. Ji bo bidestxistin a du mafan, mafê gel û mafê jinan bê rawestandin di nav xebat ê de bû.
Di dîrokê de, navê wê bi qasî navê hevalê wê tê bîranîn. Lê divê em bibêjin: heval a Qazî Mihemed e ku, bû Mîna Qazî – lê Mîna jî ew bû ku Qazî Mihemed bi dilê jinan re tê gîr kir. Mîna Qazî di sala 1998’an de çû ser dilovaniya xwe , lê nav û berxwedana wê hêj di nav gelê Kurd de dijî. Ew nîşan dide ku di serdema herî tawanbar de, jin dikare dengê xwe bilind bike û dîroka xwe bixwîne.
ro, dema ku jinên Kurd li her derê têkoşîn dikin, navê Mîna Qazî wekî nîşanek ji berxwedanê û xebatê tê gotin. Wekî Dayîkêkî, wekî rêber û weke jinêke azad, wê bi me da fêrkirin ku:
“Azadî ne tenê ji bo mêr e azadîya bê jin, ne azadî ye.”




Comments