top of page

NETEW DEWLET

ree

Nivîskar : Nezîr AKAT


Me di civîna xwe ya yekem de proseya avakirina Netew-dewletê anîbû zimên.


Ji serdema keşîfên mezin wek Emerîkayê, şerê Ewropayê yê sîh salî ku bi bawerîya min bingehê Netew-dewletê li Ewropayê amade kirîye, herweha pêvajoya avakirina serxwebûna Emerîkayê û şoreşa Fransayê anîbû zimên. Li Hêvî Akademîyê binêre.


Pêvajoya Ronesansê ku di sedsala 14-15an de û serdema Ronahîyê ya 16-17an li ewropayê û li rojavayê cîhanê proseya netawayetî bihêztir kir. Mafê takekesî êdî di nav sîstema ol, kilîse û împaratorîyan de, ne pêkan bû. Ji mafê takekesî ber bi netewayebûnê ve nasnameyek ku takekes xwe pê binav bike, netewe bû û ew jî bû sîwaneke hevbeş. Ev jî di netewayebûnê de wek pêvajoyek xwezayî pêk hat.


Di avakirina Netew-Dewletê de rola şerê cîhanê ya yekem biryardêre. Lewra bi vî şerî ve împaratorîyên mezin rûxîyan.


Bi vê pêvajoyê ve, avakirina Netew -Newletê bi rastîyê ve wergerîya û li tevaya cîhanê bû modela yekem. Mirov dikare bêje Netew-Dewlet wek alternatifa Împaratorîyan di rojeva cîhanê de cî girt.


Di avakirina Netew-Dewletê de gelek aktorên sîyasî, çandî, etnîkî, erdnîgarî û rola hêzên navneteweyî cî girtine, reng û dengên Netewe- Dewletan ji hev cuda kirine. Bi vê mebestê em dikarin bêjin hemî dewlet ne Netew- Dewletin û hemî Netewe-Dewlet jî ne wekî hevin. Bi qasî hevbeşîyên wan cudahîyê wan jî henin. Wek min berê jî gotibû, rola çand û hêzên etnîkî û olî statuya Netew-Dewletan jihev cuda kirine. Herger em proseya avkirina dewletê bixwe bi tevayî wek avakirina Netew-Dewletê şîrove bikin pêwîste cudahîyên avakirina wan jî bên şîrovekirin. Li welatên Rojavayî bêtir di bingehên serdemên Ronesans û Ronahîyê de bi awayekî xwezayî li ser bingehê netewayetîyê, Netew-Dewlet hatine avakirin. Lê li alîyekî cîhanê li welatên Rojhilatî proseyek ji ya Ewropayê cudatir dest pê kir û bêtir avakirina Dewlet-Netewan bûn minakên berbiçav. Ango Dewlet-Netew, bi destê dewletê lê bêtir bi metodên tundrewî neteweyên dewletê afirandin e. Lê mixabin di herdû proseyan de jî dewletê kêm zêde cudahîyên nava dewletê wek ol, ziman, etnîk û mezheb înkar kirine. Cudahîyên navborî bi tundrewîya dewletê ve rû bi rû manin û derbirîna azadî li wan qedexe bûye. Nimûneyên tundrewîya Netew-Dewletan li Rojava û Rojhilatê cîhanê gelekin. Lê ji ber wextê me kême ez bi kurtî hevbeşîyên tundrewîya wan binav dikim.



Proseya Netew û Netew-Dewletê

Berî her tiştî Netew-Dewlet wek têgeh û struktur berhemeke taybetmend ya pêvajoya ku min berê anîbû zimên. Lê Netew-Dewlet di sedsala 18 û 19an de wek rastîyek civatan di rojeva cîhanê de cî girtibe jî, sedsala 20an sedsala avakirina Netew-Dewletê ye. Ev pêvajo bi şerê cîhanî yê yekem ve bijhêztir bûye û li dinyayê avakirina Netew-Dewletê bûye modela sereke.


Di vê mijarê de destpêk û geşepêdana netewa û avakirina Netew-Dewletê yan jî Dewlet-Netew wek yek destpêk û proseyê şîrovekirin dê bersîva avakirina Netew-Dewletê nede. Lê Dewlet-Netew di avakirina xwe de ji bo ku neteweyek berbiçav tuneye wek Dewlet-Netew hatin avakirin. Piranîya wan piştî demeke kurt Dewlet-Netewê bi tundewîya dewletê ve netewek avakirine û xwestine vegerin ser prensîbên Netew-Dewletê. Ev helwest jî bi koçberî, komkujî û asîmîlasyonê ve bi encam bûye lê nebûye çareserîya mayende.


Her çiqasî li ser proseya netewayetîyê hevbeşîyek tunebe jî, netewayetî û proseya netewayetîyê ji proseya avakirina Netew-Dewletê kevntire. Lê Netew-Dewlet asta herî bilind û mezin ya netewebûnê bixwe ye.


Di vê pêvajoyê de li gor pêkhateyên civatan û hêzên wan çend prose di rojeva cîhanê de cî girtin. Vê pêvajoyê heta şerê cîhanê yê duwem jî domand û bi şerê cîhanê yê duwem ve jî li gor bingehên pêkhateyên civatan Netew-Dewlet û li hinek cîyan jî Dewlet-Netew bi awayên cuda hatin avakirin. Cîyê gotinê ye ku şerê cîhanê yê duwem berdewama şerê cîhanê yê yekem e. Lewra şerê cîhanê yê yekem proseya armanca xwe bidawî neanî û di nêvî de ma. Ew bi peymanên navneteweyî jî alîyên dewletên ku aktif şerê hevdû dikirin, şerên xwe bi dawî anîn lê armancên xwe tenê dane alîyekî. Nakokên esasî û netewî yên sedema şerî ji holê ranekirin.


Bi avakirina Yekîtîya Neteweyan wek dezgeheke navneteweyî mijara netewe û Netew- Dewletê jî bû yek ji prensîbên vê dezgehê. Bêgûman pêwîste bê gotin ku bi avakirina Dewleta Federal ya Sowyetê ve û bi prensîbên serokê Emerîkayê yên mafê çarenûsîya miletan ve di YN de ji bo miletan Mafê çarenûsîyê bû prensîbeke sereke.


Prensîbên YNweyan mixabin li gor rewşa berjewendîyên hêzên navneteweyî û dewletên emperyal ji bo hemî neteweyan nebûn prensîbên çareserîyê. Çawa gelek netewe gîhiştin mafê xwe, herweha gelek netewe jî ji mafê xwe bêpar man. yek ji nakokîyên bêçareserkirî jî bicîbûyina mafên miletan bû.


Di proseya avakirina Netew-Dewletê de, proseya avakirina Sowyetê wek proseyek cuda bû alîyekî mezin yê vê proseyê. Sowyet li ser bingehê yeksanîya miletan û wek civateke pirçandî, pir neteweyî wek model hate avakirin lê mixabin ji proseya yeksanîyê bidûr ket, û Netew-Dewleta Rûsî bû bingehê vê avahîyê.


Li welatên din, Netew-Dewlet bi awayên cuda proseya xwe domand û zêde dewlet hatin avakirin. Li vir wek nimûneyek berbiçav bêjim ku miletê Kurd di vê proseya dûr û dirêj de negîhişt Netew-Dewleta xwe ava bike. Du sedemên esasî derdikevin pêş. Ji sedsala 16an ku netewayetî wek destpêk li Kurdistanê xwe rê da be jî, bi astengîyên navxweyî û Împaratorîyên dagîrker ve rû bi rû maye. Ji alîyê din jî Mîrekên Kurdan her çiqasî çand û zimanê Kurdî parastibin jî ku em wek miletö Kurd minetarin. Lê bi parastina pêgehên xwe wek bingeh, proseya netewayetîya Kurd geş nekirîne. Ol, lehçe, herêm û berjewendîyên desthilatdarîyên herêmî, li pêşîya netewebûnê bûne asteng. Çend mîrekên Kurdan bi mebesta Kurdistaneke serbixwe tevgerîyabin jî bi astengîyên navxweyî, rikberîya mîrekan ku gelekan nexwestine di bin hîmayeta yek Mîrî yan jî hevkarîya Mîrekî û desthilatdarîyên dereke ve rû bi rû manin û proseya avakirina dewleteke serbixwe bi encam nekirine. Bêgûman ji sîstema mîrekî, şêxîtî û eşîretîyê ber bi neteweyebûnê ve proseya netewayetîya Kurd, ji dema împaratorîya Med an, hetanî avakirina çend dewletên Kurdî ku yekîtîya Kurda bi encam nekiribûn, heta serdema Osmanî û avakirina dewlet-neteweyên dagîrkerên Kurdistanê, serhildanên Kurdan giş di nav de proseyek dûr û dirê je. Ev proseyek cidî ye û pêwîste li ser vê pêvajoyê bêtir bê axaftin û nivîsîn. Belkî em bikaribin vê pêvajoyê jî bikin mijareke semînerên Akademîyê.


Piştî sîstema Mîrektîyê destpêka sîstema şêxîtîyê li Kurdistanê wek destpêka netewayetîya Kurd ya avakirina Netewe-Dewletê xuya dibe. Lê mixabin di gel hemî hewiêldan û berxwedanên sîstema Şêxîtîyê jî neteweya Kurd ji derfeta avakirina Netew-Dewletê bêpar ma. Jixwe perçebûna Kurdistanê mejîyê netewayetîyê perçe perçe kirîye. Netew-Dewlet li rojavayê dinyayê proseyek ji rojhilatê dinyayê cudatir birêve çûbe jî, di prensîbên esasî de jî hevbeşîyek avakirina Netew-Dewlet u Dewlet-Netewan jî heye.


Prensîbên hevbeş yên Netew-Dewletê

Netew-Dewlet têgeheke taybetmend e û ji bo hemû dewletan ne guncaw e. Di mijara Netew-Dewletê de ne li dunyayê û ne jî di nav sîyaseta Kurdistanî de hemfikirek hevbeş heye.


Netew-dewlet sîstema avakirina dewletên taybetmend yên berîya şerê cîhanî ya yekem û piştî şerî bixwe ye. Ev sîstem di bingehîya erdnîgarîya dewletê de bi navê miletekî binavkirin e. Her çiqasî li gelek cîyan lê bêtir li Rojahilat berê dewlet hatibe avakirin jî, proseya Netew-Dewletê ya înkara cudahîyan naguherîne.


Ango hemû hemwelatîyên di nava dewletê de dijîn, bi navê miletekî binav dibin. Li hinek welatan her çiqasî ne bi navê miletekî dewlet hatibin ava kirin jî, di nava pêvajoyê de di struktura dewletê de desthilatdarîya miletekî bûye rastîyek sereke. Tê gotin ku Netew-Dewlet li ser bingehê înkarê hatîye avakirin loma jî ne sîstema dewletek baş e. Ev sîstema ku em tînin zimên bi başî û nebaşîyê nayê îzahkirin. Her dîyardeyek di şert û mercên wê serdemê de pêwîste bê şîrovekirin. Lewra Netew-Dewlet fenomenekî taybetmend ya sedsala 19e û 20a ne. Lewra ji Netew-Dewletê pêde alternatîfek biryardêr tunbûeye. Ev ne tenê tercîheke, lê herweha mecbûrîyetek civata navneteweyî û navxweyî ya wê serdemê ye jî.


Ez dikarim bêjim ku hemî dewlet ne Netewe Dewletin û hemî Netew- Dewlet jî ne wekî yekin. Cudahîyê wan û hevbeşîyên wan henin û her yek ji wan berhemên prosesên cuda nin.


Emerîka ne wek Netew Dewlet hatîye avakirin, Îswîçre ne wek Netew Dewlet ava bûye. Sowyet, çîn, Hindîstan vana giş ne bi tevayî li gor prensîbên netew dewletê ava bûne. Awusturalya, Zelenda nu jî her weha cuda nin. Van welatên ku ez binav dikim bêtir li ser bingehê hemwelatîyê, dewletên xwe ava kirine. Her çiqasî Emerîka, Kanada, Awusturalya, Îswîçre, Qralîyeta Mezin, Îspanya, Belçîka, û wekî din, wek nasnameya dewletê ne raste rast bi navê milet yan jî etnîkekê hatibin avakirin û wek Netew-Dewlet binav bibin jî, Netew-Dewleta ku ez binav dikim bi taybetmendîya xwe ji proseya van dewletên navborî cudatire.


Wek nimûne dixwazim navê du dewletan bidim. Emerîka di projeya avakirina xwe de pêdivîya zimanekî fermî nedîtin. Her çiqasî ingilîzî wek ziman derket pêş û bû zimanê perwerdeyê jî, Emerîka heta nuha jî ne xwedîyê zimanekî fermî ye. Lewra di avakirina Emerîkayê de ne tenê Ingilîzî lê herweha gelek welatên Ewropî beşdarî proseya avakirina dewleta Emerîkayê bûne.


Swêd her çiqasî wek Netew-Dewlet binav bûbe jî, ku yek ji wan dewletên Ewropayî ye di demek zû de di serdema destpêka sedsala 16an de netewayetî bûbe hêzeke sereke jî, zimanê Swêdî heta sala 2010an ne zimanekî fermî bû. Van nimûneyên navborî rêdide ku proseya avakirina dewletan cudaye û em nikarin gişa di nav qalibekî de şîrove bikin.


Gelek dewlet raste rast ne bi navê neteweyekî hatibin avakirin jî lê dewlet bi nasnameyekê binav bûye. Wek nimûne Tirkîye ye ku bi navê miletekî ava bûye. Ev bixwe berevajî vê proseya dewletên navborî ye. Heta Iraq, Surye, Lubnan, Misir, Urdun, Fas Tunus Cezayir, Lîbya ku dawî hatine avakirin jî ne li gor prensîbên netew dewletê lê bi destê dewletê xwestine cudahîyan ji holê rakin û neteweyek dewletê ava bikin. Lewra ew li ser xaka neteweyên cuda berfireh bûne. Heta mirov dikare bêje ku ew li ser xaka cudahîyan hatine avakirin. Lê dîsan jî ji hev cudan e. Lubnan nimûneyeke taybetmend e. Dewletên rojhilatî ne li ser bingehê ronesans û ronahîyê û ne li ser bingehê pêvajoya xwezayî ya netewayebûnê ve hatine avakirin.


Îro jî pêvajoya Netew-Dewletê bidawî nehatîye. Bi formekî cuda netew dewlet didomin. Lê herweha Post modernîst, sosyalîst, Îslam, ne îslamîya sîyasî, îsewîtî û Yahûdî ne ya ya sîyasî herweha li alîyekî din bermalên Zerduştî lê bêtir Manî-Manheîzmê wek Yarsanî û Bahaîgirîngin û bi nerînên xwe dibin alternatîfên netew dewletê.


Di pêvajoya avakirina netew dewletê de sê prosedîsîplinên berbiçav di rojeva mirovahîyê de cî girtine.


1- Li gor prensîbên netew dewletê hatine avakirin. Navendî ne, gelek ji wan li ser xaka neteweyên cuda hatine avakirin. Înkara cudahîyan berbiçav e. sîstema yek partîtîyê bi giranî ye. Yek reng û cudahîyan naxe hesabê desthilatdarîyê. Dîroka wan ya fermî ye û ji rastîyê dûre. Her yek ji van prensîban mijarên şîrovekirinêne.


2- Dewletên pirçandî û demokratîkin. Ne navendî ademî merkezî ne. Federasyon, konfederasyon, xweserî û xweserîyên çandî wek strukturên van dewletan e. Bêtirên wan li ser bingehê hemwelatîyê hatine avakirin. Bi cudahîyên xwe ve dewletên rojava û rojhilatî yên vî beşê mezin in.


3- Dewletên bi struktura sosyalîzmê hatine avakirin. Federatif, konfederatîfin.


Dewletên li gor prensîbên Netew-Dewletê, lê bêtirîn Dewlet-Netew hatine avakirin, piranîya wan bi komkujîyan di nav hewildanên avakirina miletekî nu de jîyana xwe domandine. Ji bo van welatan ev helwest ne tercîhek bûye. Lê ji bo avakirina neteweyekî ji bo ku miletek tuneye ev sîstem û metod mecbûrîyeteke. Ji bo gelek dewletan ji bo Tirkî jî tê gotin ji bo çi bi struktura xwe ne dewleteke demokratîk û pirçandî/ye. Heger weha ba dê ev dewlet nehatiba avakirin. Mebesta avkirina dewletê bixwe eve, ango avakirina miletekî nu ye. Her çiqasî Ocalan û PKKe hewildana demokratîzekirina Tirkîye û dewletên dagîrker kiribin bingeha stratîjên xwe jî, ne mumkun e. Lewra perçekirina van dewletan, ji demokratîzekirina wan hêsantir e. Sûrîye û Iraq du dewletên nimûneyên vê mijarê ne. Lewra demokratîzebûn înkara van dewletan bixw ye. Li Yugoslavyayê ev nimûne bû sereke. Dewletê xwe nûjen nekir, mafê miletan li gor prensîbên yeksanîyê bicî nekir. Dewlet bi şerê navxweyî û komkujîyan ve rû bi rû ma û perçe bû. Îro her yek ji wan dewletan di nav hewildanên avakirina demokrasîya xwe de têdikoşin.


Piranîya Netew-Dewletan ne li ser erdnîgarîya xwe ya orîjîn ava bûne. Heger li ser beşekî xaka xwe dewlet ava kiribin jî xaka miletên din jî dagîr kirine û xaka xwe berfireh kirine.


Piranîya wan dewletan navendî ne. Ziman û çanda etnîk û miletên cuda heta olên cuda înkar kirine û ji bo tunebûna wan yasa û proje çêkirine.


Piranîya van dewletan ji bo armancên xwe yên nerewa dîroka fermî afirandine û dîroka hemî cudahîyên civatê înkar kirine. Bi kurtî dîroka van miletan li ser bingehê înkarê hatine afirandin. Çawa li Rojhilata Naverast, Asya û Afrîqayê rastîyek be her weha li Ewropayê jî nimûneyên vê dîyardeyê him zêde ne û him bûne bingehê van dewletan.


Bêgûman gelek detayên Netew-Dewletan û dewlet-Netewan di qada prensîban de henin. Min bi kurtî anîn zimên. Wek tê zanîn li bêtêrê dinyayê berîya proseya avakirina dewletan împaratorî hebûn. Împaratorî di maneya modernîteyê de ne dewletin. Li gor van prensîban alîyek heye ku proseya avakirina dewletê wek struktur, tevaya dewletan jî wek netew-dewlet binav dikin. Bi bawerîya min ev nerîn bersîva proseya Netew-dewletê nade. Lewra hemû dewlet ne netew-dewletin.


Nerîneke din heye ku nêzî rastîyê ye. Li gor nerîna wan, Netew-Dewlet berhema proseyek taybetmend de û tevaya dewletan di nav proseya xwe de nacivîne. gelek nimûne henin ku vê nerînê bi rastîyê werdigerîne.


Salên 1990î berbangek yan jî pêvajoyek nu ya vejîna Netew-Dewletê ye.

Ji salên 1990î û hetanî îro, Netew-Dewletan strukturê xwe guhertin. Di vê proseyê de rûxandina sîstema sosyalîst bandora sereke ye. Li Ewropayê tevaya Netew-Dewletan ji sîstema navendî derbasî sîstema desentralîzekirî ango sîstema ne navendî-ademî merkezî bûn. Ev alîyekî vê proseyê ye lê ne tevaya proseyê ye.


Di vê pêvajoyê de helwesta sereke guherîna struktur û vejandina Netew-Dewletê ya navendî, înkar û yekrengîyê ye. Guherîna struktura dewletê bi avakirina dewletên pirçandî, piretnîkî, pir zimanî, pir olî û desentralîzasyona struktura dewletê ye. Ji salên 90î ve tevaya Ewropayê di vê proseyê de guherînên bingehîn kirin. Belçîka, Fransa, Awusturya, Îswîçre, Birîtanya mezin, Îspanya, Kanada, Swêd, Norweç, Finlandîya û gelek welatên din, struktura dewletên xwe guhertin. Ji navendîyê ademî merkezî, zimanên fermî, pêkhateyên fermî, olên fermî bi herêmên federe, xweserî û xweserîya çandî ve hatin guherîn. Ev prose di YE de prensîbeke sereke ye û ev prose bidawî nebûye. Li welatên ku min wek Netew-Dewlet ku bêtêrên wan Ewropîne, proseya guherîna struktura dewletê her çiqasî zahmet bûbe jî, mumkun bûye. Berevajî wê, Dewlet-Netewe ku bêtirên wan rojhilatîne guherînên strukturî bêyî şer mudaxeleyên dereke ne pêkan bûye û xuya dike ku êdî ne pêkane jî.


Prensîbeke din bi serxwebûna miletan ve bi encam bû. Dewletên yekîtîya Sowyetê, Yugoslavya, Sudan guherînên vê proseyê xuya kirin û bi dehan dewletên serbixwe hatin avakirin. Ev prose gelekî balkêşe.


1- Dewletên mezin prensîbên neguherîna hudûdên Netew-Dewletan ya ku ya YNeyan bû, di fîîlîyatê de guhertin. Bê mane kirin. Bi Mudaxeleya Yugoslavyayê û guherîna hudûdên nu yên Sowyet û Yugoslavyayê ve mudaxeleya Iraqê û bûyerên nu yên rojhilata naverast guherîna hudûdan bi şîdeta dewletên mezin ve meşrû kirin.

Ev prose bi avakirina dewletên serbixwe ve bi encam bû. Ev prose hînê jî didome û dikare bibe encama avakirina dewletên serbixwe yên nu.


Di vê proseyê de di avakirina van dewletên serbixwe de, pirensîba sereke avakirina civatên pirçandî ye. li ser van prensîban dewletên serbixwe jî hatine avakirin ku wek prensîbek girîng hatîye şîrovekirin. Yek ji prensîbên Yekîtîya Ewropayê jî rêzgirtina li pêkhateyên cuda ne. Lewra gelek welat yan bûne endamê yekîyîya Ewropayê yan jî bûne berendam. Yunanîstan, Bulgarîya û Romanya di vê pêvajoyê de struktura dewletên xwe li gor mafê mirovan û pêkhateyên cuda guhertin.


Îro ji bilî çend dewletên rojhilata naverast Netew -Dewletên navendî û yên xwedîyê dîroka înakrê ne, pê de kêm dewlet mane. Lewra îro şer û pevçûnên cidî li Rojhilata Naverast û Bakurê Efrîqayê didomin û dê bi struktura û guherîna van dewletan ve bi encam bibin. Ev bixwe proseyek ji bo guherîna struktura Netew-Dewletê ye û proseyek girîng e.


Pirsgirêka Kurdistanê -Netew-dewlet

Tevgera neteweyî ya Kurdistanê li her çar beşên Kurdistanê di proseyên cuda de tevgerîya ye û bi daxwazên xwe û proseya berxwedanê jî pêvajoyên ji hev cuda afirandîye. Ev proseyek ku ji perçebûna xaka Kurdistanê û Miletê Kurd tê, proseya helwesta yek miletîyê xistîye nava qeyranê. Îro pirsgirêka Kurdistanê ne tenê di nav dewletên dagîrker de, lê herweha di nav hêzên navneteweyî de jî wek pirsgirêka sereke ya Rojhilata Naverast di rojevê de cî girtîye.


Kurd; Kurdistanê çawa şîrove dikin û çi dixwazin?

Tevgera Kurdistanî ya her çar beşan, Kurdistanê wek dîyardeyek sîyasî û erdnîgarî şîrove dikin. Dê vê dîyardeya sîyasî û erdnîgarîya dîrokî de neteweya Kurd cîyekî girîng û taybetmend digre. Kurdistanê wek welatekî pirçandî, piretnîkî, pir olî, pir mezhebî û pir zimanî binav dikin û Kurdistanê wek welat sîwana van pêkhateyan gişa dibîne. Kurdistanê wek nimûneya sereke ya welatê pêkvejîyanê binav dike. Hemwelatîbûn li Kurdistanê bingeha avakirina dewleta serbixwe, federatîf, Konfederatîf û Otonomîyê bixwe ye.


Neteweya Kurd Kurdistanek serbixwe heta Kurdistanek yekgirtî li ser bingeha hemwelatîyên Kurdistanê bi tevaya pêkhateyên xwe ve mafekî rewa dibîne û ji helwesta Netew-Dewleta yan jî Dewlet-Netew ya klasîk bidûrketî ye. Li Kurdistanê grûbên cuda yên milî hene. Wek Kurmanc, soran, goran, lor û kelhor, Zaza- û wek ol îslam, cuhû, îsewî, kakayî, elewî, Şîa, Ezdî, durzî, bahaî, Yarsanî giş wek grûbên milî û olî ne. Lê vana giş xwe bi têgeha netewe wek Kurd binav dikin. Kurd sîwana tevya van grubên milî û olan bixwe ye. Ji bilî neteweya Kurd, pêkhateyên Kurdistanî henin ku xwe bi navê neteweya Kurd binav nakin. Li vir netewayetîya Kurdistanî dibe bingehê hemwelatîya Kurdistaneke xwedî struktur.


Neteweya Kurd ne li ser înkar û tinekirina cudahîyan/pêkhateyan lê berevajî wê, Kurdistanê welatê tevaya pêkhateyan şîrove dike. Nimûneya berbiçav di gel tevaya kêmasîyên xwe de jî Başûr û rojavayê Kurdistanê ne. Di referandûma Başûrê Kurdistanê de ev hevoka Kurdistanîbûnê bû mijareke berbiçav. Hemû pêkhateyên Kurdistanê xwe wek hemwelatîyên Kurdistanê binav kirin û beşdarî proseya referandûmê bûn. Kurdistanîbûn bû bingeha yekrêzîya tevaya pêkhateyên Kurdistanê. Ev bixwe jî nimûneya ku Kurd Kurdistaneke çawa dixwazin radixe ber çavan. Li vir cîyê gotinê ye ku Neteweya Kurd ji şovenîzmê, asîmîlasyonê û înkarê bidûrketî Kurdistanê wek sîwana tevya pêkhateyan dibîne. Ev prensîbek ya tevgera neteweyî ya Kurd û Kurdistanê ye.


Her çiqasî avakirina Kurdistana serbixwe carina wek Netew-Dewlet binav dibe jî, di rastîya xwe de ne bi mebesta tenê Dewleta netewe ya Kurd tenê îfade dibe. Li alîyekî din ku pêşîya netewayetîya Kurd bi mebesta avakirina Kurdistaneke xwedî struktur tê girtin, nerînên Konfederalîzma demokratîk û Neteweya demokratîkin.


Konfederalîzma Demokratîk, bi maneya Neteweya Demokratîk ku wek çareserî jî entegrasyona Pozîtif/Demokratîk ji alîyê Ocalan û PKKê wek stratejîya pardîgmayeke nu binav dibe ku di rastîya xwe de ne alternatîfa Netew-Dewletên dagîrkerin. Her çiqasî di gotin û propagandeyên wan de dijîtîya Netew-Dewletê binav dibe jî, ew bixwe helwesteke raste rast dijî dewletbûyina Kurdistanê ye. Ew ne dikare bibe alternatîfa Kurdistaneke serbixwe, federatîf û konfederal û nejî dijî guherîna struktura Dewlet-Neteweyên dagîrkerên Kurdistanê ye.

Tevaya stratejîya Ocalan û PKKê, ji Xweserîya Demokratîk ta Konfederalîzma Demokratîk ku daxwazek ne li ser bingehê etnîk, ziman, herêm û erdnîgarîyekî bi hudûd tê parastin. Di nav dewletên dagîrker de Kurd jî di navde, civateke guya wek netewa Demokratîk ku tevaya pêkhateyan di nav xwe de dipêçe, bê hudûd dike armanc. Li vir rûxandin yan jî bidawî anîna dagîrkerîyê, guherîna struktura netew-dewletên dagîrker ne armanc e. Di nav hudûdên wan de guherîna struktureke ku struktura netew-dewletê narûxîne armanca sereke ye. Nerînên A.Ocalanî yên di vê proseya nu de, nimûneyên berbiçavin. Di daxwazên Ocalanî û PKKeyê de, yên navborî de, Kurd ne wek netewe ye û mafê Kurdan jî ne yên neteweyekî ye. Heta ne wek mafê kêmneteweyekî ye. Di rastîyê de tevaya stratejîya van daxwazên alozkirî, ne zelal ku di her proseyekê yan jî di her bûyerekê de têne guherîn, înkara neteweya Kurd û mafê wî yê ji miletbûnê tê ye. Îro di nav tevgera neteweyî û ya ne neteweyî de mijarên cuda têne minaqeşekirin. Yek ji van mijaran jî kongra netewî ye. Lewra balkêşe ku xwedîyê vê nerînê, di heman wextê de xwedîyê înkara netewayetîya Kurd û avakirina strukturek dewletîbûnê ye. Ji alîyekî din jî daxwaza koordînasyona herçar perçeyan bixwe ye. di rewşa Kurdistanê ya îroyîn de avakirina Kongreya Netewî ne pêkane. Lê koordînasyonek pêdivîyek xuyaye û dikare bibe egera geşepêdana hizra neteweyî, geşedana çand û zimanê Kurdî. Li alîyekî din hevdû têgihîştina hêzên beşên Kurdistanê bi vê koordînasyonê dikare rê li ber midaxeleyên hevdû bigre û alozîya nava hêzên Kurdistanî bidawî bîne.


Li Bakurê Ewropayê Îskandînavya û Fînlandîyayê nimûneyek ya koordînasyona beşên welat tevgerên Sameran heye ku gelekî balkêşe. Samerî xelkekî kevnare yê vê herêmê ne. Xwe wek milet binav nakin. Ew xwe wek gelê binecî yê kevnare binav dikin. Di nav çar dewletan de xaka wan hatîye dabeşkirin. Îro koordînasyoneke gelêrî ya her çar beşan avakirine û jîyana xwe ya ji bo bidestxistinên gelîrî têdikoşin.


-------------------------------------------------------------------------------------------------------------------

Pêşnîyar:

1-Em programekê li ser vê nimûneyê çêbikin.

2-Sedsala serhildanên Mîrekên Kurdan, erênî û neyênîyên vê serdemê.




 
 
 

Comments

Rated 0 out of 5 stars.
No ratings yet

Add a rating
bottom of page