top of page

RÊBAZA BARZANÎ Û VEGERA SER ESLÊ XWE 1




ree

Nivîskar : Dîyar KURDÎ



Barzanîyan bi kok û eslê xwe digihêjin hetanî şêxên naxşîbendîya.

Ew ji başûrê Kurdistanê ji gundê Barzan in lewra navê Barzanî jî ji ew gundê Barzan tê.

Barzanîyan bi tena xwe ne eşîretek an jî malbatek in ew bi xwe ji konfederasyona heft eşîra pêk tên. Lewra ji ber kû Barzanî û binemala Barzanîyan şêxên nexşîbendî bûn di civatê de wek pêşengên dînî û neteweyî dihatin naskirin. Barzanîyan bi taybetî ji şêx Abdulselamê Barzanî bigirin hetanî roja îro tekoşîna neteweyî meşandine û timî li hemberî dijmin şerê netewî kirine. Her weha ew bûne sembola doza kurdperwerîyê. Yekem car li gundê Barzan ji alîyê şêx Abdulselam Barzanî hizra neteweyî li civakê belav bûye û guherînê nû pêk hatine. Şêx Abdulselam Barzanî li hemberî împaratorîya Osmanî doza mafê Kurdan ên sîyasî û çandî kiriye


Û ew her gavê bi hişmendîya serxwebûnê tevgerîya ye. Di nav civaka xwe de hizra eşîrî danîye kêlekê ji dêvla wê fikra netewî di nav civakê de belav kiriye. Lê mixabin ev yek çavê dijminê gelê Kurdistanê gelekî tirsandibû !

Osmanî û hevkarê wan îngîlîzan wek xezebekê li ser tekoşîna netewî barîyan û mixabin ew berxwedana şêx Abdulselam Barzanî têk birin. Di encamê de rêber û pêşengê gelê Kurd şêx Abdulselam Barzanî di sala 1914an de ji alîyê Îngilîz û Osmanîyan li bajarê Musilê hate darvekirin û ket nava kerwana şehîdên Kurdistanê…


Ev yek ji bo Barzanîyan bû destpêkek pir girîng û Barzanîyan êdî dest bi şerê azadîyê kirin.

Alaya kû li paş şêx Abdulselam Barzanî ma birayê wî şêx Ehmed Barzanî hilda û tekoşîna netewî di nêvîyê rê de nehişt !


Wê demê şêx Ehmed Barzanî hîna di 18 salîya xwe de bû. Lê ew bawerîya netewî bi wî re gelekî xûrt bû. Îngilîzan dev jî Barzanîyan berneda û hîn xûrtir bi ser wan de çû. bi balafirên xwe bi tanq û topên xwe li gundê Barzan dojeh dibarandin lê mixabin ev yek bû kûmkûjîyek xerab û her diçû rê li ber Barzanîyan dihat girtin. Di encamê de mixabin Barzanîyan warê xwe (gundê Barzan) hiştin û ber bi alîyê tirkî hatin. çi be dijminê Kurdan xelas nabe !


Li wir jî aramî nedan wan û wan her yek û bi cîhekî xistin. Di wê navbêrê de dewleta Tirkî bi dewleta Iraqê lihevdû kir û Barzanîyan teslîmî dewleta Iraqê kirin.

Barzanîyan di zindana dijminde kirin girtî


Şêx Ehmed û Mele Mistefa Barzani bi hevdû re di zindana Silêmanî de bû lê

Mele Mistefa Barzanî rêyek dît û xwe ji ew zindana sar xelas kir û vegerîya çîyayê Kurdistanê…


(Ewê berdewama nivîsê di beşa duyem de bê parvekirin)

 
 
 

Comments

Rated 0 out of 5 stars.
No ratings yet

Add a rating
bottom of page