RÊXISTIN, ÇANDA RÊXISTINÊ Û XEBATA KOLEKTÎF
- Hevi Akademi
- Dec 29, 2025
- 6 min read

Nivîskar : Diyar KURDÎ
RÊXISTIN
Ger meriv endamê welat û neteweyek kolonî be, ew netew di bin esaret, asîmîlasyon û helandina tunekirinê de be, wek her endamekî wê civakê, meriv jî rasterê hêsîr e û di bin wê tade û esaretê de ye. Wê gevê mîna her endamekî wê civakê yê xwedî berpirsiyarî, divê ez hebûna xwe, zimanê, xwe, çanda xwe, welat û civaka xwe biparêzim.
Jibo ku em her yek bi serê xwe nikarin doza welatekî çareser bikin, pirsgirêk ya civakekê ye, wê gavê em mecbûr in ku heta karibin bi her endamê neteweya Kurd re bi rêxistin bibin.
Lê dagîrker jibo ku li welatê me serwerîyek domdar bimeşîne, bi gelek rêbazan me bera hev daye, ji hevre kiriye neyar. Jibo em ji hêsîrtîyê rizgar nebin jî me birçî, nezan û xizan hîştiye. Ji zarotî de li dibistanan li gor îdeolojîya xwe me perwerde kiriye û wek leşker jî me fêrî hêsîrtî û îteatê kiriye. Hinek ji me jî dewşirandiye, li her asta rêvebiriya xwe xistiye xizmeta xwe. Loma gelek zahmet bûye ku em tev wek hev hisbikin û wekhev bihizirin. Pêşî em kesên mîna hev dihizirin, emê bên ba hev û bi rêxistin bibin.
Kesên di alîyê rê û rêbazan de nêzî hev difikirin, ew dikarin werin cem hev û rêxistinekê li gorî rê û rêbazên xwe ava bikin. Ji bo armanc û rêbaza rêxistinekê bê fêmkirin divê ew rêxistin xwedî destûr û bernameyekê be. Ew destûr û bername bi gelemperî behsa fikr û armancê wê rêxistinê dike û di nava endaman de dibe weke peymanekê.
Kesên di heman rêxistinê de cîh distînin divê teqez li gorî rê û rêbazên destûr û bernameya rêxistina xwe tevbigerin. Kesên ku li gorî rêxistina xwe tevnegerin û rêç û xetên ji alîyê rêxistinê hatine dîyarkirin pûç û vala bikin, ew kesana ji alîyê komîteyên pêwendîdar tên rexnekirin, hîn dewam bike, tê şiyar kirin û dûrxistin. Dema jê re hatiye naskirin jî şaşîyên xwe berdewam kiribe, li gorî destûra rêxistinê tê avêtin.
Di nava rêxistinan de pergalek hîyerarşîyê heye, jibo kar û xebata rêxistinê asteng nebe û tevlîhevî çênebe, her tişt wek hatiye plankirin bimeşe, divê hemû kes û endamê rêxistinê li gorî vê pergala hîyerarşîyê têvbigerin.
Pergala hîyerarşîyê, bi îrade û raya civîna giştî (kongre) ya azad û demokratîk dîyar dibe. Kîjan endam wê kîjan vatiniyê bigire ser xwe û wê di kîjan komîteyê de cîh bistîne, li gorî zanîn, şarezarî û karektera mirovan derdikeve holê. Ji bo girtina berpirsiyarîyekê an cîh sitendina di komîteyekê de, dema civîna giştî, her endam kare xwe pêşniyar bike an endamekî din jî kare wî pêşniyar bike.
Li gorî şêwe, armanc û kapasîta rêxistinê, sazî, komîte û rêvebir tên tayinkirin. Mînak: Meclîsa Rêxistinê, Komîteya Navendî, berdevk yan serokê rêxistinê, Polît Buro, Komîteya Ragihandinê, Nunertîyên Rêxistinê ûwd. Birêxistina van kar û xebatan, hîyerarşîya rêxistinê pêktîne.
Gava berpirsîyar û endamê rêxistinê kar û xebatên di Destûr û Bernameyê de hatiye bicîhkirin ku ji alî kongrê ve hatiye pêşkêşkirin û pejirandin pêk nînin hîyerarşîya rêxistinê qels dikeve û ew rêxistin ber bi hilweşandinê ve diçe.
Bê rêxistinî, meriv nikare bibe xwedîyê armancek destxistina mafê netewî, sîyasî, demokratî an çandî. Ji ber vê yekê kesên xwedî rêxistin divê li gorî bernameya rêxistina xwe tevbigerin û berpirsiyarîyên xwe pêk bînin. Rêxistinek, encax bi hişmendîyek wisa dikare xwe xûrt bike û armancê xwe pêk bîne.
ÇANDA RÊXISTINÊ
Di nava her rêxistinekê de, piştî demekê hevçandek derdikeve holê û ev hevçand di nava hemû endaman de belav dibe. Bi saya vê jî nerîn û tevgera hemû endaman nêzî hev dibe.
Di rêxistinekê de avabûna çandê girêdayî rêbaza wê rêxistinê ye:
Di rêxistinek şervan de çanda şer, di rêxistinekê dîktatorî de çanda antî-demokratîk û di rêxistinek azadîxwaz de, çanda demokratîk derdikeve holê.
Gava şêweyê xebata hîyarerşîya rêxistinê ya demokratîk ji alîyê endaman ve derbasî pratîkê dibe, çanda tê avabûn, di nava pergala rêxistinê de cîhê xwe distîne. Di eslê xwe de ev şêweyê rêveçûna rêxistinê, dibe miraka rêvebirina civakê jî.
Çanda rêxistinekê, hemû endamê wê rêxistinê li derdora heman armanc û daxwazan dide berhev. Nirx û hêjayên hevbeş yên netewî, civakî, çandî û demokratîk bawerîya endaman hîn xûrtir dike. Ev dê di tevger û helwestên endaman de jî xwe nîşan bide.
Bi vê jî ew rêxistin bi nerîn û helwestên xwe ji rêxistinên wekî din cûda dibe.
-Çanda rêxistinê, ji bo armanc û pêşveçûnê gelekî girîng e.
-Çanda rêxistinê, ji bo endamê rêxistinekê di nava civakê de bê naskirin û nêzîkatîya civakî ji rêxistinê re girîng e.
-Çanda rêxistinê, ji bo çareserîya pirsgirêkan girîng e.
-Çanda rêxistinê, ji bo xebat û karên kolektîf girîng e.
-Çanda Rêxistinê, ji bo gîrêdana endaman bi rêxistinê re xûrt bibe girîng e.
-Çanda rêxistinê, ji bo exlaq û îtîbara endaman girîng e.
Di nava rêxistinekê de gava çandek hevbeş neyê avakirin, ew rêxistin di nava xwe de timî pirsgirêkan dijîn, piştî demekê û pêde, endamê wê rêxistinê ji hevdû belav dibin.
XEBATA KOLEKTÎF
Mirov hebûnek sosyal e ! Ji ber wê yekê mirov bêyî civakê nikare bijî. Her mirov encax dikare di nava civakê de xwe îfade bike. Bi vê jî civak dibe seheya dan û stendinê û hewcedarîya hişmendîya kolektîf di vir de derdikeve holê.
Civak li gorî têkiliyên berhemanîna pêdivîyên jîyanê, hevkarî û parvekirina kar hatine gel hev, geşbûye û saziyên xwe yên jêr û jor aniye asta îro. Her mirov, wek endamê civakekê, li welatekî ku wê civaka lê niştecîh e, wek endamekî wê civakê çêdibe û di nava jîyan û pêwendiyên wê de mezin dibe. Mirov di nava têkilîyên berhimandin û afirandina jiyanê ya ji alî civakê ve bûye mirov.
Her civak jî li gorî erdnîgarî û şêweya têkilîyên aborî bûye xwedîyê ziman, çand û rûmetên civakî yên xweser. Wê gavê meriv dikare bêje her mirov berhema civak û welatê ku lê çêdibe û mezin dibe. Malbat, wek yekîna, yanî çaviya civatê ya bingehîn û herî biçûk e.
Ne tenê ziman û çand û bawerî, hest û derûnîya mirov jî li gorî têkilî û rewşa wê civakê dikeve fesalekê (formekê).
Helbet ew civat, perçakî hemî civatên cîhanê ye. Bi rêya pêwendîyên aborî, teknolojî û ragihandina înternetê, dunya globalîze bûye û îro bêtir di nava pêwendîyên aborî, çandî, teknolojî, zanyarî, sîyasî û hwd de ye. Ew jî dibe sebeba ku di her warî de jîyan û tevgera her welat, neteweyekê, êdî rasterê bandora xwe li temamê dunyayê dike. Ji ber vê divê em jî ne tenê wek endamê neteweyekê, wek endamekî cîhanê jî bihizirin, bijîn û tevbigerin.
Mirovên ku civakî û gilobal nehizirin û xwe ji van rûmet û tkilîyan biqetînin, wê gavê ji hişmendîya kolektîf dûr dikevin û ber bi derûnîyek tenêtîyê ve diçin.
Gelo mirovek kare xwe ji pêwendî, geşedan, pirsgirêk û qeyranên civakî û global biqetîne û bi tenê bijî?
Ez bawer im bersiva vê pirsa min gelekî zelal e!
Ji bona mirovekî bikarîbe tenê bijî divê ew mirov xwe ji dan û sitendinê di nava civakê dûr bixe û têkilîyên xwe bi hemû mirovan re qût bike.
Ev jî tiştekî gelekî zehmet e. Ji ber vê yekê tenêtî tune ye; lê “tenêtîya xapînok heye”!
Îro hinek hêzên ku dinyayê bi rêve dibin, bi taybetî yên mêtinkar, dîktator û totalîter dixwazin “tenêtîya derewîn” di hişê mirovan de bicîh bikin. Qarakterên hestîyar, arabesk, îtaetkar, kone, xweperest û sextekar biafirînin.
Ev kesayetên ku peyde dibin, ji hişmendîya kolektîf dûr dikevin û xwe li tenêtîya derewîn digirin. Lê ev kes her çiqasî xwe dehfî tenêtîyê bikin jî cardin jî nikarin xwe ji dan û stendinê nava civakê dûr bixin. Wek nexweşîyek bi girr, civakê ji taqet dixin.
Ev jî tenê bi kêrî hêzên zordar tê.
Ji ber vê yekê kolektîfîzm ji bona mirovan gelekî girîng e. Divê her kes hişmendîya kolektîf di xwe de vehewîne.
Her weha hişmendîya kolektîf di nava rêxistinan de jî rolekî esasî dilîze. Endamên ku ji vê hişmendîyê dûr bin, nikarin li gorî berjewendîyên civakî, bi rêxistin bibin. Rêxisitnên ku ji vê hişmendîyê dûr bin, nikarin bi rêxistinên nêzî fikrên xwe re têkilîyên dostanî deynin û ger ev hemû pêk neyên armanca civakê ya hevbeş jî pêk nayê. Ji ber vê yekê divê ev fikir pêşî di nava endaman de avabibe.
Di vir de bi ya min çanda rêxistina Hêvî jî divê li ser bingeha hişmendîya kolektîf bê avakirin.
Ev çand jî li ser çend xetên girîng tê avakirin:
1-Bawerî û Fedakarî
2-Dan û stendina ji dil (Dîyalog)
3-Li hemberî keda hevalên xwe rêzgirtin!!!
4-Di nava xwe de parvekirina pirsgirêkan
5-Xwe perwerde kirin û pêşve xistin
6-Parvekirina berpirsiyarîyê
7-Rexnegirî û lêpirsîn
8-Lêgerîn û çareserîya kêmanî û pirsgirêkan
9-înîsîyatîf
Ev xalên ku hatine nivîsandin ji bona avakirina hişmendîya kolektîf gelekî girîng in. Bi hişmendîya kolektîf xebatên kolektîf derdikevin holê. Kesayetên ku ji dervî van xalan tevbigerin ji hişmendîya kolektîf dûr dikevin û ber bi tenêtîya derewîn ve diçin.




Comments