SÎYASETA NETEWEYÎ Û ROLA CIWANAN
- Hevi Akademi
- Jun 1
- 19 min read

Sîyaseta netewî çîye, naverok û paradîgmaya wê çawa ye? Ji bo sîyaseta netewî bi ser bikeve divê em çi bikin? Rêxistinbûna sîyaseta netewî li ser kîjan esasan wê pêşbikeve? Pêwendîyên cîwanan û sîyaseta netewî mirov çewa dikare bi hevre girê bide? Li Kurdistanê rewşa sîyaseta netewî çawa ye û di kîjan astêde ye?
Rewşa sîyaseta netewî li Kurdistanê mijareke gelek hestyar e. Kurdistan bi ernîgarîya xwe, bi sosyolojîya xwe, bi nurxên xwe yên netewî, bi ziman û bawerîyên xwe, di nav çar dewletên cûda de û bi piştgirîya dewletên desthilatdar hatîye perçekirin. Em dikarin bi hêsanî bêjin ku perçeyê pêncemîn jî Kurdên dîaspora û yên Qafqasya jî di nav vê dabeşkirinê de cîh digirin.
Gava ku em qala sîyaseta netewî bikin, divê em vê rastîyê jî li ber çav bigirin.
Pirsgirêka kurd û Kurdistanê ne ya yek perçeyî an yek beşî ye. Pirsgirêkek gelemperî û navneteweyî ye. Li dîaspora û bajarên metrepolên dewletên dagirker, li qafqasya û li her perçeyên Kurdistanê şert û mercên sîyasetê diguhere. Menzîla armanc û hedefên sereke li gorî konjonktora dinê, li gorî dewletên dagirker diguhere. Lê bele sîyaseta netewî bi xwendin û koordînasyoneke giştî dikare weke orkestrayeke netewî tevbigere, aheng û harmonîyeke hevbeş peyder bike û rê li ber destkeftîyên cuda vebike. Ev jî bi desthilatdarîya hişmendîya netewî pêk tê.
Em hemû baş dizanin ku bi giştî, rewşa sîyaseta netewî ya kurd li Kurdistanê di asteke pêşveçûnê de ye. Li her parçeyekî de hewlên cuda ji bo bidestxistina mafên neteweyî û xurtkirina yekîtîya kurdî têne meşandin. Lêbelê, parçebûna Kurdistanê, destwerdanên hêzên herêmî û navneteweyî û nakokîyên navxweyî yên kurdî hîn jî li pêşiya serkeftina sîyaseteke netewî ya yekgirtî astengiyên girîng in.
Dîroka sîyaseta netewî li Kurdistanê dîrokeke dirêj, bi êş û berxwedan e. Ji sedsalan ve Kurd di bin serwerîya împaratorî û dewletên cuda de jiyane û her dem hewl dane ku nasnameya xwe ya neteweyî biparêzin û bigihîjin statûyeke siyasî, netewî, coxrafî.
Em dikarin ji dema serdema mîrektîyan bigirin heta serdema îroyin, di derbarê qonaxên sereke yên dîroka sîyaseta netewî de gelek tiştan bêjin. Lê ji ber ku mijar belav nebe divê em li ser mijara diyarkirî tevbigerin.
Min weke mijar ev çerçewe danî û ez dixwazim li ser wê bingehê em bi hevre sohbetekê bikin. Ji ber ku him sîyaseta netewî him jî mijara cîwanan bîrekî kûre, ez dizanim karê min zor û zehmet e. Lê bele ji ber ku pozîtîf enerjîya we, hebûn û dînamîzma we ciwanan, moral û motîwasyona min bilind dike. Ez gelek kêfxweş û serbilindim ku weke cîwanê doyin û weke hevrêyekî we yê bi temen, îşev ez li gel we me û emê bi hevre sohbet bikin. Ez hêvî dikim ku em bi hevre demeke xweş û berhemdar derbas bikin.
Belê sîyaseta netewî mijareke gelek girîng û berfireh e. Ev mijar di heman deman de tesîrê li ser jîyana mirov û civatê dike. Ji ber wê yeke mirov bixwaze an nexwaze, nikare xwe ji pergala siyasete dûr bixe. Lewra li welatên bindest yên kolonî de rola sîyaseta netewî, naverok û paradîgmaya sîyasetê diguhere. Armanc û hedefa têkoşîna netewî ya sereke azadî, serxwebûn û serwerîya milet û welat e. Têkoşîna rizgarîya welêt ne bi beşek civatê ve girêdaye. Hemû beşên civatê şirîkê wê têkoşînê ne.
Sîyaseta netewî, bi kurtî, ew rêgez (prensip) û armancên sîyasî ne ku ji bo berjewendîyên neteweyekê û welatekî di çarçoveya dewletê de têne danîn û tê meşandin. Ew hişmendî hewl dide yekîtî, serwerî, ewlehî, refah û pêşketina neteweyekê û welatekî misoger bike.
Em dikarin naveroka sîyaseta netewî bi gelemperî ewha îfade bikin:
Felsefa sîyaseta netewî ewe ku li dijî her cure destwerdanên derve û parçebûna navxweyî, serwerîya neteweyî û niştimanî biparêze. Ev xala herî bingehîn e. Ev helwestek parastina serwerî û yekîtîya axa neteweyî ye. Sîyaseta netewî desthilatdarîya milletê xwe û azadîya welatê xwe ji xwe re dike armanc û hemû şêweyên têkoşînê yên meşrû bi kar tîne. Felsefeya sîyaseta netewî ya dîrokî ewe ku li dijî sîstema dagirkerîyê/mêtîngehkarîyê têbikoşe û ala azadîyê li seranserê welêt hilde jor. Ev jî bi hişmendîya netewî, niştimanî, bi peydekirina rê û rêbazên têkoşîn û berxwedanê pêktê.
Dîsa ji armanca sîyaseta netewî yek jê ew e ku aborîyek bihêz û serbixwe were avakirin ku refahê ji bo hemû welatîyan misoger bike. Ev dikare bi rêya piştgirîya hilberîna navxweyî û navdewletî, bi pêşxistina teknolojîyê û bazirganîyê pêk were ku rê li ber pêşxistina aborîya neteweyî vebike.
Armanca sîyaseta netewî yek jê jî xurtkirina ewlehîya neteweyî û azadîya civatê ye. Ev tê wateya parastina welat û welatîyan ji her cûre tehdîdên derve û navxweyî. Ev jî bi rêya azadîya rêxistinbûna sazî û komeleyên demokratik, bi serwêrîya hûqûqeke giştî mumkun e!
Sîyaseta netewî divê hewl bide ku çand û zimanê neteweyî biparêze, pêş bixe û bigihijîne nifşên nû. Ev jî, nasnameya neteweyî û hişmendîya milî xurt dike. Pêşxistina çand û zimanê neteweyî, yek ji pîvanên pêşketina civatê ye. Ziman, di sîyaseta netewî de xwedî rolek girîng û bi bandore. Ziman stûna diyalog û hişmendîya neteweyî ye.
Tecrube û rûpelên dîrokê nişan dide ku misogerkirina dadwerî û wekhevîya civakî; serwerîya pergala hûqûqê û parastina mafên kollektîf bingeha desthilatdarîya demokratik e. Divê hemû welatî li ber qanûnê wekhev bin û fersendên wekhev ji bo perwerde, kar û xizmetên civakî hebin.
Sîyaseta netewî di heman deman û di têkilîyan de divê berjewendîyên neteweyî li pêş bigire. Parastina berjewendîyên netewî yek ji erke netewperwerîyê ye.
Dîsa em dizanin ku paradîgma sîyaseta netewî dikare li gorî îdeolojîyên cuda biguhere. Bi reng û naveroka xwe dikare di pêvajoyên cuda de derbas bibe. Lê bi gelemperî, ew li ser van hîmanan disekine:
Sîyaseta netewî li ser bingeha paradîgmaya desthilatdarîyê tevdigere û statuyek milî ji xwe re dike armanc. Ji bo dewleta xwe ava bike li gorî şert û mercên demê hemû şêweyên têkoşîna yên meşrû, milî esas digire. Siyaseta netewî li hemberî statuya dagirkerî, statuyek milî dipejirîne û ji bo serkeftinek mîsonger, hewldanên yekrêzîya nav xwe xurtir dike.
Siyaseta netewî ji dîrokê ders digire û li gorî tecrubeyên derbasbûyî stratejîyek netewî, bi destxistina mafên muşterek tevdigere û berjewendîyên netewî li ser hemû berjewendî û nasnamayan digire. Partî, rêxistin, grûp an tevgerên sîyasî divê xîzmetkarên doza netewî, niştimanî bin, pasevanê berjewendîyên giştî bin.
Sîyaseta netewî serwerîya neteweyî esas digire, strateji, armanc û rêbaza têkoşînê li gorî pêleya daxwazên herî bilind dîyar dike. Hişmendî û bawerîya ku dewlet di nav sînorên xwe de serbixwe ye û tu hêzên derve nikarin destwerdanê bikin esas digire û li gorî pêwîstîyên demê tevdigere.
Dîsa pêwîste ku berjewendîyên neteweyî di heman deman de divê li pêşîya berjewendîyên komî û hizbî bin; di pêvajoyên hemû biryarên sîyasî de ev realite divê ji bîr nebe û rê lêneyê asêkirin.
Hewldanên ji bo yekgirtina hemû pêkhateyên neteweyî, divê di bin nasnameyeke hevbeş de yekrêzî û yekîtîya neteweyî esas bigire. Ji bo serkeftina sîyaseta netewî pêdivî bi hevkariya gelek aliyan heye. Ev jî bi rêya hevkarî, tifaq, xebatên hevbeş û bi yekîtîyek netewî, niştimanî pêkane. Lewra doza netewî girêdayê armancên giştîye, daxwaza azadî û serxwebûna welat, doza hemû pêkhate û beşên civatê ye. Divê rê û rêbazên têkoşînê jî li ser lihevkirin û xebatên hevbeş pêk bê.
Sîyaseta netewî berjewendîyên, hemû dîn, mezheb, lehçe, beşên civatê yên miletê Kurd û hemû fikir û sîyasetan himbêz dike.
Herweha sîyaseta netewî divê berjewendîyên hemû gelên din ên li Kurdistanê dijîn jî himbêz bike.
Ango, gava ku em behsa sîyaseta netewî dikin, em behsa parastina berjewendî û mafên miletê Kurd û hemû gelên ku li Kurdistanê dijîn dikin. Netewperî û welatperwerî hevdu temam dikin û yek bêyî ya din nabe.
Ji bo sîyaseta netewî bi ser bikeve divê em çi bikin?
Dîrokê daye nîşandan ku ji bo serkeftineke mayînde pêwîstî bi çand û hişmendîya yekitî û hevgirtina neteweyî, niştimanî heye. Divê hemû pêkhateyên neteweyî û niştimanî bi armancên hevbeş li hev bicivin û ji bo berjewendîyên neteweyî û niştimanî li ser stratejîyên hevbeş bixebitin.
Ev jî bi rêveberîyek baş, bi awayekî adil, şeffaf û berpirsyarî were rêvebirin mumkun e. Hiqûq, azadî, demokrasî divê ji bo her kesî wekhev be û çanda hişmendîya netewî, niştimanî her guncaw be. Aqilekî kollektîf û desthilatdar hebe.
Divê sîstemeke perwerdeyê ya ku nifşên nû ji bo sibêrojê amade bike hebe û hişmendîya neteweyî di her beşên civatê de bihûne. Ji bo wê jî pêwîstî bi perwerdeyeke bi kalîte, hevdem, netewî û domdar heye ku binhega sîyaseta netewî li ser hîm û hişmendîya netewî sazbike.
Ji bo ev armanc bi ser bikevin pêwîstî bi kar û xebatên piştgirîya saziyên çandî û zimanî, weşan û çalakîyên ku çand û zimanê neteweyî xurt dikin heye. Parastin û pêşve birina çand û zimanê neteweyî yek ji erkê netewîtîyê ye.
Ji bo sîyaseteke derve ya serkeftî divê pîvan pêşdebirin û parastina berjewendîyên netewî be. Di têkilîyên bi dewletên din re, divê berjewendîyên neteweyî bi awayekî aqilane û esasî bêne parêstin. Ev jî bi rêxistinbûn û mobîlîze kirina hişmendîya netewî pêkan e. Hişmendîya sîyasî û beşdarbûna girseyî divê di pêvajoyên sîyasî de çalak bin û xwedî agahdarîyeke baş a sîyasetê bin. Li gorî şert û mercên pêvajoyê bikaribin rîskan hilbigirin. Di heman deman de bikaribin hêza diasporayê mobîlîze bikin û ji bo berjewendîyên netewî jê îstîfade bikin.
Rêxistinbûna sîyaseta netewî li ser kîjan esasan wê pêşbikeve?
Rêxistinbûna sîyaseta netewî dikare li ser gelek esasan pêş bikeve. Ji bo beşdarbûna hemû welatîyan di biryardayinê de û rêzgirtina ji bo mafên mirovan û azadîyên bingehîn, pêwîstî bi pergalên hûqûq û demokrasiyeke rasteqîn heye. Hêmû beşên civatê gava li ser bingeha berjewendîyên netewî, niştimanî tevbigerin û tifaqa navxweyî pêkbînin, bi hişmendîyeke hevbeş tevbigerin û gava hûqûqeke muşterek ava bikin wê bigihêjin armancên xwe yên sereke.
Dîsa hewldanên li dijî neheqî û bêdadîyê, kêmkirina newekhevîyên civakî û misogerkirina fersendên wekhev ji bo her kesî, pêwîstî bi sistema dadwerîya civakî heye. Ji bo bîr û bawerîyên cuda, pêwîstî bi veqetandina karûbarên dewletê ji olê û rêzgirtina ji bo hemû bawerîyan heye. Felsefeya pêkvejîyanê divê hemû beşên civatê qebûl bikin û rêz li hev bigirin. Ew jî bi sîstemeke demokratîk û serwerîya hûqûqê pêkan e!
Ji bo pêkvejîyaneke giştî divê nasnameyên cûrbecûr yên çandî, zimanî, dînî, mezhebî û etnîkî di nav neteweyê û niştimanê de û hewldana ji bo yekîtîya di nav cihêrengîyê de bi şêweyeke pirjimarî hişmendîya hûqûqa serwer desthilatdar be. Rêzgirtina ji bo prensîp û qanûnên gerdûnî û hewldana ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêyên aştiyane, divê bingeha sosyolojîya pêkvejiyanê xurt be û xwedî çandek nû be.
Pêwendîyên cîwanan û sîyaseta netewî mirov çewa dikare bi hevre girê bide?
Di heman deman de cîwan pêşeroja neteweyekê ne û beşdarbûna wan di sîyaseta netewî de gelek girîng e. Ji bo cîwan di sîyaseta netewî de cîh bigirin, erkên xwe bi cîh bînin, divê em demsalên sîyasetê, konjektora dinê û rastîya civatê li ber çav bigrin. Ji ber wê yeke jî divê em bizanibin ku carnan xwendin, diyalog, nîrxandin û pêşbînîya di nav nifşan de, dikare bibe sedemên tênegiştinê û ji hev dûrketinê. Di vir de girîngîya zimanê çêker, dîyaloga rasteqîn, hevdû fahm kirin û çanda empatîbûyinê gelekî girîng û pêwîst e.
Em baş dizanin ku jiyan bi xwe dibîstaneke bingehîne, perwerdeya kamilbûnê ya sîyasî, civakî û aborî ji vir destpêdike. Di hemû rêxistin û şêweyên organîzasyonan de perwerdeya siyasî û rêxistinî pêwîst e! Em dizani ku li welatên pêşketî, civat di dibistanan de mafê xwe yên rêxistinî fêr dibe û tevdigere. Îro pêwîstî bi dezgehên perwerdeyê heye ku rêxistinên cîwanan bikaribin xwe organize bikin. Lê mixabin sîstema dagirkerîyê hemû şêweyên rêxistinbûnê ji xwe re weke xeterîyeke mezin dibîne, rê nade derfetên perwerdeya sîyasî bên afirandin da ku cîwan di derbarê sîstemên sîyasî, îdeolojîyan û rola xwe ya di civakê de agahdar bibin.
Em dizanin ku sîstema desthilatdar û civatên di bin dêrûnîya bindestîyê de ne gelek astengî û qedexeyên mezin derdixin holê. Bendav û dîwarên mezin di navbera nifşan de ava dikin. Desthilatdar ji nakokîyên navbera nifşan sûd digrin û pirî caran demsalên tirs û bêbawerîyeke kûr ava dikin. Divê ciwanên welatparêz tu carî rê nedin ku di navbera nifşan de nakokî û bêbawerî pêkbê. Divê rekabet û têkoşîna nav nifşan li gorî pîvana pêşbirka maratonê ya dest guhertina alayê be, ku ji destekî teslîmî destekî din bibe. Divê alaya tecrube û têkoşînê di nav nifşan de dest biguherîne ku bigihîje armanc û menzîla xwe.
Ji bo beşdarbûna di rêxistinên cîwanan de pêwîstî bi zanyarî û enerjîyeke nû heye. Di heman deman de cîwan dinamoya guhertinên civakî ne. Pêwîste em her tim piştgirîyê bidin rêxistinên cîwanan ku li ser mijarên sîyasî û civakî bixebitin û dengê xwe bigihînin raya giştî.
Em dizanin ku sîstemên desthilatdar ji bo cîwan, di nav civatê nebin xwedî bîryar û bandor, mafê dengdanê bisînor dikin. Temenê dengdanê naxwazin nizm bikin Bi gelemperî naxwazin ku cîwan zûtir beşdarî pêvajoyên hilbijartinê bibin. Dixwazin hêzên dinamik kedî bikin û pişt re tevlî sîstemê bikin. Pirî caran sîstema desthilatdar dixwaze enerjî û dînamîzma cîwanan sabote bike û rê li ber wan asê dike. Sîstem bi rêya dêmsalên tirs û teröre, dixwaze aşê zilmê bixebitîne.
Afirandina derfetan ji bo ku ciwan bibin endamên partîyên sîyasî, xwe ji bo hilbijartinan namzet nîşan bidin û di saziyên dewletê de cih bigirin sînorkirîne. Divê bingehek hûqûqî û sîyasî bê amade kirin ku cîwan bibin xwedî maf û derfetan ku bikaribin bê tirs û bê şik beşdarî nav qada sîyasetê bibin. Ew jî bi têkoşîneke domdar mumkun e!
Sîyasetmedar û rayedar divê goh bidin daxwaz û nêrînên ciwanan û hewl bidin ku wan di sîyasetên netewî de bi cih bikin. Ji bo wê jî divê em bi sebir hevdû gohdar bikin û li ser encamên rasteqîn sîyaseta xwe dîzayn bikin. Divê em bi hêsanî hev gohdar bikin û rêz li nêrîn hevdû bigrin. Divê em yekser daxwazên xwe li ser hev ferz nekin. Dîsa bi şêweyekî çêker yê pirsyarî, bi rexnegirî em bikaribin bi hevre rê û rêbazên serkeftinê tespît bikin û bispêrin siberojê.
Ji bo siberojêke azad, rola medya û teknolojîyê gellekî girîng û tayînkir e. Bikaranîna medya û teknolojîyê ji bo gihandina ciwanan û teşwîqkirina wan ku di sîyasetê de çalak bin, bi qasî av û nên pêwîste. Pirî caran di warê aborî û teknolojî de hevokek balkêş heye, bi kar tînin. Dibêjin carnan “avantajên dereng mayînê dibe destpêka avantajên nû” îro bi rîya têknolojî û derfetên ragihandinê gelek astengî û dîwarên qedexeyî hildiweşin. Gava em giranîya xwe bidin teknolojî û bi zanyarî tevbigerin bawer bikin emê bi ser bikevin. Lewra ciwan dikarin bi hêsanî hêza têknolojîyê bi kar bînin û jê sûd bigirin.
Dîroka sîyaseta netewî li Kurdistanê, dîroka têkoşîn, berxwedan û hêvî ye. Kurdan, tevî parçebûna erdnîgarî û zehmetîyên mezin, her dem hewl dane ku nasnameya xwe biparêzin û bigihêjin statûyeke siyasî ya diyarkirî. Her çiqas li hemû beşên Kurdistanê rewş cuda be jî, xwesteka yekitîya neteweyî û bidestxistina mafên rewa yên millete Kurd hîn jî xurt e û di rojevê deye!
Di qonaxa niha de, xurtkirina hişmendîya yekîtîya navxweyî ya kurdî, diyalog û tifaqên navxweyî ji bo pêşvebirina doza kurdî mijarên sereke ne. Motor û dinamîzma serkeftin û pêşketina sîyaseta neteweyî, bi tecrubeyên têkoşînek domdar, bi keda û xebatên ciwanan pêşve diçe.
Em dizanın ku di şertên îroyîn de, bi metod û rêbazên modern, bi alîkarîya teknolojî û ragehandinê, bi alîkarîya dîasporayeke bi hêz, şansê sîyaseteke sivîl û demokratîk li Kurdistanê heye, lê ew bi gelek mercan ve girêdayî ye û pêvajoyeke dirêj û bi zehmet dive. Bi taybetî li Bakûrê Kurdistanê, ji ber nakokîya berdewam û siyaseta dewleta Tirkiyeyê, rewş pir aloz e. Ji bo diyaloga navxweyî, ji bo çareserîya pirsgirêkan, ji bo pêşxistin û bidestxistina mafên demokratîk û bihêzkirina civaka sivîl, îro pêdivî bi hewldanên bênavber heye. Divê hemû alîyên sîyasî berpirsiyarîya xwe bi cih bînin ku pêşxistina sîyaseteke sivîl û demokratîk li herêmê desthilatdar bibe.
Di pêvajoyên guhertin û veguherîna civakî de rol û bandora ciwanan:
Ciwan di pêvajoyên guhertin û veguherîna civakî de xwedî rolên gelek girîng û cihêreng in. Bi enerjîya xwe, îdealîzma xwe, vekirîbûna xwe ya li hemberî ramanên nû û jêhatîbûna xwe ya di bikaranîna teknolojiyê de, ciwan di pêşveçûna civakê û ber bi pêşerojeke baştir ve gav avêtinê de erkê pêşengîyê pêk tînin. Rol û bandorên sereke yên ciwanan di van pêvajoyan de em dikarin wuha îfade bikin:
Di warê nûjenî û ramanên nû de ciwan ji derketina qalibên ramanên kevneşopî de ji yên berîya xwe de çalaktirin. Di warê aksîyon û hilberîna ramanên nû yên afirîner de bêtir cesûr in. Dikarin bingeha têkoşîna serwerîya xwe, pêşengîya armancên xwe li gorî demê amade bikin.
Cîwan bi şopandin û bi karanîna teknolojiyê, di karin li ser portalên dîjîtal yên cîhanê de, bi bikar anîna pêşxistina şêweyên nû yên ragehandin û rêxistinbûnê dikarin pêşengiyê ji tevgerên civakî re bikin. Dikarin di gelek qadên wekî huner, zanist, teknolojî û karsaziyê de bi projeyên nûjen û nêzîkatiyên nû derkevin pêş û îlhamê bidin guhertina civakî.
Ciwan li hemberî pirsgirêkên civakî yên heyî û li dijî newekhevîyan bêtir hestiyar in û bi nêrîneke rexneyî pirsgirêkan şîrove dikin, dipirsin û pê alaqadar dibin. Bi rêya medyaya civakî û kanalên din ên ragehandinê, bi rêxistinkirina kampanyayên hişyarîyê xebatên xwe bi rêve dibin û bala raya giştî dikişînin ser mijarên girîng. Bi hişmendîya rexnegerîyek çêker, dikarin rolekî avaker bilîzin. Bi rêya ramanên rexneyî dikarin mijarên wekî neheqî, cudakarî û bêdadî de dengê xwe bilind bikin û bi hestyarîya civakî dikarin bi bertek û beşdarîya pratîkî qada xwe firehtir bikin.
Ciwan bi rola xwe ya aktîf di gelek rêxistinên civaka sivîl û tevgerên dilxwaz de dikarin beşdarî lêgerîna çareserîyên pirsgirêkên civakî bibin û pêşengîyê bikin. Bi çalakîyên wekî protesto, kampanyayên îmzeyan û meşên hişyarîyê dikarin zextê li ser raya giştî û rayedarên siyasî bikin û daxwaza guhertinên bingehîn bikin. Em dizanin ku ciwan di warê çalakîyên civakî û rêxistinbûyînê de aktorên esasî ne!
Ciwan, divê ji bo bidestxistina mafên jinan û ji bo wekhevîya jin û mêran, pêşengên têkoşînê bin.
Ciwan di mijarên wekî pirsgirêkên jîngehê, mafên mirovan, wekhevîya di perwerdeyê de û wekheviya zayendî de bi awayekî xurt rêxistin dibin û dikarin çalakiyên lobî yên bi bandor bimeşînin. Di nav civatê de rê li ber demsalên guhertin û pêşveçûnê vebikin.
Gava em vegerin salên rabûrdû û tecrubeyên doyin di ber çav re derbas bikin, emê bibînin ku cîwan di warê domdarî û vîzyona siberojê de xwedî hêz û aktorên esasî ne. Dînamîk û guhertinxwazin.
Ciwan li hemberî fikir û ramanên nû vekirîne û dikarin zûtirîn bertekan nişan bidin. Nifşên nû di derbarê siberojê de, di warê mijara pejirandina prensîba domdariyê de bêtir bi hiş in. Di mijarên wekî parastina jîngehê, têkoşîna li dijî guherîna avûhewayê (îqlim) û bikaranîna domdar a çavkaniyên xwezayî de bi rola xwe ya aktîf pêşengiyê ji veguherîna civakî re dikin. Bi afirandina vîzyoneke pêşerojê ya adilane, wekhevtir û azadîxwaz dikarin civakê motîve bikin û bipêş bixin.
Veguhestina çandî û avakirina nirxên nû
Ciwan bi rêya muzîk, huner, moda û şêweyên jiyanê, tevgerên nû yên çandî diafirînin û dikarin normên çandî yên mêtingehî biguherînin û bi çand û dîroka xwe, bi ziman û hişmendîya netewî dikarin rê li ber çanda dagirker asê bikin. An jî bendavan ava bikin. Di mijarên wekî rolên kesayetî û civakî de dikarin bibin pêşengên nirxên nû. Dîsa li hemberî çand û nasnameyên cuda nêzîkatiyeke vekirîtir û toleranstir nîşan bidin û bi vê yekê beşdarî jiyana civakî bibin.
Bi kurtayî, ciwan aktorên pêvajoyên guhertin û veguherîna civakî ne. Ciwan bi enerjiya xwe, bi hestên afirênerî û jêhatîbûna xwe, bi ramanê rexneyî û ruhê çalakvanîyê dikarin bibin aktorên pêşveçûna civakê. Divê xwedî zanyarîyeke bingehîn bin ku ji tecrube û serpêhatîyên nifşên cuda dersan derbixin. Divê bikaribin ji agahî û pratika nifşên berîya xwe îstîfade bikin û pira dîyalogê ya navbera nifşan çalaktir bikin. Di navbera nifşên cuda de zimanê diyalog û fêrbûnê peyder bikin. Divê baş bê zanîn ku di sîyaseta netewî de bêdîyalogîya nav nifşan zirarê dide têkoşîna neteweyî.
Derxistina dersan ji agahî, tecrube û serpêhatîyên nifşên cuda, hem ji bo pêşveçûna kesayetî hem jî ji bo pêşveçûna civakî xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Pêwîst e ku nifşên ciwan bi fêrbûna ji rabirdûyê, gavên çêker bavêjin, nifşên berê jî bi perspektîvên nû xwe pêşve bibin û serpêhatiyên xwe bi awayekî watedar bêjin an jî bidin gohdar kirin. Ne wekî çîrokên salên rabûrdû her tim tekrar bikin an jî weke demsalên şerê sar divê xwe nesipêrin neqebên îdeolojîk.
Ji bo agahî û tecrubeyên nifşên berê, ji bo derxistina dersan, divê mirov çi bike û çewa tevbigere?
Berîya her tiştî divê mirov xwedî karekterekî çêkêr ve, bikaribe hevdû guhdar bike, ji dewsa hev de empatî bike. Girîng e ku du alî an du kesên ku li hemberî hev xwedî guman, xwedî hukumkirinê bin, hewl bidin ku hev fêm bikin, hevdû guhdar bikin, derîyê dîyalogê li hev vebikin. Divê ciwan fêm bikin ku tiştên ku kal û pîr dibêjin ne tenê çîrok in, lê divê bê zanîn ku li pişt wan bi salan şêweyên ceribandinê, pêvajoyên ezmûnan hene. Divê kal û pîr jî hewl bidin ku nêrînên cuda yên cîhanê yên ciwanan û şert û mercên dema ku ew tê de dijîn fêm bikin. Li gorî guhertinên dinê û demê xwe guncav bikin. Li gorî guhertinên demê bi baldêrî cîwanan gohdar bikin.
Em dizanin meraq û pirs pirsîn, rê li ber bersîvan vedike. Nifşên ciwan, serpêhatîyên nifşên berê meraq dikin û pirsan dipirsin, li bersîvên têr û tije digerin. Pirsên wekî "We çima wisa kir?", "Wê demê çawa bû?", "Di vî warî de hûn bi çi zehmetiyan re rû bi rû man?" “Hûn çima bi ser neketin?” têgihiştineke kûr peyda dike. Divê pirs û bersîv li gorî guhdarkirin û têgihiştinek bi sebir bin! Divê gotin û kirin li hevkirî bin, xwedî asoyek kûr û zelal bin.
Rastîyên jiyanê bi me daye qebûl kirin ku neqilkirina çîrokên jiyanê, serkeftin, xeletî û qonaxên girîng ên nifşên kevin ji bo ciwanan çavkaniyeke dewlemend pêşkêş dike ku ew dikarin dersên girîng jê derxînin. Ew çîrokên ku encamên ezmûnên jiyanê ne agahiyên nehînî bi awayekî bandortir digihijîne nifşê pey xwe. Her ezmûnek bi sere xwe cîhê nîrxandin û şîroveyan e!
Pirî caran li kolanên hevbeş di nav zevî û seyrangehên hevbeş de, ger û xwendinên hevbeş mirov nêzîkî hev dike. Li wan war û zozanan bal kişandina ser berjewendî û nirxên hevbeş ên nifşên cuda, ragehandinê hêsan dike. Diyalogên ku li ser mijarên hevbeş ên wekî muzîk, huner, spor, dîrok têne avakirin, têgihiştina hevbeş zêde dikin. Ev jî rê li ber organîzasyon û rêxistinbûnên nû vedike.
Divê hemû alî rêzê li agahî û ezmûna hev bigirin. Divê ciwan qedrê tiştên ku kal û pîran di paşerojê de kirine bigirin, divê kal û pîr jî qedrê raman û enerjiya nû ya ciwanan bigirin û ji wan re rê vebikin. Heta merhaleyekî mirov dikare rêberîya nifşên kevin fahm bike, lê ev bixwe, ji bo ciwanan, rêyek bi bandor e ji bo veguhestina agahî û tecrubeyên wan rasterast pêwîst e! Dîsa pêwîste ku di heman deman de nûnerê cîwanan di wê rêveberîyê de cîh bigirin, xwedî erk û rol bin. Ev jî dikare di gelek qadên jiyanê de rê li ber karîyera ciwanan vebike, ji bo pêşveçûna wan jî kêrhatî û wê berhemdar be.
Ciwan dikarin ji zanyarî û tecrube yên nifşên berê sûd bigirin!
Sohbet û dîyalogên bi rêkûpêk bi mezinên malbatê re yên wekî bapîr, dapîr, kalik, pîrik, guhdarîkirina çîrokên jiyana wan û derxistina dersan ji ezmûnên wan çewa girîng be.
Di warê sîyasî de jî, tecrube û zanyarîyên kedkarên doza netewî girîng û pêwîst e! Ew tecrube û zanyarî li ser nêrîn û wîzyona mirov tesirek pozîtîf dike. Pêwîstî bi mekanizmayeke perwerdeyî û bi aqlekî hevbeş heye. Neqilkirina dîrok, çand, nîrx, hiş û tecrubeyan di nav nifşan de arşîvek dewlemend ava dike.
Cîwan dikarin bi rêya lêkolîna çavkaniyên dîrokî gelek derfetan bi dest bixin. Dîsa bi rêya pirtûk, belgefîlm, arşîv û xebatên dîroka devkî, ji ezmûnên nifşên berê sûd bigirin û gelek tiştên balkêş fêrbibin. Bi şêwirmendîya kesên di qada xwe de pispor, xwedî ezmûn û xwedî karîyerin, dikarin tesîrek pozîtîf li ser pêşveçûna kesayet û civatê bikin. Dikarin bi aqilekî kollektîf xebatên rêxistinî yên civaka sivîl de bi parvekirina tecrube û hestên hevkariyê, dikarin civatê teşwîqî nav refên têkoşînê bikin.
Divê nifşên bere li dijî nifşên nû, ne muhafazakâr bin. Li hemberî şêweyên raman û awayên jiyana cuda yên nifşên nû de xwedî tolerans bin û ji diyalogan re vekirîbin. Ji şûna ferzkirina hînbûnên xwe, divê hewl bidin ku perspektîfên ciwanan fêm bikin û bi hevre ber bi siberojê ve bimeşin. Ji bo fêmkirina cîhana ciwanan, fêrbûna bikaranîna teknolojiyê de li ser platformên pêwendiyê û rêya diyalogên erênî, ji bo herdû alîyan kêrhatî ye.
Di şuna hînkirin û ferz kirine de bi hişmendîya parvekirinê veguhestina agahî û tecrubeyên xwe ne wekî ders, lê di hawîrdoreke parvekirin û sohbetê de, dihêle ku ciwan bêtir eleqedar bibin. Li hemberî bersivdanên ciwanan ên li ser raman û nêzîkatiyên wan vekirî bin û qîymetê bidin hev û hev bihesibînin. Beşdarbûna çalakiyên civakî, çandî an werzîşê ku bi ciwanan re pêkbê, wê danûstandina di navbera nifşan de germtir û zêdetir bike.
Di siyaseta neteweyî de yek ji sedemên sereke, yên bêdîyaloga di navbera nifşan de, berçavkên îdeolojîk û karekterê rêxistinên neyênî ne. Di siyaseta neteweyî de gelek sedemên cihêreng û tevlihev ên bêdiyaloga di navbera nifşan de hene. Hin ji wan ev in:
Serpêhatî û travmayên dîrokî yên cuda bi serê xwe sedemên bêdîyalogê ne. Pêvajoyên siyasî, pevçûn û travmayên ku her nifş jiyaye cuda ne. Van serpêhatiyên cuda, dibe sedema cudahîyan di nêrînên cîhanê û nakokîyên heremî de. Mînak, nifşekî ku di salên 1970, 1980 û 1990î de di hawîrdoreke pevçûnên dijwar de mezin bûye, dibe ku têgihîştineke siyasî ya cuda ji nifşekî ku di demên piştre de mezin bûye hebe. Travmayên ku encamên pêvajoyên şer û pefçûnan bandorek xirab li ser nifşan dike. Gava çîrokek we ya serkeftî an bi wate tunebe, hûnê her tim rastî gilî û gazinan bibin. Dêrûnîya têkçûnê bandorek xirab li ser civatê çê dike û nakokîyên pêvajoyê dijwartir dike. Ev helwest bi xwe re bêhêvîtî û bêbawerîyê geş dike.
Cudahî û reqabeta îdeolojîk tesîreke negatîf li ser nifşa dike û derîyê dîyalogê asê dike. Tevgerên îdeolojîk ên cuda yên di nav tevgera neteweyî de û guherînên ku van tevgeran di nav demê de jiyane, dibe sedema derketina pêşiyên siyasî û pêşniyarên çareseriyê yên cuda di navbera nifşan de. Ev karekterê îdeolojîk rê li ber dîyalogê asê dike û dixwaze civatê mehkûmê desthilatdarîyek tundrew bike.
Yek ji xalên esasî jî helwesta aktorên siyasî tesîrek negatîf li ser dîyalogan dike. Hin rêxistin û serokên tundrew ku jiyanê bi xwe ve didin destpêkirin aktorên bêdîyalogê ne. Ev aktorên siyasî an jî saziyên ku beşdarî qada sîyasî dibin û rexneyên ciwanan têra xwe teşwîq nakin an jî wan nahesibînin, gunehkarê bêdiyalogîyê ne. Siyaset û rêvebirîya xwe weke pêwendî û têkîlîyên navbera “Şêx û Murîd” didomîn in.
Di warê bêdîyalogîyê de yek xalek jê jî kêmasiya kanalên ragihandinê ne. Nebûna avakirina kanalên ragihandinê yên bi bandor di navbera nifşan de, an jî têra xwe bikarneanîna kanalên heyî, dikare pêşî li danûstandina agahî û ramanan bigire. Dikare dîwarên dijberî û yên îdeolojîk bilind bike. Bi taybetî di navbera nifşên ciwan ên li diyasporayê mezin bûne û nifşên kevin ên li welêt de dijîn, cudahiyên ziman û çandê derxe holê û dikare derfetên ragehandinê de zehmetîyan zêde bike.
Di warê teknolojîyê de kêmasî û zehmetîyên nifşên berê zêdetir in, ev jî dikare di warê teknolojî û ragehandinên ciwanan yên li ser platformên dîjîtal de, di danûstandin û diyaloga di navbera nifşan de sînoran ava bike. Ev jî weke qeyrana teknolojîyê dikare nifşan li ser platformên cuda ji hev dûr bixe. Lê gava nifş li ser bernameyek civakî bi sîyaseta netewî re mijûl bibin ev pirsgirêk û dîwarên hene bi kedek hevpar ji holê radibe.
Cudahîyên siyasî yên rabirdûyê û nebawerîyên ku hatine jiyandin, dikarin avakirina diyalogeke vekirî û samîmî di navbera nifşan de zehmet bike. Astengîyên avahîyên li pêşiya beşdarbûna ciwanan di pêvajoyên siyasî de (wek mînak, têra xwe temsîlnekirina wan di mekanîzmayên biryargirtinê de), dibe sedema nebihîstina dengê wan û bêdîyalogîyê. Divê sîyaseta kurdî li gorî şert û mercên serdema îroyin van rastîyan bibine û rê li ber ciwana xweştir bike.
Belê, ez dizanim min dema we zêdetir meşgûl kir, biborînin. Berîya ez axaftina xwe bi dawî bînim ez dixwazim çend xalan ji Danazana/Deklerasyona PWKyê bi we re parve bikim: “Di warê aborî, civatî, çandî, sîyasî û rêxistinî de pirsgirêkên ciwanên kurdan yên taybet û girîng hene. Divê em bi awayekî ciddî li ser wan pirsgirêkan bisekinin û ji wan re çareserîyê bibinin.”
Dîsa di xalek Deklerasyona PWKyê de ji bo ciwanan ewha dinivîse: “Yek ji wezîfeya ciwanên kurdan ya sereke jî bi evîndarîyek neteweyî, hînî dîrok, ziman û çanda xwe bibin. Divê em di wî warî de, xwe perwerde bikin û xwe bi rêxistin bikin. Ji ber ku ciwanekî ji zanîn û hişmendîya neteweyî bêpar be, neperwerdekirî û bêrêxistinî be, wê ji şexsîyet û civata xwe bi dûr bikeve û wê bi hêsanî asimle bibe.”
Ji ber wê yeke em weke PWK girîngîyeke mezin didin nêrîn û hişmendîya ciwanan. Di warê rexnegirî û pêşnîyaran de em vekirî ne. Em hêvî dikin ku ciwan bi şêweyeke azad li pirsgirêk û doza xwe ya neteweyî xwedî derkevin, rê û metodên xebatê minaqaşe bikin. Bi îradeyek azad pêşbinî û hêvîyên xwe bi cîh bînin.
Hewldanên diyalogê yên ji bo pêşeroja siyaseta neteweyî ya kurd girîng e! Hêvgirtina agahî, tecrube û enerjîya nifşên cuda, dikare bo beşdarîya avakirina xeteke siyasî ya berfirehtir, dînamîktir û bi bandortir bibe û rê li ber derîyê dîyalogê vebike.
Ez ji hemû rêvebir û kedkarên HÊVÎ AKADEMÎyê re spasîyên xwe peşkeş dikim ku we ev derfetê da min, îşev me bi hevre wextek bi wate derbas kir. Em bawerin wê ciwanên welatparêz, bi ked û xebatên xwe yên cîhêreng, bi xwendin û pêşbinîyên nû bibin cîhê hêvîyê û emê bikaribin bi hevre di nav refên têkoşînê de cîh bigirin.
Wê gavê emê bi hevre bi peyam û xebatên xwe, bersîva peyamên Ahmedê Xanî, Şêx Ubeydulahê Nehrî, Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Îhsan Nûrî Paşa, Qazî Mihemed û Mele Mistefa Barzanî bidin.
Ev hewldan, xebat û organîzasyonên sivîl û civakî dikarin mizgînîya xêrê bigihînin nifşên pey xwe. Serkeftin û serfirazî bi kedek hevpar, bi têkoşînek domdarî û bi asoyek netewî mimkun e.
Ez/em bawerin ku wê cîwanên welatparêz bi reng û dengê xwe, bi têkoşîn û keda xwe, di nav refên sîyaseta netewî de rûpelên ezmûnên serkeftî bihûnin.
Ji bo sebir û gohdar kirina we ez cardin spasîyên xwe peşkeşî we hemûyan dikim. Silav û rêz.
Cano Amedî




Comments