top of page

TÊGEHA SOSYO-POLÎTÎK Û RÊBAZA AKADEMIYA HÊVÎ


 




Têgeha Sosyo-Polîtîk ew e ku behsa girêdana di navbêra qada civakî û qada sîyasî dike.

Ev têgeh, nirx û hêjayîyên civakî îfade dike û di heman demê de jibo berjewendî û armancên civakî sîyasetek çareserîyê diafirîne. Tevna civakî, berdewamiya çandî û bîra kolektîf di nav xwe de dihewîne.

Gava em li Kurdistanê dinerin, bi dabeşkirina erdnîgeriya Kurdistan, jibo ku serwerên mêtinkar, welatê Kurd bike perçakî welatê xwe, mixabin dest bi sîyaseta înkar û tunekirina Kurdan kirin. Bi vê hişmendiya zordariyê, xwestin milletê Kurd ji bîra kolektîf ya civakî û ji hişmendiya neteweyî dûr bixin.

Serdestên kolonyalîst, zimanê Kurdî qedexe kirin, nehiştin Kurd bi zimanê xwe helbest û srtanan bibêjin. Xwestin çanda devkî ji holê rakin û Kurda ji hişmendiya neteweyî dûr bixin. Navê gund û bajar, çiya, gol, çem û newalên me guhertin. Bi qanûn û darê zorê nav û piştnavê xwe li me kirin. Medreseyên Kurdî yên ji alî zanayên Kurd dihatin rêvebirin qedexe kirin. Li dibistanan û leşkerîyê, bi darê zorê zimanê xwe bi zarok û ciwanên Kurd dan fêrkirin. Cil û berg, kofî, kum û kolozên Kurdî qedexe kirin. Bi zagon û darê zorê cil û şevqeyê Ewropî li mirovê me kirin. Li meydanan, şevqe bi mîxan bi serê mirovan de kutan. Bacek ku mirovan nikarîbû bidin, li wan ferz kirin.

Ji ber şerê cîhanî û serhildanên doza azadîyê, seranser welat hat şewitandin. Xelkê Kurd ket nava xela û birçîbûnek giran. Vê rewşa civaka Kurd ji taqet xist, ku nema karîbû berxwe bide. Ev birçîbûn heta salên 1970yan berdewam kir.

Lê ji bo miletê Kurd xwedî ziman û çandek kevnar ya dewlemend bû, hêza serdestan têr nekir ku zûbizû û di demek kurt de wan asîmîle bike û ji holê rake. Kurd bi çanda xwe bi zimanê xwe bi dengbêj û çîrokên xwe, bi lîstok û şanoyên xwe, bi govend û dîlanên xwe li hemberî vê jenosîda giran berxwedanek siruştî dan û ev yek jî nehişt Kurd li welatê xwe tune bibin.

Heta Kurd li welatê xwe di piranîyê de be, serdestên jenosîtkar aciz dike, ji ber vê hertim li rêyên koçberkirin, belavkirin, asîmîlasyon û komkujiyê geriyane. Ev 45 sal in ku dewleta Tirk bi hezaran gund û bajar şewitandin, bi mîlyonan Kurd ji warê wan qewirandin. Bêyî ku berdêla xisara wan bide, birçî, nezan û bêkar bi çola xistin. Dê ev mirov çawa karibin çand, ziman û xîreta xwe biparêzin. Ev jenosîd, bi endezyarîyek sosyolojîk tê meşandin.

Dagirkerên Kurda xwestin sosylojî û hebûna Kurda ji holê rakin. Dest danîn ser dewlemendîyên Kurdistan û milletê Kurd nezan û birçî hiştin. Bi hênceta ”teror”, mahkûm û qaçaxan li mirovên Kurd bênavbên zext û îşkenceyên giran kirin. Ev bû sebeba ku bi mîlyona Kurd ji welatê xwe koçber bibin û ber bi metropolên dagirkeran an jî welatê ewropa revîyan. Kesên welatê xwe terikandin ne tenê ji welatê xwe dûr ketin her weha ji hebûn û nasnameya xwe jî dûr ketin. Dagirkerên ku nikarîbûn li Kurdistanê Kurdan asîmîle bikin, mixabin Kurd li welatên xerîb, xwe bi xwe asmîlê bûn û ji çand, ziman û nasnameya xwe dûr ketin.

Ev ji holê rakirina milletê Kurd ji alîyê dagirkeran ve bi endezyarîyek sosyolojîk pêk hat.

Lê îro em dibînin bi pêşketina teknolojîyê têkilîyên civakî gîhaştiye asta bilind. Berê ji bona agahiyekê bi mehan li benda nameya diman, lê îro bi rêya telefonê baqil û Înternetê meriv her gav dikare bi her kesî re têkilî deyne.

Hetanî vê derê me behsa tunekirina sosyolojîya Kurdan kir û li dijî ve tunekirinê me behsa berxwedana nasnameya Kurdî kir.

Nasnameya Kurdî ji aliyê dagirkerêkêp xwe ve derbek giran xwariye û divê ev nasname bi metodên zaniyarî ji nû ve were berhevkirin. Li vir em dixwazin li ser rola Akademiya Hêvî û bikaranîna rêbaza Sosyo-polîtîk bikin. Akademîya Hêvî ji çîrokên Kurdî hetanî Dengbêjan,

Ji cil û bergên Kurdî hetanî xwarinê Kurdî, ji lîstokan hetanî govend û dîlanê û xwezaya Kurdistanê jî di nav de, li ser van mijaran teva radiweste û van nirx û hêjayiyên taybet yên millietê Kurd radiweste. Her weha li ser hişmendiyek millî û kolektîf, li hemberî dagirkeran parastina nasnameya milletê xwe dike.

Ji ber vê yekê em dibêjin rêbaza Akademiya Hêvî, şopandina Sosyo-Polîtîka civaka Kurd e. Îro heger ciwanên Hêvî li ser axa Kurdistanê dar û xerzan diçînin, ev bertekek polîtîk e. Ev ciwan bi ruhê Şêx Abdulselam Barzanî, dixwazin xwezaya welatê xwe geş bikin.

Îro heger dengbêj an jî çand û wêjeya Kurdî dijîtalîze dikin, ev bertekek polîtîk e. Rihê Şakiro di xwe de vedihewinînin.

Îro heger destanek an jî çîrokek Kurdî bi hişê çêkirî û anîmasyon pêşkêş dikin, ev bertekek polîtîk e. Rihê Kawayê Hesinkar bilind dikin.

Ev hêjayî û nirxên civakî, yanî ev beşên sosyolojîya civaka Kurd bi hişmendiyeke polîtîk, dixwazin careke din pêşkêşî milletê Kurd bikin. Ev xebat, nîrx û rûmêtên dewlemendîya milletê Kurd yên çandî, dîrokî û civakî derdixe holê. Divê ciwan têbigehîjin ku bêhtir xwedî li nirxên milletê xwe derkevin. Bizanibin çima ev milletê asîl bûye hêsîrê diz û keleşan. Bila milletê Kurd fêm bike ku çima dewletek wan î Serbixwe tune ye!

 

Ez bawer im şerê dagirkeran li dijî sosyolojîya Kurda û li hemberî dagirgeran parastina milletê Kurd bi nirx û hêjayiyên xwe bi kurtasî hate fêm kirin. Em vê parastina sosylojîya Kurda polîtîk dibînin. Em pênase dikin ku bi metodên nû li ser bingeha têgeha Sosyo-polîtîk em reyek nû nîşan dikin û armanca paratistina nasnameya Kurd û armanca sîyasîya Kurd di vê têgehê de vedihewînin.

 

Em bi çend xalan mijara xwe biqedînin ;

 

1- Bi Ziman, Dîrok, Çand, Çîrok, Dengbêj, Govend, Lîstok, Xwarin, Cil û Berg û tarza jiyanê ve milletê Kurd şerekî xwezayî meşandiye. Dibe ku hîn kes hişmendiyek sîyasî bi wan re tune be lê bi xêra van hêjayî û nirxên milletê Kurd li hemberî qirkirina dagirkeran parastina nasnameya Kurd hatiye dayin.

 

2- Hîn kes jî di ferqa van dewlemendiyê milletê xwe ye û ev nirx û hêjayîyên milletê xwe bi hişmendiyek sîyasî bi organîze diparêzin. Yanî di ferqa şerê ku li hemberî dagirkerîyê tê ve dayin de ne.

Em wek Akademiya Hêvî di vê hişmendiyê de ne.

Bi hişmendiyek Millî û Kolektîf em dixwazin hebûn û sosyolojiya civaka xwe biparêzin û van nirxê milletê Kurd bi dema nûjen dijîtalîze bikin.

Lê di vê ev neyê jibîr kirin ;

Em milletekî bindestin û welatê me ji aliyê çar dewletên dagirker hatiye dabeşkirin. Gava em vê pênaseyê dikin em dibêjin hetanî Kurdistan Azad nebe em nikarin behsa azadiyekê rast bikin !

Ev rê jî ji serxwebûna Kurdistanî derbas dibe ji ber vê yekê gava em bi rêbaza Sosyo-polîtîk karên xwe dimeşînin di heman de mê de em dibêjin parastina sosyolojîya Kurda tenê di serxwebûna Kurdistanê pêk tê hetanî dagirkerên me li ser serê me be ewê timî şerê sosyolojîya Kurdan bikin.  

 
 
 

Recent Posts

See All
KONFERANSA YEKÎTÎYA NETEWEYÎ YA KURDISTANÊ

Di 14’ê meha Adarê li Amedê bi rêxistin û kesayetên Kurdistanî re ji bona yekîtîya Kurdên Bakurê Kurdistanê konferansek hate lidar xistin. Berpirsiyarê Akademîya Hêvî Dilbirîn Tîrêj jî beşdarî vê konf

 
 
 

Comments

Rated 0 out of 5 stars.
No ratings yet

Add a rating
bottom of page