top of page

Têgiha Biratiya Gelan Ji Kû Derket


Nivîskar : Dilbirîn Bariş BOZKURT


“Biratiya Gelan” ji bo me kurdan têgih ango sloganeke pir gengeşeyî ye. Kesên ku di siyaseta Bakurê Kurdistanê de dominant in, zêdetir —heta em dikarin bibêjin bi tenê ew— vê têgihê bi kar tînin. Aliyek ji kurdan, ji ber ku bi hestyarî girêdayî partiyan e, vê têgihê wekî pirsgirêkekê nabîne; heta di xwepêşandan û protestoyan de civaka kurd vê têgihê bêpirsiyarî (bêsual) bi kar tîne. Ez bawer im ger ewqas bi hestyarî bi partiyan ve girêdayî nebûna, dê bipirsîna û helbet dê neşixulandana. Aliyek ji kurdan jî neyartiyeke hestyarî li hemberî vê têgihê dike, ku ew jî bi heman awayî di bingeh û naveroka vê têgihê baş naxulin. Ger ku bipirsîna û bizanibûna, ez bawer im ew ê ji bo wan çêtir bûya û nedihatina asta neyartiya vê têgihê.


Ez ê di vê nivîsê de bi qasî ku ji destê min tê, qala bingeh û paşeroja têgiha “Biratiya Gelan” ji we re bikim; ji ber ku di van rojên tar û teng de zêdetir hewcedariya me bi zanîn û zanyariyê heye. Ez ne keseki pisporim im, lê tiştên ku ez dizanim ez ê bi we re parve bikim. Hişmendiya kolektîf bi tenê di kar û xebatên pratîkî de na, her wiha di fikr û ramanan de jî bê guman lazim e. Îro, ji her rojî zêdetir hewcedariya me bi hişmendiya kolektîf heye û mezinkirina hişmendiya kolektîf jî ji parvekirinê dest pê dike; çi materyal be, çi fikr û raman be.


Biratiya gelan li hemberî faşîzm û şovenîzmê; ji bo pêkvejiyana nijadên cuda, olên cuda, çandên cuda û baweriyên cuda derketiye holê. Ev têgih bi taybetî ji aliyê sosyalîst, komunîst û çepgiran ve hatiye bi kar anîn; lê belê dîrokeke wê ya kûrtir heye.


Bingehê têgiha biratiya gelan digihîje stoaparêzên Romaya Antîk û Yewnana Antîk. Li gorî fikrên stoaparêzên Romaya Antîk û Yewnana Antîk, însan ne aîdî bajarekî an jî herêmekê ye; însan aîdî hemû gerdûnê ye. Li ser vê esasî, wan fikra "welatîbûna dinyayê" derxist holê (welatîbûna cîhanî). Di wan demên antîk de mirov aîdî bajarekî bû. Wateya dewlet û niştimanê ya wê demê û ya îro ne wek hev bûn. Ji ber vê yekê, ger tu di nava dewletekê de ji bajarekî din bûyayî, tu li gorî bajariyan biyanî bûyî.


Mînak: Niha dema em ji kesekî biyanî bipirsin “tu ji kuderê yî?”, ew ê navê niştimana xwe bibêje; dê bibêje “ez ji Almanyayê me” an “ez ji Vîetnamê me”. Em jî dibêjin “ez ji Kurdistanê me”. Lê di dema antîk de kesekî Atînayî û Spartayî hev du xerîb û biyanî didîtin. Heta kesên ku li derveyî bajar, li cihên wekî gund û çolwaran dijiyan, wek "BARBAR" bi nav dikirin. Stoaparêzên wê demê li hemberî vê hişmendiyê sekinîn û xwestin bi fikrên xwe vê feraseta ku însan li hev du bi çavê biyanî an jî barbariyê dinêrin, bişkînin. Stoaparêz dibêjin: “Ger em însan bi tevahî parçeyek ji hişmendiya gerdûnî bin, tu ferqeke zikmakî di nava Pers û Atînayiyan de tune ye. Ger wisa be, em hemû ne welatiyên bajarekî ango herêmekê ne, em welatiyên dinyayê ne.”


Stoaparêz bi van fikr û ramanên xwe hişmendiya “wekheviya însanan” anîn ziman. Di dinyayê de ev fikrên stoaparêzan wekî çirûska ewil a wekheviyeke exlaqî têne qebûlkirin.


Di sedsala 18an de, di serî de Ewropa û paşê dinya dikeve nav guherîneke pir cuda. Hişmendiya civakan diguherê û her wiha civak bi şoreşan têgiha dewletê ya dewletên xwe yên serdest jî diguherînin. Bi Şoreşa Fransayê, deshilatdariya împaratoriyan cihê xwe da "Netewe-Dewletan". Bi Şoreşa Fransayê ya ku bi pêşengiya burjuvayê çêbû, di nav civaka Fransayê de dirûşmeyeke wekî “Azadî, Wekhevî, Biratî” (Liberté, Égalité, Fraternité) pêş ket û mezin bû. Ji bo şoreşa ku wekhevî û azadî dikir armanc, xwestin ku hemû taxim û aliyên civakî bibin yek. Pêşengên Şoreşa Fransayê, ji bo yekîtiyeke mayinde, hişmendiya biratiyê di nav civaka Fransayê de bi cih kirin.


Di wan salên Şoreşa Fransayê de fîlozofê alman Immanuel Kant gelek pirtûk, gotar û ceribandinên felsefî dinivîsîne; ku hinek ji wan li ser fikrên wî yên derbarê nîzama dinyayê de ne. Di nêrîna Kant a lîberal û hiqûqî de, dewlet ne wek 'milk' lê wek 'komeleyeke mirovan' tê dîtin. Lewma, ew li şûna serdestiya hêzekê, wekheviya hiqûqî û exlaqî ya neteweyan diparêze. Li hemberî despotîzmê disekine û dibêje: “Her neteweyek wekî kesayeteke (şexsiyet) û ti netewe nikare neteweyeke din mîras bistîne, biguherîne û bi pereyan an jî bi rêya şer û dagirkeriyê serweriya neteweyekê ji destê wan bistîne.” Ji ber ku dewlet ne milk e û ne jî tiştekî xwedayî ye. Bi tenê ji bo xizmeta neteweyê heye û dewlet ji bo biryar û fermandana neteweya xwe heye. Dibêje: “Dewlet komeleyeke mirovan e ku tenê di bin îrade û biryara gelê xwe de ye.”


Kant, fikra girêdana hemû neteweyan bi yek dewletekî ve —ku jê re dibêjin “dewleta cîhanê”— ji ber despotîzmê û çend mijarên din xeter dibîne. Alternatîfa wî “Federasyona Gelan” ango “Federasyona Milletan” e. Her du jî yek tişt in, lê hinek wekî federasyona gelan, hinek jî wekî federasyona milletan bi kar tînin. Ev têgiha federasyona gelan tê vê wateyê: Ti neteweyek an jî federasyonek bila eleqeya xwe bi karên navxweyî yên federasyoneke din neke, lê li hemberî êrîşkariyê an jî li hemberî despotîzmê divê yekrêziyeke mayinde û wekî têmînat hebe di nav hemû federasyonan de. Yanî li gorî vê fikrê, her kes xwediyê welatê xwe ye û tu kes nikare li ser welatê kesî deshilatdariyê bike û îdîaya mafê li ser wî welatî bike.


Her wiha federasyona ku bi vê hişmendiyê hatiye avakirin û birêvebirin, dibe temînata li hemberî êrîşkarî, dagirkerî û despotîzmê. Li gorî fikrên Kant, her çiqas tu federasyonek nikaribe eleqeya xwe bi karên navxweyî yên federasyoneke din bike jî, lê dibêje: “Ger ku li welatekî binpêkirina mafên mirovahiyê ji aliyê deshilatdariyê ve li hemberî welatiyan hebe, divê hemû federasyona milletan bi yekrêzî li hemberî wî binpêkirinê bisekine; da ku welatiyên wî welatî bêyî binpêkirina mafên xwe, li dinyayê wekî hemû neteweyan bi wekhevî bijîn.”


Kant vê fikrê ji xwe re esas digire û hemwelatîbûna dinyayê wiha pênase dike: “Ger însanek here welatekî cuda, tu însanekî wî welatî ku ew çûyê, ji ber ku ew kes biyanî ye, nikare neyartiyê jê bike.” Yanî neyartiya biyaniyan red dike. Hatina wî kesê biyanî, mafê ziyaretê ye; her kes dikare li dinyayê welatên cuda an jî biyanî ziyaret bike. Lê ger ku ew kesê biyanî li wir mayinde be, mafê wî tune ye ku bibêje “ev der welatê neteweya min e”. Kant van fikrên xwe li gorî hişmendiya xwe ya etîk derxistine holê. Fikrên Kant ên ku di sedsala 18an de ji bo aştiyeke mayinde bo dinyayê anîne ziman, îro ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve di pratîkê de têne bi kar anîn.


Piştî geşbûna fikra sosyalîzmê, ev fikrên stoaparêzên demên antîk û piştre fikrên Immanuel Kant (wekheviya neteweyan), gihîştin asteke din û êdî têgih ango slogana “BIRATIYA GELAN” derket holê. Têgiha biratiya gelan wateya xwe ya îro di sedsala 19an de dibîne û di sedsala 20an de di nav hemû sosyalîstan de belav dibe. Bi taybetî bi bangewaziya Karl Marx û Engels ku dibêjin “Hemû proleterên dinyayê, bibin yek!”, enternasyonalîzma proleteran tê armancgirtin. Yanî li gorî wan, ji neteweyan û nijadan wêdetir çîn (taxim) hene û çîna proleter, yanî çîna karkeran, divê ji bo mafên xwe û ji bo şoreşa proleteryayê bibin yek. Divê çîna proleter hemû nîqaşên nijadî li aliyekî bihêle. Ji ber ku tiştê ku tê xwestin, bi nîqaşên nijadî û hestên neteweyî xapandin e û armanca vê xwestekê mezinkirina fînans-kapîtalê ye. Kapîtal li nijad nanêre, kapîtal çiqas mezin bibe, kedxwarî hewqas kûrtir dibe


Çawa ku li hemberî emperyalîzmê neteweyên bindest divê bibin yek, di Komunîst Manîfestoyê de jî heman tişt ji karkeran tê xwestin. Ji bo yekîtiya hemû proleteran jî, ew neyartiya nijadî an jî neteweyî divê ji holê bê rakirin. Ji ber vê yekê ev têgiha BIRATIYA GELAN derdikeve holê. Yanî ev têgih çînî ye û têgiha sosyalîzmê ye; yekîtiya proleteryayê armanc dike. Lê li hemberî serxwebûna neteweyên bindest jî nîne. Li gorî vê têgihê her gel an jî neteweyek dikare qedera xwe tayîn bike. Lê li hemberî faşîzm û şovenîzmê ye. Yanî ti neteweyek ji neteweyek din bilindtir nîne, kêmtir jî nîne. Her çiqas zimanên cuda jî biaxivin, hemû proleter û bindest ji bo berjewendiya hemû proleter û bindestan divê bibin yek. Her gel, civak û netewe divê bi zimanê xwe û çand û kultura xwe bijî.


Ev têgiha biratiya gelan di Yekîtiya Sovyetê de bû xwedî mînak û di wan salên ku Yekîtiya Sovyetê û Rojhilatê Ewropayê de sosyalîzm û komunîzm serwer bû, cihê xwe girt. Di lêkolîna xwe de min li hinek cihan dît ku di Sovyetan de ev têgih wek “DOSTANIYA GELAN” hatiye şixulandin. Lê pênaseya wan ne cuda ye; bi tenê peyv guheriye û li gorî min guherîneke baş e. Di Sovyetê de ev têgih wek "Dostanî" (Druzhba) dihat bikaranîn. Di zimanên slavî de "Biratî" (Bratstvo) bêtir wek têkiliyeke xwînê tê dîtin, lê "Dostanî" wek hilbijartineke siyasî û îdeolojîk a bihişmendî tê qebûlkirin. Yanî heke em di vê meseleyê de “dostaniya gelan” bi kar bînin çêtir e, lê heke hewce bike, ji hev qetandina meseleyê ji bo fêmkirina têgihê çêtir e.


Di dawiya dewleta Osmaniyan de, bi Fermana Tanzîmatê têgiha “ÎTTIHAD-I ANASIR” yanî “YEKITIYA ÛNSÛRAN” (bi tirkî: unsurların birliği) ji aliyê Jön Tirkan ve derdikeve. Di Fermana Tanzîmatê de armanca vê modelê ji bo xelaskirina dewleta Osmanî ji têkçûnê ye. Ew dixwazin hemû milet û kesên xwedî baweriyên cuda û pêkhateyên ku di nav axa dewleta Osmaniyan de dijîn bikin yek û heman mafên makezagonî (destûrî) bidin herkesî. Yanî li gorî vê meseleyê, di makezagonê de tu cudahî di nava milet û pêkhateyên di nav axa Osmaniyan de namîne. Lê wê demê ev tişt bi taybetî ji bo bawermendên ji baweriyên cuda hatiye derxistin ku armanca wê, rakirina têgihên “MÛSLÎM” û “GAYRÎ MÛSLÎM” e.


Lê her wiha milet û pêkhateyên etnîkî jî dikin navê; mesela tirk, ereb, ermen, rûm û miletên wekî wî wekî netewekî dibînin. Lê di vê Fermana Tanzîmatê de meseleya îttihad-ı anasir, vana hemû wekî teba, yanî gel tê dîtin. Fermana Tanzîmatê hetanî dawiya Şerê Cîhanê yê Yekem hat şixulandin, lê bi ser nasnameya Tirkbûnê de zêdetir propaganda kirin. Yanî gotin ku ev hemû milet di bin Osmaniyan de teba (gel) in û yek in, lê yekîtiya van tebayan bi Tirkîtiyê bi nav kirin.


Her wiha di avakirina Komara Tirkiyeyê de jî welatiyên di nav sînorên Tirkiyeyê de, qaşo bi navê sernasnameyê hemû xistin nav nasnameya tirk, lê di pratîkê de Tirkbûn wekî nijadekî ma û netewe-dewlet a ku bi Tirkbûna çêkirî hatiye avakirin bi hemû hêza xwe, di serî de kurd û paşê li ser netewe û pêkhateyên din, xwest ku vê Tirkbûyîna ku di dawiya Osmaniyan de hatiye çêkirin, empoze bikin. Her wiha gelek însan bi qirkirin û wekî planên Şark û Îslahatê asîmîle kirin. Bi kurtasî em dikarin bibêjin ku piştî sed salan em hîn jî polîtîkayên wê demê dijîn.


Di salên 1960î de jî piştî ku çepgirî û tevgerên şoreşgerên sosyalîst geş û bilind bûn, Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TIP) tê avakirin û kongreyên partiyê li dar dixin. Di kongreyeke partiya xwe de, meseleya Kurdistanê wekî “pirsgirêka rojhilatê” yanî “rojhilata Tirkiyeyê” bi nav kirin. Xwesteka wan li gorî îdeolojiya xwe bi cih anîna têgiha “BIRATIYA GELAN” bû, lê ev têgih rast bi kar neanîn.


Ji ber ku têgiha biratiya gelan hebûna hemû miletan qebûl dike û dibêje hemû milet dikarin qedera xwe tayîn bikin. Li gorî hişmendiya Lenîn, mafê tayînkirina qedera xwe ya miletan wisa ye. Li gorî wê hişmendiyê, ger ku miletên bindest û proleter di binê sosyalîzmê de, di dinyayê de di bin dewleteke sosyalîst de bin, divê bibin yek. Biratiya gelan di serî de vê tiştê armanc dike. Lê ger ku derfet dest nedin û pêkvejiyana neteweyan bi hev re tune be, divê miletên bindest mafê tayînkirina qedera xwe bi kar bînin û ev maf, mafê sereke yê mirovî û navneteweyî ye.


Bi navkirina PARTIYA TIPê ya “pirsgirêka rojhilatê”, li gorî vê hişmendiya sosyalîzmê şaş e. Ji ber ku hîn nikarin mileta kurd wekî kurd bihesibînin. Belkî hinek kes bibêjin ku wê demê li ser kurdan û heta li ser peyva “kurd” ambargoyên mezin hebûn; her wiha TIPê di nava xwe de cih dabû rêxistin û kesayetên kurd yên şoreşger jî û li Bakurê Kurdistanê bi wan rêxistinan re çalakî pêk dianîn. Ji ber wê, li gorî şert û mercên wê demê navekî wisa hatiye şixulandin. Lê belê her wiha di wan salan de li ser fikrên sosyalîzmê û çepgiriyê jî ambargoyên mezin hebûn. Belê car caran peyva “kurd” bi kar tînin, lê zêdetir wekî “pirsgirêka rojhilatê” tê binavkirin.


Li gorî min, ji ber ku sosyalîzm û çepgiriya wan bi kemalîzmê ve entegre bû, îdeolojiya wan a dualî nedihîşt ku kurd bi rastiya xwe hebûna xwe nîşan bide.


Di salên 68an de ku çepgirî bi pêşengiya Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan û Îbrahîm Kaypakkaya gihîştibû asta şoreşê, têgiha biratiya gelan zêdetir rast hat şixulandin. Min di axaftin an jî nivîsên wan de têgeheke wek “pirsgirêka rojhilatê” nedîtiye. Lê ya ku herî rast ev têgih şixulandiye, şoreşger Îbrahîm Kaypakkaya bû. Mahîr û Denîz sosyalîzm bi hişmendiya kemalîzmê ve entegre kiribûn; ji ber wê nikaribûn meseleyan bi zelalî, ango rast, tahlîl bikin. Li gorî wan, bi şoreşeke proleter dê van meseleyên neteweyî bi temamî biqediya.


Lê Îbrahîm Kaypakkaya tahlîla meseleya Kurdistanê çêtirîn dikir û neteweperwerên kurd wekî neteweperwerên neteweyên bindest bi nav dikir. Ji ber wê, li gorî min, şoreşgerê ku rastiyên xwe bi îdeolojiyên faşîst ên wekî kemalîzmê entegre nedikir, Îbo (Kaypakkaya) bû.


Di wan salan de gelek rêxistinên kurdan hebûn û gelek ji wan jî çepgir û sosyalîst bûn. Yên ku xwe bi sosyalîzmê bi nav nedikirin jî, bingeha xwe ji çepgiriyê sitendibûn. Lê min di rêxistinên kurdan yên wê demê de şixulandina têgiha “biratiya gelan” nedîtiye û nebihîstiye. Ew li ser bingeha sosyalîzmê, neteweperweriya neteweya bindest dikirin û li gorî rastiya têgiha biratiya gelan dixwestin ku ewil welat û neteweya xwe ji bin dagirkeriyê xelas bikin. Dixwestin ku piştî rizgariya neteweyî, bi şoreşa berdewamî di nav welatê xwe de şoreşên sosyalîst pêk bînin.


Bi avakirina PKKê re jî em vê têgihê nabînin. Em gelek têgihên sosyalîzmê di slogan û kovarên wan de an jî di rojnameyên wan de dibînin, lê têgiha biratiya gelan nabînin. Ji xwe wek hûn jî dizanin, PKK di salên xwe yên ewil de partiyekî cuda-xwaz û serxwebûnxwaz bû. Piştî pêvajoya 1993an ve ku Abdullah Ocalan dixwaze bi Tirkiyeyê re aştiyê deyne, ev têgih hêdî hêdî bi belavbûna salan dikeve nav jiyana me


Ev têgih bi awayekî wisa sîstematîk dikin nav jiyana me ku em ewil dibêjin qey belê bi wateya xwe ya rastîn em vê têgihê diçixulînin. Lê bi paradîgmayên Apo yên berevajî, wekî “neteweya demokratîk” an jî “modernîteya demokratîk”, ev têgih dîsa dikeve asta wateya ku Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TIP) şixulandiye. Lê mixabin îro tê xwestin ku ev mesele ji asta 1960î jî kêmtir bikeve.


Di vir de tiştek heye ku em li ser bisekinin: Gelo kurd gel in an netewe ne? Pêwistiyên gelbûn û netewebûnê hene. Pêwistiya gelbûnê ew e ku divê ewil dewletek te hebe. Belê, kurd di nava çar dewletan de dijîn. Herêm bi herêm biguherê jî, nasnameya wê dewletê wekî nasnameyekî nijadî ya neteweya serdest (ereb,fars,tirk) hatiye dayîn, lê kurd her çiqas xwedî wê nasnameyê bin jî, wekî nijadên cuda û xerîb hatine dîtin û tu mafê welatîbûnê ji bo kurdan nehatiye dayîn. Gel ew tişt e ku kesê bi girêdana welatîbûnê ve bi dewletekê ve girêdayî ye. Lê wekî me pênase kir, kurd ne xwedî dewlet in, kolonî ne. Ji ber vê yekê, KURD NE GEL IN.


Pêwistiyên netewebûnê jî hene û pêwistiya wê ya sereke ew e ku netewe-dewletek bê avakirin ango xwestek û mercên avakirina netewe-dewletê hebin. Kurd bi xwe têra pêwistiya netewebûnê dikin û kurd aniha ji netewebûnê ne kêmtir in, ne jî zêdetir in.


Bi hêviya rizgarî û dû re şoreşên berdewam di nav netewe-dewleta xwe de…


 
 
 

Comments

Rated 0 out of 5 stars.
No ratings yet

Add a rating
bottom of page