top of page

XWE-ZA LANDIKA MIROVAHIYÊ YE


Nivîskar: RIZGAR ARYEN


Dînê herî kevn Xwe-za perestî ye.

Çawa ku her kesekî heye dayikek, dayika me kurdan jî Xwe-za ye, ewî nav li me kir û bo me gote kurd.

Îro em dibêjin Navê mirov, şerefa mirov e lê hin serdem hebûne ku navê pir tiştan hebûne lê mirov bê nav bûne.

Em spasdarê wan bê navan in ku piştre dest bi nav danîna hev jî kirine û bi navên xwe va mezin bûne û beşe Neteweyên cîhanê derketine holê.

 Navê mirov şerefa mirov e û mirov tenê bi navên xwe dibin xwedî nasnameyek bi bingeh.


Heke navê te Özgür be û zimanê te jî turkî be tu, tu tiştekî jî ji kîsê xwe wenda nakî lê ku tu kurd bî û navê te azad be lê zimanê te bi turkî be Tuyê nasnameya xwe, yainî navê xwe wenda bikî. Di ferhenga turk, azerî, ermenî, farisî û hindik ji ya erebî de ji ber vê yekê navên kurdî cih girtine. Ev netewe bi xwe, ji xwe zarokên wenda bûyî ne, milletên çê kirîne.

Deriyê çanda dizîyê, kurdên bişaftî ji dagirkerên Kurdistanê re da ne li ser piştê.

Ji vir çend meh berê, Jinika cîranê me derketibûn pacê û diqîriyan li


li ser zarokê xwe yê 12 - 13 salî ku li taxê, bi hevalên xwe yên taxê re gogê dilîst " Azat gel artık oğlum yemek hazır çocuğum ( Azad de were êdî, şîv amade ye kurê min)"

Min wê demê gihêştibû vê rastiyê ; Ger tu xwedî ziman nebî, nav azad bî jî bê xwedî yî, Nav Özgür bî jî bê xwedî yî. Bes cudahî ew e ku navê Azad jî bi tewlê xwe va binax dikî, navê Azad jî bi te re tê bişaftinê û wek te bû turk, ew jî dibe turkî ferheng. Danîna navên kurdî grîng in ger ziman kurdî be lê ku nav kurdî û ziman turkî be ev girîngî bi şûna derman, dibe jehr û dimîne.

Mijara navan bi rastî jî pir kûr e bi vê kûrahiya xwe va ji destpêkê ve me li pey pirsan dixîne gelo "Mirov kînga, çima û li ku dest bi danîna navan kirin?"


Belê, Tê zanîn ku Navdanîn 10-12 hezar sal berî îro serdema civakên kevnar ( neolîtîk) de heya îro di jiyana me de heye. Navdanîn bi peydakirina civakê dest pê kiriye. Lê ev yek şîroveyek e bi rastî mirov dîroka nav danînê nizane.

Bi ya min dirust nîne ku her tişt bi serdema neolîtîk ve bê girêdan ji bo ku beriya vê serdemê ronî bibe û ji tariya xwe derbikeve pêwîst e zanyarên li ser vê karî, tiştan heta baş nizanibin, bi vê serdemê va girê nedin û bidin li du şopa zanînê.

Ji ber ku dîroka nav danînê bi serdema neolîtîkî ve girêdane û wisa didine nasîn agahiyên li ser vê mijarê jî bi vê awayî ne emê li ser van agahiyan bisekinin.

Civakên kevnar ( neolîtîk) beriya nav danîna mirovan, ji bo tiştên serdema kevnar de  peyda dibûn re nav danîbû ji xwe, civaka neolîtîk, bo ku civakê kî xweza perest bûye û navên beriya mirovan bi giranî, navên xwezayî bûne destpê kirina wan navên mirovan de jî, navên xwezayî cihekî grîng girtine û xwe gihandine ta bi heta vê serdema em lê dijîn.

Tête zanîn ku destpêka navên mirovan de Cudahiya zayendî tune bûye û nav tevahî unisex bûne yainî navên hatine bikaranîn, navên jin û mêran tevda bûne her çiqas ev têgeh piştre biguhere jî îro di serdema em lê dijîn de jî navên unisex Têne dîtin.


Her çiqas destpêka dîroka neolitikî bi sî-mêr-iyan ve bête nîşandan jî beriya sî-mêr-iyan de proto zagrosî dest bi jiyana çandiniyê kirine û yekem civaka neolîtîk in li herêmê, sî-mêr-î bi koç kirina ber bi Zagrosan ve gelek tiştan ji niştecihên herêmê fêr bûne û di zêdekirina van zanîn û danasîna wan de Kêr hatine û navê xwe li dîrokê de dane nivîsandin piştre , Elam, Hurrî, Mitannî, Med, Asûr û hwd vê mirasê berdewam kirine ta bi serdema me ve.

Gotina ; "Kurdistan landika mirovahiyê ye." Gotinekî wisa nîne ku ji hest û nefsan hatibe gotin, ev gotin rastiya dîroka mirovahiyê tîne ziman. Bi rastî jî Kurdistan landika mirovahiyê ye!

Danîna navan li Kurdistanê destpê kiriye û heta serdema em lê dijîn jî, forma xwe ya destpêkê parastiye, Dema em navên kurdî dinêrin bi giranî rastê navên xwezayî têne bi taybetî li nav kurdên êzîdî de ev form bi awayekî bi hişmendî hêjî berdewam e.

Balkêş e û hewceyî gotinê ye, ji destpêka serdemên çandiniyê va hatiye dîtin ku  nav hene ku xwediyên xwe didine şermê yanî wekî ku navê mirov şêr be lê tevgerê mirov wek pisîkan be. Bar kirina her navî hêsan nîne pêşiyên me ji ber zanîna vê rastiyê navan li zarokên xwe nedikirin hetanî ew zarok mezin bin û di rojêkî diyarkirî de bihata tecrûbe kirin, ka zarokê me mêr e an na? Bûye mêr an nebûye!? Piştî ew zarok pêşkê derbas kiribe bav, kal an mezinên wê rojê de sax in û amade ne li gor jîr û jêhatî bûna wî, navêkî lê dikir û êdî li nav civaka xwe de rêz lê dihate girtin. Êdî filan kes kurê filan kesî xwedî nav e û zarok nîne.

Danîna navan li civak-nijada mirovan de bingeha nasname, çand, civak, ziman, dîrok, bîr, bawerî û hwd tiştana danî ye û bingeha koma neteweyan, jî digihêje vê hişmendiya dîrokî.

Belê, di serdema neolîtîkî de destpêkirina jiyana çandiniyê bu bingeh ji bo nav danîna tiştan, nav danîna kesan, malan, malbatan, neteweyan û hwd û bi vê bingehê em jî îro bi kurd bûna xwe haydar in. Ji we re çend navên kurdî binivîsînim ; " Pelda, Berfîn, Zinar, newal, rûbar, çeman, çiyager... " dema mirov xwedî çandêkî bi bingeh be û xwediyê hişmendiya xwedî derketina vê çandî be, mirov dikare nemir be! Çawa!? Wisa bibêjim ji we re ; Ev navên li jor nivîsandîne û bi hezaran navên kurdî yên din ji peyva kurd bûnê bi xwe jî kevntir in! Yainî me hê nebûbû kurd, me bi navên xwezayî hev şên dikirin û xweza xwedanê me bûn, hê me xwedê jî nas nedikir lê bi jê heskirin û pîroz dîtina xwezaya xweda me her wî tesdîq dikirin.

Her neteweyekî li ser rûyê erdê bi zimanên xwe navan li zarokên xwe yainî li nifşên xwe yên nû datînin û bi wan re bi zimanên xwe diaxivin divê em jî wekî wan Xwedî li navên xwe derbikevin, xwedî li zimanê xwe derbikevin!

Hûn dêleba Mihemmed de, kurê xwe bi navê Azad bi nav bikin nabin gunehkar.

Ereb, turk an farsekî navên kurdî li zarokên xwe dikin?

Nexêr!

Hûn jî navên biyanî li zarokên xwe nekin!

Nebêjin faktora Dînî be normal e.

Nexêr!

Li civaka kurdan de mirov êdî navên kurdî Nabîne ji ber yên biyanî lewra qet normal nîne û ya din beriya tevahiya netewe û dîn an de van navan hebûn ger faktorekî hebe ku pîroz be ew jî ev nav in.

Gotina xwe bi awayekî zelal dubare dikim, Em li dijî navên biyanî ninin lê bi çi awayî hatibin û xwe li nav civaka me de bi cih kiribin jî divê wisa bên redkirin ji ber ku em civakekî azad ninin, civakekî xwedan dewlet ninin nikarin bêyî reddiye çanda xwe ya navan ku ji navê neteweya me jî kevntir in biparêzin.

Dibêjine bê navên kurdî jî mirov dikare bi hişmend be.

Belê, Îro li lîsteya navdarên kurdan binêrin çend ji wan xwedî navên kurdî ne!?

Pir kêm xwedî navên kurdî ne, belê lê xwedî hişmendiya neteweperweriyê ne lê ev nabe sedem ku em xwedî li navên xwe dernekevin û bibêjin wisa hatiye de bila wisa berdewam be.

Navdarên kurdan bi saya medreseyên îslamî bi navdariya kurdan gihêştin roja me lê navdarên kurdan ya îro wenda ne. Asta hişmendiya serdema wan û hişmendiya civaka serdema wan û ya niha ne wek hev in.

Ji kerema xwe re li nav û zimanê xwe xwedî derkevin.


 
 
 

Comments

Rated 0 out of 5 stars.
No ratings yet

Add a rating
bottom of page