top of page

Akademîya Hêvî

AKADEMÎYA HÊVÎ

BAŞ BIFIKIRE / BAŞ BIAXIVE / BAŞ ÇÊBIKE

Akademiya Hêvî,

di 25’ê Nîsan 2025an de ji aliyê ciwanên Kurd hatiye avakirin. Navê xwe ji “Komeleya Xwendekarên Kurd Hêvî” distînin û xwe wek berdewamiya wan dibînin. Her weha ew li hemû mîrateya Kurdistanê xwedî derdikevin û ji bona pêşeroja netewa Kurd xebatên xwe dimeşînin. 
Armanc û Xebata akademiya Hêvî ew e ku ;
Ciwanên Kurd fêrî nasname, çand, dîrok û zimanê xwe bibin da ku hişmendiya netewheziyê di nava civaka Kurd de bingeha xwe bigire. 

​

HINEK TAYBETMENDIYÊN DI NAVA KOMELEYA XWENDEKARÊN KURD HÊVÎ Û AKADEMIYA HÊVÎ DE.    

​

Komeleya Xendekarên Kurd Hêvî, komeleya yekem ya xwendekarên kurd e ku bi awakî eşkere û fermî hatiye ava kirin. Didamezrandina vê komeleyê de welatparêz û rewşênbîrên wê demê û bi taybetî, rola Hamzayê Mikisî çêbûye.

PHOTO-2026-05-01-15-20-07(1).jpg

Nivîskar

Roj û Bûyerên Girîng

Wêne
Meh
Mijara Bîranînê
Cotmeh
30 Çirî 2015. Helbestvan Arjên Arî koça dawî kir.
Cotmeh
29 Çirî 2014: Ji bo parastina bajarê Kobanê Pêşmerge ji Başûr ji ser Bakûr ve çûn Kobanê.
Cotmeh
24 Çirî 1913: Kovara Hetawî Kurd dest bi jiyana xwe ya weşanê kir.
Cotmeh
24 Çirî 2017: Îhsan Aksoy koça dawî kir. 1944
Cotmeh
18 Çirî 2014: Li Bakûrê Kurdistanê Partîya Azadîya Kurdistanê-PAK hat damezirandinê.
Cotmeh
22 Çirî 1984: Helbestvan û Nivîskarê Kurd Cîgerxwîn li Swêdê koça dawî kir.
Cotmeh
23 Çirî 1968: Zanîngeha Silêmanî vebû.
Cotmeh
15 Çirî 1880: Serhildana Şêx Ubeydulah Nehrî.
Cotmeh
12 Çirî 1883: Şêx Ubeydullah Nehrî, li bajarê Medîne koça dawî kir.
Cotmeh
11 Çirî 2007: Nivîskar Mehmet Ûzûn koça dawî kir
Cotmeh
10 Çirî 1930: Serhildana Oramar ya bi pêşengiya Şêx Ehmedê Berzanî, hat dewisandin
Cotmeh
10 Çirî 1924: Yusif Ziya Beg, li Erziromê hat girtin.
Cotmeh
09 Çirî 1956: Şêx Mehmûd Berzencî li Bexdayê koça dawî kir.
Cotmeh
07 Çirî 1988: Helbestvan û rêzan Nureddîn Zaza li Lozanê koça dawî kir.
Cotmeh
06 Çirî 1945: Li Başûrê Kurdistanê hejmara ewil ya Kovara Hawarê derket.
Cotmeh
05 Çirî 2005: Îsmaîl Mutevelîzade koça dawî kir..
Cotmeh
05 Çirî 1927: Rêxistina Xoybûnê li Lubnanê ava bû.
Cotmeh
04 Çirî 1978: Kamûran Elî Bedîrxan, li Parîsê koça dawî kir.
Cotmeh
04 Çirî 1992: Civata Navnetewî da zanîn ku, li Başûrê Kurdistanê saziya Federel a Kurd ava bûye.
Cotmeh
03 Çirî 2017: Serokê Giştî ya YNKê Celal Talabanî koça dawî kir
Cotmeh
02 Çirî 1197: Selaheddînê Kurdî Qudsê fetih kir
Îlon
30 Îlon 1922: Şêx Mehmûd Berzencî, Dewleta Kurd ya paytexta wî Silêmanî bû, ava kir û wek 'Serwera Kurdistanê' derbasê serê vî dewletî bû.
Îlon
27 Îlon 2021: Endamê PWKê Osman Tokgoz koça dawî kir
Îlon
25 Îlon 2017: Referandoma serxwebûna Kurdistanê
Îlon
20 Îlon 1992: Nivîskarê rojnameya 'Ozgur Gundem' Mûsa Anter li Amedê hat
Îlon
19 Îlon 1908: Li Stenbolê Komîteya Teawûn û Terakkî ya Kurd ava bû.
Îlon
18 Îlon 1924: Li bajarê Silêmanî, cara yekem bi zarava Soranî ya Kurdî, rojnama 'Jiyannawe' dest bi jiyana xwe ya weşanê kir.
Îlon
17 Îlon 1992: Dr. Saîd Şerefkendî û sê hevalê wî li Berlînê hatin kuştinê.
Îlon
12 Îlon 1937: Pêşengê serhildana Dêrsimê, Seyîd Riza hat girtin.
Îlon
11 Îlon 1961: Serhildana Mele Mistefa Berzanî.
Page 1 of 1
qurmi
kovar hejmar 6
Hevi karikatür
Hevi Video
bottom of page